Parlamenterê Alman Jurgen Hardt: Divê Kurd bibin xwedî otonomî

2 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
Jurgen Hardt / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Jurgen Hardt / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Jurgen Hardt Almanya Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê Jurgen Hardt ragihand ku paşeroja Sûriyeyê tenê di pergaleke federal de ye. Hardt diyar kir ku modela Herêma Kurdistanê ji bo Sûriyeyê mînakeke serkeftî ye û bangî hikûmeta Şamê kir ku mafên siyasî û çandî yên Kurdan nas bike.

Siyasetmedarê Alman her wiha teqez kir ku vexwendina Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer a ji bo Berlînê didome lê ew di mijara mafên mirovan de tawîzan nadin. Jurgen Hardt her wiha got, “Divê Kurd bibin xwedî otonomî.”

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê Jurgen Hardt, derbarê rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de bersiv da pirsên Rûdawê.

Rûdaw: Cenabê te îro li gel Wezîra Karên Derve ya Almanyayê di civînekê de bû. We bi hûrgilî behsa Rojavayê Kurdistanê û Kurdan kir. Hûn dixwazin Kurdan çawa biparêzin ku di vê rewşa hestiyar de komkujî li hemberî wan tê kirin?

Jurgen Hardt: Me hem behsa rewşa Îranê û hem jî bê guman behsa rewşa Sûriyeyê kir. Ew rûniştineke girtî bû. Wezîra Karên Derve jî li wir bû. Ez bawer dikim ku li nav Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) piraniyeke berfireh a siyasî heye ku bendewariyeke wan a zelal ji hikûmeta Sûriyeyê heye, ew jî ew e ku pêvajoyeke giştgir li Sûriyeyê hebe ku tê de hemû komên civakî, bê guman Kurd jî mafên xwe yên çandî û siyasî bi dest bixin.

Sûriye tenê gava ku bibe xwedî pêkhateyeke federal dê bibe xwedî paşeroj lê divê yekgirtî jî be. Em hişyariyê didin li ser her planeke ji bo cudabûna ji Sûriyeyê. Em bawer dikin ku baştir e bi hev re bixebitin.

Heger hikûmeta Şamê rêzê li mafên rewa yên Kurdan bigire û li hemberî vê Kurd jî ji bo têkelkirina hêzên xwe yên çekdar li gel hêzên rêxistinkirî yên dewletê derfetekê bibînin bêyî ku metirsiya wê yekê hebe ku bên piştguhxistin an zilm li wan bê kirin. Ev ew karê zehmet e ku li Sûriyeyê li pêşiya hemûyan e.

Ev bendewariya me ya zelal e ji hikûmeta Şamê û vexwendnameya ji bo (Ehmed) Şer her didome û hatina wî jî dê ji bo behskirina van mijaran bi awayekî vekirî were bikaranîn.

Rûdaw: Baş e, çima Almanya û piraniya welatên Ewropayê xwedî pergala federal û nenavendî ne lê di heman demê de piştgiriya dewleteke navendî ya bihêz li Sûriyeyê dikin? Çima nabe Kurd bibin xwedî otonomî heman şêweyê Îraqê?

Jurgen Hardt: Rastî ew e, ew model e ku ez ji bo Sûriyeyê wisa dibînim ku bê gotin desthilata dewleteke yekgirtî heye ku ji asta federal [Şam] çavkaniyê digire, li gel hebûna mafê navçeyên cuda, parlamentoya hilbijartî û serokwezîrên herêmî yan her navekî din ê lê bikin. Vê yekê li Îraqê bi awayekî baş xebitiye, wekî nimûne Kurd li bakur ji aliyê aborî û siyasî ve serkeftî ne, heta dibe ku serkeftîtir bin ji tevahiya welêt, ev jî bandoreke erênî li ser Bexdayê kiriye û berevajî jî. Divê ji bo Sûriyeyê jî bi vî rengî be. Em derfetê dibînin lê niha hinek paşdeçûn heye. Em hêvîdar in agirbest bidome û bibe agirbesteke rastîn ku her du alî wekî derfetekê bibînin. Ji vir ve em bang li hikûmeta Şamê û Kurdan jî dikin: Hewl bidin rêyekê bibînin ku çawa destûra Sûriyeyê di paşerojê de rêzê li mafên Kurdan bigire.

Rûdaw: Baş e, daxwaza we, daxwaza Almanyayê çi ye ji hikûmeta niha ya Sûriyeyê? Bi temamî we çi amade kiriye ku jê re bibêjin?

Jurgen Hardt: Şam pêvajoyeke giştgir ji bo avakirina civakeke nû ya Sûriyeyî dest pê bike. Bi baweriya min ev tenê bi wê yekê dibe ku hemû pêkhate di hikûmeta navendî de beşdar bin û mafê otonomiyê ji navçeyan re weke ku ziyanê negihîne yekparçeyiya dewletê were dayîn lê piştrastiyê bide ku her pêkhateyek ji aliyê ziman, çand, bipêşketina aborî û derfetên siyasî ve qada bipêşketina xwe hebe. Nimûne hene ne tenê li Ewropayê, belkî li herêmê jî. Ez bawer dikim nimûneya tiştê ku li Îraqê li gel Kurdan li bakur û Herêma Kurdistanê li Hewlêrê û hikûmeta navendî li Bexdayê qewimî, modelek e ku dibe ku li Sûriyeyê jî çav lê were kirin, her çend tişt wekî xwe nayên kopîkirin.

Rûdaw: Gelo hikûmeta Almanyayê di pêwendiyê de ye li gel hikûmeta Şamê derbarê rewşa niha ya Rojavayê de?

Jurgen Hardt: Vexwendnameya ji bo Serokê niha yê Sûriyeyê (Ehmed Şer) her maye. Em dixwazin pê re biaxivin, ji ber ku em bawer dikin heger em pê re biaxivin, dê derfeta me hebe em raman û bendewariyên xwe bigihîninê, her wiha destpêşxeriya hevkariyê ji bo bipêşketina Sûriyeyê pêşkêş bikin. Lewma ez bawer dikim ev di berjewendiya hemûyan de ye heger Şer were Berlînê, her wiha di berjewendiya Kurdên navçeyê de ye jî lê ti tawîz nayê dayîn li ser mafên mirovan û mafê kêmîneyan di dewleta paşerojê ya Sûriyeyê de.

Rûdaw: Gelekî spas ku tu li gel me bûyî li Parlamentoya Federal, gelekî spas.

Jurgen Hardt: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst