Berdevkê Siyaseta Derve yê fraksiyona Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a li Parlamentoya Almanyayê Adis Ahmedovic ragihand ku welatê wî li gel Amerîka, Fransa û Brîtanyayê helwesteke zelal gihandiye hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku divê rewşa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê baştir bibe.
Adis Ahmedovic: "Nabe em rê bidin îdeolojiya DAIŞê careke din serî hilde, loma di berjewendiya me de ye ku Kurd xurt bibin."
Siyasetmedarê Alman piştî beşdariya di civîna Komîteya Pêwendiyên Derve de ya li ser rewşa Sûriyeyê, ji nûçegihana Rûdawê ya Almanyayê Ala Şalî re axivî. Ahmedovic diyar kir ku Ewropayê dereng guh da rewşa Kurdan lê niha helwesta wan zelal e.
Parlamenterê Almanyayê got: "Di Komîteya Karên Derve de hemû fraksiyon gelekî eşkere bûn; em bi hêz li cem Kurdan radiwestin. Em dê bixebitin û em dê dest ji hewlên xwe bernedin heta ku rewşa Kurd, Elewî û Êzidiyên Sûriyeyê baştir bibe."
Derbarê girîngiya parastina Kurdan de Ahmedovic anî zimên: "Nabe rê were dayîn ku ew kesên berî 10 salan li hemberî terora DAIŞê berevanî li me kir û em parastin, niha di vê rewşê de bi tenê bimînin."
Berpirsê SPDyê behsa daxuyaniya çaralî ya Almanya, Brîtanya, Fransa û Amerîkayê kir û got:
"Dawiya dawî me karî di çarçoveya daxuyaniyeke çaralî de helwest û daxwaza xwe bi zelalî bigihînin hikûmeta demkî ku divê rewşa Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyeyê baştir bibe."
Adis Ahmedovic her wiha destnîşan kir ku divê Almanya ji bo rêlibergirtina krîzeke mirovî ya li herêmê, alîkariyên mirovî yên lezgîn pêşkêş bike.
Hevpeyvîna Alî Şalî û Adis Ahmedovic li jêr e:
Rûdaw: Silav, ez niha li gel berdevkê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Partiya Sosyal Demokrat im, Birêz Adis Ahmedovic. Ew îro di civîna Komîteya Pêwendiyên Derve de bû ku tê de behsa Sûriye û Rojavayê Kurdisanê hat kirin. Ez dixwazim bizanim ka dê Almanya bi temamî çi rolê bilîze û behsa çi hat kirin? Birêz Ahmedovic, spas ku tu bi me re yî. We îro civîneke taybet li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hebû. Tu dikarî ji me re bibêjî we bi temamî behsa çi kir û Almanya dixwaze ji bo parastina Kurdan çi rolê bilîze, di demekê de ku Kurd di rewşeke gelekî xerab de ne û komkujî li hemberî wan tê kirin?
Adis Ahmedovic: Bi ya min girîng e em careke din behsa vê bikin; wekî Ewropa jî wextê me yê zêde çû heta ku em guh bidin wê rewşê. Derbarê nîşandana piştgiriya ji bo Kurdên Sûriyeyê bêdengiyeke zêde hebû. Loma ez dixwazim bi zelalî bêjim: Ez û fraksiyona SPDyê em dê bixebitin û em dê dest ji hewlên xwe bernedin heta ku rewşa Kurd, Elewî û Êzidiyên Sûriyeyê baştir bibe. Çimkî hikûmeta navendî hewl dide van pêkhateyan tevlî bike lê ev têra nake. Eger tu li rewşa li qadê binêrî, divê tu behsa krîzeke mirovî bikî. Ji ber vê yekê îro di Komîteya Karên Derve de ev mijar di rojeva me de bû û hemû fraksiyon gelekî eşkere bûn; em bi hêz li cem Kurdan radiwestin. Em dixwazin Kurd bi temamî tevlî bibin lê di heman demê de mafên wan bên parastin. Divê krîza mirovî nemîne. Divê Almanya alîkariya mirovî pêşkêş bike, ne tenê bi tenê, belkî bi taybetî li gel hevparên xwe yên nêzîk ên wekî Brîtanya, Fransa û Amerîkayê. Erkekî gelekî mezin li ser milê hikûmeta veguhestinê ya Sûriyeyê ye da ku piştrast bike ku hemû pêkhate tên parastin.
Rûdaw: Niha xelkê Rojavayê Kurdistanê li benda wê ne ku Almanya roleke girîng bilîze û alîkariyên zêdetir bide xelkê û Kurdan biparêze. Plana we ya ji bo parastina Kurdan çi ye?
Adis Ahmedovic: Girîng e em vê mijarê her tim di rojeva xwe de bihêlin, çi di çarçoveya Ewropayê de be çi jî di asta navneteweyî de be. Tiştê ku ez dixwazim wekî xaleke erênî behs bikim, daxuyaniya çaralî ya duh bû. Dawiya dawî me karî di çarçoveya daxuyaniyeke çaralî de li gel Brîtanya, Fransa û Amerîkayê, helwest û daxwaza xwe bi zelalî bigihînin hikûmeta demkî ku divê rewşa Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyeyê baştir bibe. Nabe rê were dayîn ku ew kesên berî 10 salan li hemberî terora DAIŞê berevanî li me kir û em ji wê rêxistina terorîst parastin, niha di vê rewşê de bi tenê bimînin. Nabe em rê bidin îdeolojiya DAIŞê careke din serî hilde, loma ev di berjewendiya me de ye ku Kurd li Sûriyeyê xurt bibin.
Rûdaw: Ez dixwazim bizanim, hûn li pişt deriyên girtî bi serokê niha yê hikûmeta Sûriyeyê re di diyalogê de ne? Ti guftûgoyek heye?
Adis Ahmedovic: Belê, pêwendiyên dîplomatîk hene. Berî çend rojan biryar bû serokê hikûmeta veguhestinê li Berlînê were qebûlkirin lê ew hevdîtin pêk nehat. Min di hevpeyvîna xwe ya berê ya bi we re jî bi zelalî got ku ez bi guman li serokê hikûmeta veguhestinê dinêrim, çimkî ez bawer nakim ku ew qas hêsan be mirov îdeolojiya xwe di şevekê de bavêje; em hemû dizanin ku ew çekdarekî çalak ê DAIŞê bûye. Loma ez bi gumaneke mezin lê dinêrim lê tevî vê yekê jî divê em hemû kanalên dîplomatîk bi kar bînin; Almanya, Ewropa û civaka navneteweyî jî, da ku zextê li hikûmeta Sûriyeyê û cîranên wan bikin ku agirê şer xweş dikin, da ku rewşa Kurdan baştir bibe. Divê zext li ser cîranên Sûriyeyê jî hebe.
Rûdaw: Pirsa min a dawî ev e, niha hejmareke zêde ya zindaniyên DAIŞê ji Sûriyeyê vediguhêzin Îraqê. We di nav civînê de behsa metirsiya vejîn û xurtbûna DAIŞê kir?
Adis Ahmedovic: Careke din dibêjim, derbarê veguhastina xelkê ya ji Sûriyeyê ber bi Îraqê ve; ez gelekî spasiya Îraqê dikim ku ew wêrekiya wan hebû ku wî karî bikin. Di heman demê de ez bawer dikim tenê dema ku em zanibin her terorîstekî DAIŞê yê ku li Sûriyeyê di zindanê de bû, ducare li Îraqê tê zindanîkirin em dikarin aram bin. Nabe rê were dayîn zindaniyên berê yan yên niha yên DAIŞê azad bin, divê di zindanê de bimînin çimkî ew bê sedem li wir nînin; ew girêdayî îdeolojiyeke terorîst û tundrew in. Divê em piştrast bin ku DAIŞ êdî li vê herêmê nabe xwedî gotin.
Rûdaw: Birêz Ahmedovic, gelekî spas ku tu di Parlamentoya Federal de bi me re bûyî. Gelekî spas.
Adis Ahmedovic: Spas ji bo we jî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse