Banka Navendî ya Îraqê: Em bihayê dînar naguherin

16 demjimêr berê
Mihemed Şêx Fatih
Mihemed Şêx Fatih (li çepê û Elî Elaq) / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mihemed Şêx Fatih (li çepê û Elî Elaq) / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Elî Elaq Banka Navendî ya Îraqê Dînar Dolar
A+ A-

Parêzgarê (Serokê) Banka Navendî ya Îraqê Elî Elaq ragihand ku ti niyeta wan a guhertina bihayê dînar a li hemberî dolarî nîne.

Elî Elaq di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê behsa çend mijarên girîng kir.

Elaq diyar kir ku hikûmet dê pêkanîna pergala ASYCUDAyê û pênaseya gumrikê bidomîne û ev yek wekî beşek ji pêngavên rêkxisitina bazirganî û hawirdekariyê tê kirin.

Elî Elaq diyar kir ku Banka Navendî li guhertina bihayê diravan nake.

Elaq destnîşan kir ku ev desthilat tenê ya Banka Navendî ye û got:

"Banka Navendî di warê rezervên xwe de ti pirsgirêkê nabîne û rezerv di asteke pir baş de ne."

Parêzgarê (Serokê) Banka Navendî ya Îraqê Elî Elaq pirsên Mihemed Şêx Fatih bersivandin.

Rûdaw: Silav, di destpêkê de spas ji bo vê derfetê. Ez dixwazim bipirsim, gelo niha ti niyetek heye ji bo guhertina bihayê dînar a li hemberî dolar yan na?

Elî Elaq: Gelekî spas ji bo mêvandariyê... Ez dixwazim di destpêkê de diyar bikim ku em gelek tiştan dibihîzin û gelek pêşbînî tên kirin. Cureyekî aloziyê heye, bi taybetî di wan demên ku bazar hinekî tevlihev dibe. Me tekez kiriye û em dubare dikin ku Banka Navendî hizir li guhertina bihayê dînar nake.

Wekî tê zanîn, ev taybetî tenê ya Banka Navendî ye. Ji aliyê zanistî, aborî û nexdî ve, dema ku bihayê diravî tê guhertin, divê sedemek hebe. Di rewşa Îraqê de, eger Banka Navendî bibîne ku pirsgirêkeke wê di bersivdana daxwazên diravên biyanî de heye, mînak ji ber kêmbûna rezerva biyanî, hingê dibe. Lê ev mijar niha li ba me tune. Wate Banka Navendî di rezervên xwe de ti pirsgirêkê nabîne û di asteke pir dilrihetker de ye.

Her gotina ku tê kirin û hinek kes guhertina bihayê dînar bi kêmasiya budceyê û bihayê petrolê ve girê didin, ev girêdaneke şaş e çimkî çareseriya kêmasiya darayî, çareseriyeke darayî ye û pêwendiya wê bi siyaseta darayî ve heye. Mijara guhertina bihayê diravî pêwendî bi hesabên Banka Navendî û siyaseta neqdî ve heye. Em dixwazin hêza kirînê ya diravê xwe biparêzin û aramî mercekî serekî ye ji bo pêkhatina liv û tevgera aborî û weberhênanê li welêt.

Rûdaw: Birêz Parêzgar, eger bihayê petrolê dakeve û Xwedê neke li asta 55 dolaran bo her bermîlê sabit bibe, gelo dîsa hûn dê serî li guhertina bihayê diravan bidin an na?

Elî Elaq: Wekî min tekez kir, yekem derbarê bihayê petrolê, eger li asta 50 yan 60 dolarî be, em vê yekê wekî bihayekî asayî dibînin, ne bihayekî nizm. Wate dema em li dîroka bihayan dinêrin, dibînin ku di rastiyê de niha di asteke bilind de ye. Lewma, wekî min ronî kir, ez tekezî li ser wê prensîbê dikim ku Banka Navendî pêdaçûnê di bihayê diravî de nake, meger bikeve rewşeke pir dijwar ji aliyê rezervên diravên biyanî û zêr ve û nikaribe daxwaza diravê biyanî dabîn bike.

Rezervên me di asteke wiha de ne ku daketinê bi xwe ve nabînin, bi awayekî ku gefê li bihayê diravî bike, bi kêmanî di dema nêzîk de. Me berê jî rewşên wiha derbas kirine. Bihayê petrolê gihîştibû 20 dolarî û kêmtir jî. Di salên 2016 û 2017an de rezervên me ji nîvê ya niha kêmtir bûn û tevî wê yekê jî me bihayê dînar neguherî.

Rûdaw: Birêz Parêzgar, em dikarin behsa qebareya pereyê çapkirî li Îraqê bi giştî û qebareya pereyê li derveyî pergala bankî û li nav pergala bankî bikin, ka çend e?

Elî Elaq: Qebareya pereyê çapkirî û diravê “supply” digihe nêzîkî 100 trîlyon dînarê Îraqî. Bê guman di dema borî de geşbûna vî pereyî bi rêjeyeke pir bilind diçû lê di salên dawî de, me karîbû kontrola geşbûna qebareya pereyê çapkirî bikin bi awayekî ku fişarê li ser bihayan çêneke, wate em asta enflasyonê biparêzin. Cewhera siyaseta neqdî çavdêrîkirina qebareya pere û kontrolkirina wê ye. Em di vê yekê de serkeftî bûn lê mixabin zêdetirî ji sedî 80yê vî pereyî li derveyî pergala bankî ye.

Rûdaw: Mînak ji ber çi sedemê?

Elî Elaq: Bê guman dema em behsa bireke (pişk) zêde ya pereyê li derveyî pergala bankî dikin, ev ne di berîka xelkê yan xezîneya karmendan de ye, bê guman li ba çîna karsazan e. Di rastiyê de pêwendiya vê yekê bi diyardeya xweveşartina ji bacê ve heye bi awayekî serekî. Eşkerenekirina asta dahat û qezencê, bi taybetî di sektora bazirganiyê de ku çalakiya herî mezin e li Îraqê. Bê guman sedemên din jî hene wekî baweriya bi sektora bankî lê ev jî hatiye çareserkirin çimkî niha garantiya me ya emanetan heye û bankên me yên bihêz hene. Lê komek sedemên civakî hene, hinek kes ji ber sedemên olî yan lawaziya çandê serî li bankan nadin.

Rûdaw: Birêz Parêzgar, gelo ev girêk e yan pirsgirêk e?

Elî Elaq: Nexêr, pirsgirêk e û dikare were çareserkirin. Eger xwediyên van pereyan piştrast bibin ji hebûna pergaleke bacê ya dadperwer û şefaf, ew dê pereyên xwe bînin û di bankan de deynin lê em hewcedarê pêdaçûna pergala bacê û şêwaza texmînkirinê ne.

Rûdaw: Gelo ti plana we heye ji bo kişandina vî pereyê zêde yê derveyî pergala bankî? Mînak bi rêya bilindkirina rêjeya faîzê yan derxistina senedên xezîneyê?

Elî Elaq: Komek çareserî hene. Mînak bank dikarin rêjeyeke diyarkirî ji van emanetan bikişînin bi rêya bilindkirina rêjeya faîzê lê divê ev bilindkirin zêde be da ku welatî han bide çimkî derfetên niha yên li Îraqê di kar û veberhênanê de qezenceke zêdetir didin ji ya ku bank didin. Wate eger tu veberhênanê di xaniyêkî de bikî, tu çaverê dikî dahateke zêdetir bi dest bixî. Ji bo ku xelk rû li bankan bikin, divê faîzeke bilind hebe.

Pirsgirêk li vir ew e, eger bank faîzeke bilind bidin, hingê divê faîza deynan jî bilind bibe. Eger bank ji sedî 10 faîzê bide emaneta te, divê bi kêmanî ji sedî 12 faîzê deyne ser deynê ku dide xelkê. Em bi giştî naxwazin rêjeya faîzê pir bilind bibe. Rêjeya faîzê ya Banka Navendî niha ji sedî 5,5 e lê me serbestiya diyarkirina faîzê daye bankan.

Rûdaw: Birêz, hinek gotin hene derbarê kêmbûn û daketin û nebûna pereyên neqdî li Îraqê. Gelo ti pirsgirêka rast heye bi navê kêmiya neqdê yan pirsgirêkeke çêkirî ye?

Elî Elaq: Tevliheviyek di vê têgihiştinê de heye. Hinek kes wa dizanin ku pêwendiya mijarê bi wî pereyê neqdî re heye ku li ber dest e û ne wisa ye. Her wiha tevliheviyek di rolan de heye di navbera Banka Navendî û Wezareta Darayî de. Wezareta Darayî bi awayekî serekî pişta xwe bi dahatên petrolê girê dide.

Petrola hinardekirî bi dolar tê nav hesabên me yên li derve û Wezareta Darayî ji Banka Navendî beramberê wê bi dînar werdigire. Em ji bo wan hûr dikin. Em her dolarekî ku tê hesabê Wezareta Darayî, beramberê wê bi dînar didinê. Wezareta Darayî bi dolar xerc nake, bi dînar xerc dike û çavkaniya dînar jî Banka Navendî ye, ne ya Federalî. Eger kêmasiyek hebe, wate dahat têra tijîkirina xerciyan nake, ne ji ber kêmiya neqdê ye. Tiştê ku diqewime ew e ku qebareya kêmasiya budceyê ji şiyana dahatan zêdetir e. Wate dema dahatên dewletê di sê salên borî de li derdora 80 milyar dolarî bûye ji petrolê û kêmasî 70 trîlyon dînar be, ev asta kêmasiyê ne asayî ye.

Rûdaw: Lê Birêz Parêzgar, bibore pirsgirêkeke mezin heye li Herêma Kurdistanê, mehane bipaşketina dabînkirina meaşê karmendên Herêma Kurdistanê heye. Li wê derê, Wezareta Darayî ya Îraqê û Komîteya Darayî ya Parlamentoya Îraqê dibêjin ji ber ku ti neqda me nîne, wate pirsgirêk di neqdê de heye. Gelo ev gotin ne rast e?

Elî Elaq: Nexêr, bi kirdarî kêmasî heye lê ev kêmasî wekî min ronî kir ji ber qebareya xerciyan e li gorî dahatan. Ji bo çareserkirina vê, divê pergal û rewşa aborî û darayî ya welêt ji nû ve bê dariştin. Em wa dibînin ku ev mijar dikare bi rêya curbecurkirina aboriyê û zêdekirina kariya komkirina dahatên navxweyî bê çareserkirin. Mînak, em di sektora elektrîkê de salane di navbera 23 heta 25 trîlyon dînarî xerc dikin, lê dahat li derdora yek trîlyon dînarî ye... Çareserkirina vê sektorê dikare hemû kêmasiyê tijî bike. Her wiha qebareya piştevaniya sotemeniyê salane digihîje 13 trîlyon dînarî. Divê risûmata gumrikê ji 8 heta 10 trîlyon dînarî kêm nebe. Şirketên me yên sektora giştî hene ku ziyanê dikin û salane 3 trîlyon dînar ji dewletê dibin ji bo dayîna meaşan.

Rûdaw: Kîjan şirket?

Elî Elaq: Şirketên girêdayî Wezareta Pîşesaziyê û piranî pîşesazî û çandiniyê ne. Ev şirket ji sala 2003 û 2004an ve ji kar ketine û dewlet pereyan li wan xerc dike.

Rûdaw: Lê çareserkirina wê ne hêsan e...

Elî Elaq: Ti çareserî nîne bi yek îmzeyê be, divê rêkar bên girtin. Du asteng hene ku rêgir in li ber çaksaziyê, ew jî gendelî û populîzm in. Bêyî çareserkirina van her du diyardeyan, bê guman çaksazî (reform) dê giran be.

Rûdaw: Birêz Parêzgar, pirsgirêkeke mezin heye li bazarên cuda ku çapa kevn û çapa nû ya dolaran e. Gelo we ti pirsgirêkek têbînî kiriye û ti plana we heye ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê?

Elî Elaq: Ev gihîştiye me û ev ji diyardeyên ecêb e li welêt ku çapa kevn û çapa nû heye û her yek bi bihayekî ye. Bê guman ti rastiya vê nîne û em wekî Banka Navendî miameleyê bi hemû çapan dikin. Berî demekê me hişyarî da bank û kompanyayên pevguhartinê ku cudahiyê nexin navbera her du çapan.

Rûdaw: Birêz Parêzgar, pirseke din, piştî çalakkirina pergala elektronîk a gumrikê û tundkirina risûmata gumrikê û zêdekirina pergala bacê li ser kel û pel û xizmetguzariyên hawirdekirî, gelo we têbîniya bilindbûn yan daketina daxwaza bazirganan kiriye ji bo dolar bi rêya platforma elektronîk?

Elî Elaq: Belê, di rastiyê de ji ber van rêkaran wiha lê hat ku hinek bazirganan karê xwe rawestand û hinek jî pêşbînî dikin ku dibe guherîn di pergalê de çêbibe. Lewma cureyekî çaverêkirinê li ba hinek kesan heye. Lê ez bawer im peyama hikûmetê ronî bû ku vî karî didomîne. Gelo we têbîniya bilindbûn yan daketinê kiriye di daxwaza dolar de? Daketin heye di daxwaza ji bo hewaleyên derve de. Ew bazirganên ku hîn jî nehatine nav vê pergala nû, hewl didin pêdiviya xwe ya dolar ji bazarê dabîn bikin, lewma fişar li ser bazarê çêdibe.

Lê ev rewşeke ne asayî ye çimkî di encamê de ev bazirgan nikare kirîna ji bazarê bidomîne, ji ber ku kel û pel li ser wî giran radiweste.

Rûdaw: Birêz Parêzgar, gelo we demeke diyarkirî daniye ji bo pêbendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê pergala elektronîk an na?

Elî Elaq: Di rastiyê de kar berdewam dike û di navbera Herêm û Hikûmeta Federal de li ser vê mijarê gotûbêj tê kirin. Em bawer dikin ku girîng e û em çavdêriyê dikin ji ber ku rengvedana wê li ser bihayê dirav heye. Îro axaftina bi Birêz Serokê Hikûmeta Herêmê Kak Mesrûr re li ser vê mijarê bû. Pêwendî heye di navbera hikûmeta li Bexdayê û hikûmeta li Herêmê de ji bo gihîştina bi rêkxisitinekê. Diyar e hinek kar aliyê teknîkî ne ku pêwendiya wan bi girêdana pergalê ve heye.

Rûdaw: Birêz Parêzgar pirsa dawî, dibe em zanibin qebareya diravê biyanî di Banka Navendî ya Îraqê de çend e û rêjeya zêr di van rezervan de çend e?

Elî Elaq: Em rezervên biyanî bi jimar napîvin belkî bi hevkêşeyê dipîvin çimkî jimar dibe 50 milyar dolar be û zêde be, eger li hemberî diravê çapkirî bê pîvan. Girîng ew e pîvan nixumandina rezervên biyanî be ji bo diravê çapkirî û ji bo bazirganiya derve. Em niha di nav hesabên vê hevkêşeya aloz de ku li ser asta navneteweyî tê şopandin, di rewşeke pir kêmpeyda de ne.

Rûdaw: Qebareya rezervên biyanî zêdetirî 100 milyar dolarî ye?

Elî Elaq: Belê, zêdetirî 100 milyar dolarî ye.

Rûdaw: Her wiha rêjeya zêr...

Elî Elaq: Rêjeya zêr di van rezervan de gihîştiye 76 tonan yan bawer im zêdetirî wê birê ye jî di rewşa niha de.

Rûdaw: Birêz Parêzgar gelekî spas.

Elî Elaq: Bijîn û gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst