Hevserokê Kar û Barên Koçber û Penaberan ê Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de amarên herî nû yên koçberan û rewşa kampên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kirin.
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku ji ber kêmbûna alîkariyên navneteweyî bargiraniyeke giran ketiye ser milê Rêveberiya Xweser.
Wî li ser rewşa hinek kampan got, “Li hinek bajaran zêdetirî salekê ye perwerde hatiye rawestandin û alîkariyên navneteweyî jî gelekî kêm û lawaz in.
Em dikarin bibêjin ji sedî 60ê niştecihên kampan zarok in, ji sedî 20 jin in û ji sedî 10 heta ji sedî 20 jî mêr in. Zarok bi salan e ji perwerdeyê bê par mane.
Rewşa jinan jî ji aliyê derûnî ve gelekî xerab e ji ber ku dûrî malên xwe ne û barê xwedîkirina zarokan û nexweşiyan li ser milê wan e.”
Hevserokê Kar û Barên Koçber û Penaberan ê Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed pirsên Nalînê Hesên bersivandin:
Rûdaw: Kek Şêxmûs dem baş, piştî çend salan tu bi xêr hatî Rûdawê.
Şêxmûs Ehmed: Spas, dem baş ji bo we û temaşevanên Rûdawê.
Rûdaw: Ez ê ji amaran dest pê bikim. Hejmara herî nû ya koçberan li herêmên Rêveberiya Xweser gihiştiye çendî û çend ji wan di nava kampan de ne?
Şêxmûs Ehmed: Herêma Rêveberiya Xweser hem ji aliyê cografî ve hem jî ji aliyê mirovî ve deriyên xwe ji bo koçberên Sûriyeyî vekirine ku ev 15 sal in ji ber şer û pevçûnan dinalin. Heta niha jî li Sûriyeyê aramiyeke temam peyda nebûye, ji ber wê jî hejmareke zêde ya xelkê xwe spartiye herêmên me, çi di nav bajar û gundan de bin, çi di kampên fermî û nefermî de bin.
Wekî hûn jî dizanin, ji salên 2018 û 2019an ve, piştî êrişên artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên li ser Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, bi sedhezaran kes koçberî herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser bûn.
Di destpêka sala 2025an de, piştî rûxîna desthilata Beasê, her kesî xwest vegere ser mal û milkên xwe lê mixabin xelkê me yê Efrînê yê li Şehba û Til Rifetê careke din rûbirûyî koçberiyê bû.
120 hezar kesên din hatin herêmên me. Niha em dikarin bibêjin ku bi giştî li herêmên Rêveberiya Xweser, di kampên fermî, navendên pêşwaziyê û kampên nefermî de 250 hezar koçberên qeydkirî hene ku Rêveberiya Xweser û hinek saziyên navneteweyî alîkariyê didin wan.
Rûdaw: Di rûdanên dawî de, gelo ji herêmên peravê (Laziqiye û Tertûs) û ji Siwêdayê koçberî ber bi herêmên we ve çêbû? Eger hebe hejmar çend e?
Şêxmûs Ehmed: Pirsgirêka sereke cografî ye. Eger rê vekirî ba, bi deh hezaran kes dê ji peravên Sûriyeyê û Siwêdayê bihatana herêmên me. Ji ber nijadperestî, gef û tohmetên ku li wan herêman li wan tên kirin, daxwazeke mezin heye ku werin herêmên Rêveberiya Xweser çimkî vir ewle ye û nijadperestî nîne.
Lê ji peravên Sûriyeyê heta herêmên me 400 kîlometre û ji Siwêdayê jî 500 kîlometre dûrahî heye, loma hejmara kesên gihiştine vir ne zêde ye.
Rûdaw: Te behsa 250 hezar koçberan kir. Çend ji wan di kampan de ne û çend di nava bajaran de ne?
Şêxmûs Ehmed: Di kampên fermî yên Rêveberiya Xweser de 10 kamp mane; 6 ji wan li herêma Cizîrê ne, yên din li Dêrezor, Tebqa û Reqayê ne. Lê ji bilî van, li Dêrezor, Reqa û Tebqayê gelek kampên nefermî hene ku ev pirsgirêkeke mezin e. Her wiha li Tebqa, Reqa û Hesekê (Hisîça) navendên lixwegirtinê hene ku xelkê Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê di wan de ne. Ev barekî giran e, li hinek bajaran zêdetirî salekê ye perwerde hatiye rawestandin û alîkariyên navneteweyî jî gelekî kêm û lawaz in.
Rûdaw: Ji vê hejmara giştî rêjeya jin û zarokan çend e?
Şêxmûs Ehmed: Rêjeya herî zêde zarok in. Em dikarin bibêjin ji sedî 60ê niştecihên kampan zarok in, ji sedî 20 jin in û ji sedî 10 heta ji sedî 20 jî mêr in. Zarok bi salan e ji perwerdeyê bê par mane. Rewşa jinan jî ji aliyê derûnî ve gelekî xerab e ji ber ku dûrî malên xwe ne û barê xwedîkirina zarokan û nexweşiyan li ser milê wan e. Mêr jî ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê yên zarokên xwe gelekî dixebitin.
Rûdaw: Gelo di sala 2025an de çend zarok li kampan ji dayîk bûne?
Şêxmûs Ehmed: Amarên ku digihîjin me nîşan didin ku hejmar gelekî zêde ye. Di nava kampan de jiyan berdewam dike, zewac û jidayîkbûn çêdibin. Ev jî bandorê li ser şiyanên me dike, nexasme ji bo xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî.
Dema malbateke nû ava dibe pêdiviya wan bi kon û cihên cuda heye. Zarokên nû jî pêdiviya wan bi şîr, xizmeta tenduristiyê û tomarkirina di sicilên sivîl de heye ku ev hemû ji bo Rêveberiya Xweser zehmetî ne.
Rûdaw: Bargiraniyeke zêde li ser milê we heye. Xerciyên van kampan di salê de digihe çendî?
Şêxmûs Ehmed: Mesref bi milyonan dolar e. Her kampek wekî bajarekî ye. Pêdiviya wan bi nan, xwarin, av, elektrîk û xizmetên tenduristiyê heye. Budceya ku ji bo kampekê tê veqetandin hinek caran bi qasî ya bajarekî ye.
Rûdaw: We wekî Rêveberiya Xweser ji bo sala nû (2026) çi qas budce ji bo kampan veqetandiye?
Şêxmûs Ehmed: Budceya me ya ji bo rewşên awarte heye. Ji bo sala 2026an bi milyonan dolar li kantonan hatine dabeşkirin. Ev budce ji bo karesatên xwezayî, erdhej, lehî û her wiha ji bo pêlên nû yên koçberiyê tê bikaranîn. Her kantonek li gorî hejmara koçberên li cem xwe budceyê bi kar tîne.
Rûdaw: Ango budceyeke serbixwe û taybet ji bo kampan nîne?
Şêxmûs Ehmed: Di bingehê de mijara kamp û penaberan erkê Neteweyên Yekbûyî ye. Avakirina kampan, binesazî, av û tenduristî karê wan e lê mixabin ev du sal in bi eşkereyî dibêjin ku alîkariyên wan kêm bûne. Ez bawer dikim ku di sala 2026an de ev rêje dê hîn zêdetir dakeve.
Rûdaw: Niha Neteweyên Yekbûyî alîkariyê dide çend kampan?
Şêxmûs Ehmed: Neteweyên Yekbûyî 5 kampên fermî bi rê ve dibe: Kampa Hol, Roj, Newroz, Erîşe û Kampa Mehmûdiyê. Kampên din ji aliyê Rêveberiya Xweser û hinek saziyên nefermî ve tên birêvebirin. Pirsgirêka me ya herî mezin xelkê Efrîn, Şehba, Til Rifet û Serê Kaniyê ye.
Kampa Serê Kaniyê hîn jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî kampeke fermî nehatiye naskirin. Mînak, berê ji bo 90 rojan sotemenî didan lê îsal ji bo Serê Kaniyê û Waşokanî tenê ji bo 40 rojan sotemenî hatiye diyarkirin.
Rûdaw: Di sala nû de rewşa kampên Hol û Rojê ku malbatên DAIŞê tê de ne, çawa ye?
Şêxmûs Ehmed: Hikûmeta Îraqê di sala 2025an de 15 karwanên welatiyên xwe vegerandin welatê wan, ango bi deh hezaran kes vegeriyan Îraqê. Niha li kampa Holê hejmareke kêm a Îraqiyan mane. Nêzîkî 15 hezar welatiyên Sûriyeyê û 6 hezar û 500 biyanî hene. Di kampa Roj de jî 2 hezar û 500 kes hene ku piraniya wan biyanî ne û tenê hinek malbatên Sûrî û Îraqî lê mane.
Rûdaw: Te got hejmareke kêm a Îraqiyan li Kampa Holê mane, ew çend kes in?
Şêxmûs Ehmed: Ez bawer dikim kêmtirî hezar malbatî mane, ango derdora 3 hezar kesî.
Rûdaw: Derketina welatiyên Sûriyeyê ji kampê berdewam dike?
Şêxmûs Ehmed: Di sala 2025an de me karwanek şand Dêrezorê. Her wiha 3 karwanên mirovî yên nexweşên ku pêdiviya wan bi dermankirinê hebû, bi alîkariya Komîseriya Penaberan derketin û çûn Heleb, Îdlib, Hims û Şamê. Ji bo sala 2026an, yek ji xalên me yên sereke di hevdîtinên bi hikûmeta Şamê re, vegerandina bi kom a welatiyên Sûriyeyê ye.
Me daxwaz kiriye ku mekanîzmayek were avakirin lê heta niha bersiveke zelal nehatiye dayîn. Bernameya me ya sala 2026an ew e ku em alîkariya her kesî bikin da ku vegerin ser cih û warên xwe, bi taybetî koçberên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse