TAYBET - General Votel eşkere kir: Amerîka çima DAIŞiyan dişîne Îraqê?

3 demjimêr berê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sûriye Îraq DAIŞ
A+ A-

Fermandarê Berê yê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel sedema ku Amerîka girtiyên DAIŞî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vediguhêze Îraqê wiha rave kir:

“Ez bawer im sedema ku hikûmeta Amerîkayê ev biryar daye, ji bo kêmkirina wê metirsiyê bûye ku niha li Sûriyeyê heye. Diyar e ku Îraq niha gelekî aramtir e û Hêzên Ewlehiyê yên Îraqê gelekî bişiyan in.”

Joseph Votel li ser metirsiya zindîbûna DAIŞê jî got:

"Bê guman derfetek ji bo DAIŞê çêdibe ku sûdê ji rewşê wergire û êrişên zêdetir pêk bîne û dest bi rabûneke nû bike."

General Votel, di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de, behsa metirsiyên derketina DAIŞê ya li Îraq û Sûriyeyê, şiyana hêzên ewlehiyê ya ji bo rûbirûbûna wan gefan û bandora guherînên siyasî li ser rewşa ewlehiyê ya herêmê dike.

Rûdaw: Gelo metirsiya peydabûna DAIŞê heye?

General Votel: Destpêkê roj baş. Kêfxweş im ku careke din li gel we me. Belê, ez bawer im derfetek ji bo DAIŞê heye ku bihêztir bibe. Wekî ku em hemû dizanin, niha rewşeke veguhêz a gelekî girîng li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de heye. Li gel veguhastina berpirsyariyan û tevlîheviya ku rû dide û nediyariya ku li gel wan tê, bê guman derfetek ji bo DAIŞê çêdibe ku sûdê ji rewşê wergire û êrişên zêdetir pêk bîne û dest bi rabûneke nû bike.

Rûdaw: Gelo welatên herêmê, bi taybetî Îraq û Sûriye, dikarin çi bikin ji bo rêgirtina li peydabûna DAIŞê?

General Votel: Bê guman, Hêzên Ewlehiyê yên Îraqê şiyanên gelekî baş pêş xistine û pêwendiyeke wan a bihêz li gel Hevpeymanan (Koalîsyon) heye ku Amerîka jî li xwe digire. Divê ew bala xwe bidin ser wan paşmayên DAIŞê yên li Îraqê û piştrast bin ku ew nikarin xwe ji nû ve birêxistin bikin.

Ez bawer im niha li Sûriyeyê astengî hinekî girantir e, xasma ku niha em di qonaxa veguhêz di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ne. Li gelek ji wan deveran, divê Hikûmeta Demkî pêngavên pêwîst biavêje yan jî pir bi hişyarî li gel paşmayên HSDyê kar bike da ku zext li ser DAIŞê bimîne. Di dawiyê de, pêwîst e Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê kontrola xwe bike û berpirsyariya tevahî ya operasyonên li dijî DAIŞê bigire stûyê xwe.

Rûdaw: Hûn sedema biryara ku heft hezar girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê veguhêzin Îraqê bi çi ve girê didin?

General Votel: Di dawiyê de, ew çekdar xelkê Îraqê bûn. Loma daxwazek heye ku li welatê xwe bên vegerandin û radestî hikûmeta xwe bên kirin.

Rûdaw: Beşeke kêm ji wan Îraqî ne, piraniya wan biyanî ne.

General Votel: Beşek ji wan Îraqî ne, loma divê vegerin welatê xwe. Ez bawer im sedema ku hikûmeta Amerîkayê ev biryar daye, ji bo kêmkirina wê metirsiyê bûye ku niha li Sûriyeyê heye. Diyar e ku Îraq niha gelekî aramtir e û Hêzên Ewlehiyê yên Îraqê gelekî bişiyan in. Hikûmeta Îraqê di rewşeke baş de ye ji bo wergirtina wan girtiyan, ne tenê ji bo parastina wan, bi hêviya wê yekê jî ku pêwendiyên xwe bi kar bînin ji bo vegerandina wan bo welatên wan û parastina wan ji bo rêgirtina li wê yekê ku paşmayên DAIŞê li Sûriyeyê hewla rizgarkirina wan nedin. Ev bi awayekî serekî hewldanek e ji bo kêmkirina metirsiyê.

Rûdaw: Wekî di vîdeoyan de derketiye holê, beşek ji leşker û fermandeyên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ser bi DAIŞê bûne, Amerîka çawa dikare baweriyê bi wan hêzan bîne û wan bike endamê Hevpeymaniya Navnetweyî ya li dijî DAIŞê?

General Votel: Diyar e ev rewşeke gelekî zehmet e. Di dawiyê de, divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hêzên xwe kontrol bike. Di vê dawiyê de me dîtiye ku bi awayekî yekgirtîtir û bi bandortir kar dikin. Di dema operasyonên par de me hinek astengî dîtin lê wekî diyar e bi ser wan de zal dibin û zêdetir kontrol dikin. Ev bi zelalî rewşeke zehmet e ji bo Amerîkayê, loma divê em di pêngavên xwe de hişyar bin.

Lê siyaseta Amerîkayê bi zelalî di berjewendiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ye, Amerîka hewl dide ligel wan kar bike da ku serkeftî bin û alîkar bin ji bo parastina hemû Sûriyeyê. Ev tê wê wateyê ku divê Amerîka di wê rewşa dijwar de kar bike ji bo piştrastbûna ji wê yekê ku ew hêz bi pîşeyî û bihêzî dimîne.

Rûdaw: Li gorî nêrîna we, amadebûna hêzên Îraqî heye ku karibin rê li ber derketina DAIŞê bigirin?

General Votel: Li gorî nêrîna min, hêzên Îraqî asteke bilind a şarezayî û jêhatîbûnê nîşan dane. Di demekê de ku DAIŞ komeke terorîstî ya jîr e ku hê jî dikare êrişan pêk bîne ku qurbanî jê çêbin lê ez bawer im Hêzên Ewlehiyê yên Îraqê gelekî bişiyan in ji bo parastina Îraqê ji gefa derketina DAIŞê. Ew dikarin bi alîkariya berdewam a Hevpeyman û hevbeşên Rojavayî bi rêya rahênan, pirçekkirin û karê îstixbaratî ve wî karî bikin.

Rûdaw: Donald Trump gefa wê yekê kir ku eger Nûrî Malikî careke din bibe Serokwezîr, ew alîkariya Îraqê nakin. Eger Amerîka alîkariya Îraqê neke, gelo rewşa ewlehiyê ya Îraqê û pirsa peydabûna DAIŞê dê çawa be?

General Votel: Bê guman ez bawer im dê bandorê li ser şiyana Îraqê ya ji bo parastina xwe bike, nexasim li dijî gefa rêxistinên wekî DAIŞê. Ez naxwazim bikevim nava aliyên siyasî yên vê mijarê, ji ber ku ez di siyaseta niha ya Amerîkayê de ne şahreza me lê di serdema serokatiya Serokwezîr Malikî de bû ku DAIŞê dest danî ser beşeke berfireh a axa İraqê. Berpirsyariyeke mezin a wê yekê dikeve stûyê wî. Hêzên Îraqî di wê demê de nikarîbûn di asta pêwîst de bin. dilgiraniyeke zêde ji aliyê Amerîkayê ve di vê derbarê de heye lê bi hêviya wê yekê ku rê li ber vê yekê bê girtin û piştevaniya Amerîkayê ji bo Hêzên Ewlehiyê yên Îraqê berdewam bike.

Rûdaw: Îraq çawa dikare xwe ji aloziyên navbera Amerîka û Îranê biparêze?

General Votel: Amerîka hewl dide peyameke pir zelal ji Îranê re bişîne. Armanca sereke ya belavkirina hêzê li herêmê, rêgirtin e. Tiştê ku Îraq dikare bike ew e ku li ser wê yekê berdewam be ku hevbeşekî baş ê Amerîka û Hevpeymanan be, di heman demê de bala wê li ser serweriya wê be. Divê piştrast bin ku mîlîs, bi taybetî yên ku bi awayekî serekî ser bi Îranê bûne, bandoreke wan a zêde ji pêwîst li Îraqê nebe. Yek ji tiştên ku min her tim li Îraqê bilind nirxandiye ew bûye ku Îraq ji bo Îraqiyan e. Di demekê de ku ew li herêmeke tije astengî dijîn lê her tim nîgeranî serweriya xwe bûne. Gelekî girîng e ji bo hikûmeta Îraqê û hêzên ewlehiyê ku xelkê ji gefên wekî DAIŞ û komên mîlîs ku dilsoziya wan ji bo derveyî Îraqê ye biparêzin.

Rûdaw: Gelekî spas.

General Votel: Kêfxweş bûm ku li gel we bûm.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst