Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê Armin Laschet di hevpeyvîneka li gel Rûdawê de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û helwesta welatê xwe ya li hemberî guherînên li Sûriyeyê kir.
Laschet got, "Divê Amerîka û Ewropa rola girîng a Kurdan a di şerê DAIŞê de li ber çavan bigirin.
Ji bo Sûriyeya nû, em dixwazin Serokê welêt mafê Kurdan nas bike û otonomî ji bo wan çareseriya herî baş e."
Wî berpirsê Almanyayê hişyarî da desthilatdarên nû yên Şamê û got, eger destûrekê amade nekin ku mafên Kurd, Elewî, Mesîhî û Durziyan biparêze, "Sûriyeya nû nikare bibe hevpara Ewropayê."
Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê pesnê tecrubeya Herêma Kurdistanê da û wekî mînakeke serkeftî bi nav kir ku çawa otonomî dibe sedema parastina yekparçeyiya welêt.
Rûdaw: Didareke taybet e li gel Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve Birêz Armin Laschet ku kesayetiyekî naskirî ye. Birêz Laschet, gelekî spas ku tu bi me re yî. Hûn agahdar in ku rewş li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê gelekî xerab e. Kurd dibêjin Amerîkayê pişta xwe da me û Ewropa jî bê deng e. Helwesta hikûmeta Almanyayê niha çi ye?
Armin Laschet: Belê, em çavdêriya rewşa Kurdan dikin û bi rastî wan roleke gelekî girîng di şerê li dijî DAIŞê de lîst. Divê welatên Rojavayî vê yekê li ber çavan bigirin. Ya duyem, dê Sûriyeya nû çawa be? Em dixwazin ku Serok mafê Kurdan qebûl bike û otonomî ji bo Kurdan çareseriya herî baş e.
Rûdaw: Birêz Laschet, te got otonomî ji bo Kurdan li Sûriyeyê girîng û baş e. Gelo we çi gav ji bo hêwirkirina rewşê avêtine da ku tundî berdewam neke?
Armin Laschet: Niha rewş hinekî hêwir bûye lê hîn ne aram e. Pêwendiya me bi Serok Ehmed Şer re heye, biryar bû ew were Berlînê jî. Em dê di wê hevdîtinê de jê re bibêjin, divê mafê Kurd, Elewî, Mesîhî û Durziyan li Sûriyeya nû were parastin. Eger ew vî karî neke, nikare bibe hevparê Ewropayê.
Rûdaw: Hûn Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ne, çi pêwendiya we bi Şamê re heye?
Armin Laschet: Belê, doh me di komîteyê de mazûvaniya Wezîr Johann Wadephul kir û me behsa Sûriyeyê kir. Sûriye wekî xaleke taybet di rojeva me de bû, ev jî nîşan dide ku ev rewş ji bo me çi qasî cidî ye. Wezîrê Dewletê rapor da me.
Bê guman divê her pêwendiya li gel berpirsên Sûriyeyê, çi wezîrê karên derve be yan kesên din, heta digihêje serok, bi armanca gihandina wê peyamê be ku dewleta nû tenê dikare li ser bingeha serweriya yasayê be. Nabe komkujî li dijî ti kesî were qebûlkirin û nabe tundî li dijî kêmîneyan were qebûlkirin.
Rûdaw: Daxwaza we ji hikûmeta niha ya Sûriyeyê çi ye?
Armin Laschet: Destûrekê amade bikin ku mafê kêmîneyan dabîn bike. Heke na Sûriyeya nû nabe hevpara Ewropayê.
Rûdaw: Rewşa herêmê gelekî aloz e, hûn rewşa Îran û Îraqê çawa dibînin?
Armin Laschet: Serkeftineke hikûmeta Sûriyeyê ew e ku Hizbulah lawaz bûye û bandora Îranê kêm bûye lê Îran bi xwe hîn çavkaniya nearamiyê ye li Îraqê, li dijî Îsraîlê û cîranên xwe yên Ereb. Heta ji bo gelê xwe jî metirsî ye. Niha ne tenê Kurd, her wiha akademîsyen û kasibkarên bazarê li paytextê li dijî rejîma melayan rabûne ser pêyan. Ev tevgereke berfireh a girseyî ye û ez hêvîdar im dawî li vê rejîmê bê.
Rûdaw: Hebûna artêşa Almanyayê li Îraqê çi qasî girîng e?
Armin Laschet: Îraq mînakek e ku nîşan dide otonomî dikare serkeftî be û di xizmeta dewletê de be. Mafên taybet ên Kurdan li Îraqê dibine sedema parastina yekparçeyiya welêt. Ji ber vê yekê, erkê artêşa Almanyayê dê berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse