Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) encamên lêkolîneke berfireh a ku li 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê pêk aniye, eşkere kirin.
Encam nîşan didin ku nêzîkî nîvê civaka Kurd di wê baweriyê de ne ku pêvajo ne di rêyeke tendurist de ye.
Koordînatora SAMERê Yuksel Genç ji Rûdawê re ragihand ku di pêvajoyên aştiyê de razîbûn û tevlîbûna civakê xwedî girîngiyeke stratejîk e û got:
"Pêvajoya ku civak razîbûnê li ser nîşan nede û tê de beşdar nebe, ne pêkan e encamên saxlem berhem bîne."
Rapirsî li 16 parêzgehan hat kirin
SAMERê di navbera 2 û 5ê Gulanê de li 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên wekî Amed, Riha, Wan, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Agirî, Semsûr, Mûş, Sêrt, Bedlîs, Colemêrg, Qers, Çewlîg, Dêrsim û Îdirê li ser pêvajoya çareseriyê rapirsiyek pêk anî.
Rapirsî li gel hezar û 506 kesan bi awayekî rûbirû hatiye kirin û tê de li ser nêrîna welatiyan a li ser pêvajoyê pirs hatine kirin.
Di encamên rapirsiyê de derket holê ku ji sedî 47,5ê beşdaran li ser pirsa "Ma hûn bawer dikin ku pêvajoya aştî û dan û standinê tendurist dimeşe?" bersiva "na" da.
Li aliyê din, rêjeya kesên ku li beramberî vê pirsê gotine "erê" û ji pêvajoyê bi hêvî ne di asta ji sedî 30,2yan de maye.
Her wiha ji sedî 22,3yê welatiyan jî diyar kiriye ku pêvajo "hinekî" tendurist bi rê ve diçe.
Berpirsê sereke hikûmet e
Welatiyên ku beşdarî rapirsiyê bûne, girîngiyeke zêde didin gavên yasayî û reformên demokratîk.
Li ser berpirsyariya bipêşxistina aştiyê jî çavê gelê Kurd herî zêde li dewletê ye.
Li gorî rapirsiyê ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bi pêş ve biçe, ji sedî 62,3yê beşdaran "hikûmetê" û ji sedî 23,4ê wan jî "Parlamentoyê" wekî aktorên sereke yên berpirsiyar nîşan didin.
Rêjeya kesên ku mixalefetê berpirsyar dibînin di asta ji sedî 5,7an de maye.
Di heman pirsê de ji bo Abdullah Ocalan ji sedî 4,9 û ji bo PKKyê jî ji sedî 2,7 piştgirî derket.
Beşdaran destnîşan kiriye ku divê desthilat demildest garantiyên yasayî ji bo vê pêvajoyê dabîn bike.
Wan tekez kiriye ku her derengketinek di warê reforman de dibe sedema kêmkirina baweriya civakê û metirsiyên nû diafirîne.
Dengên partiyan li Bakurê Kurdistanê
Di beşa dawî ya rapirsiyê de rewşa dengên partiyan jî hatiye nirxandin.
Li ser pirsa "Eger vê yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?" derket holê ku DEM Partî bi rêjeya ji sedî 43,1ê hîn jî li Bakurê Kurdistanê di rêza yekem de ye.
AK Partî bi rêjeya ji sedî 14,2yan duyem û CHP jî bi rêjeya ji sedî 6,8an sêyem partî ye lê dilgiraniyek li ser beşdariya hilbijartinê jî heye.
Ji ber ku ji sedî 15,6ê welatiyan diyar kiriye ku ew dê di hilbijartinekê de qet dengê xwe bi kar neyînin û ji sedî 15ê wan jî gotiye ku wan hîn biryara xwe nedaye.
Koordînatora SAMERê Yuksel Genç hûrgiliyên lêkolînê û bendewariyên Kurdan di hevpeyvîna li gel Rûdawê de nirxandin:
Rûdaw: Mamoste silav, we herî dawî li ser pêvajoya çareseriyê lêkolînek belav kir. Ji sedî 47,5ê beşdaran bawer dikin ku pêvajo tendurist nameşe. Tu dikarî ji me re behsa encaman û bendewariyên Kurdan bikî?
Yuksel Genç: Lêkolîna me ya qadê ya ku di meha gulanê de hat kirin, li 16 bajarên Kurdan pêk hat. Xebata me bi mebesta pîvandina helwesta dengderan û têgihiştina civakê ya li ser pêvajoyê hat kirin. Li gorî xebata me, li qadê beşeke zêde ya civaka Kurd bêbaweriya xwe ya li hemberî pêvajoyê diparêzin. Me di rapirsiyê de dît ku gumanên li ser serkeftina pêvajoyê hîn jî zêde ne û muxatabên berpirsiyar hîn jî wekî hikûmet tên pênasekirin.
Nêzîkî ji sedî 48ê beşdaran bawer dikin ku pêvajo bi awayekî tendurist bi rê ve naçe. Dema li gel ên dibêjin 'bêbiryar im' tê nirxandin, nêrîna ji nîvî zêdetir li ser wê yekê ye ku pêvajo ne baş bi rê ve diçe. Dîsa me dît ku ji sedî 26,6 bawer dikin ku pêvajo dikare bi awayekî erênî bi dawî bibe lê ji sedî 28 jî bawer dikin ku dê bi awayekî nerênî bi dawî bibe.
Rûdaw: Gelo sedema vê çi ye ku di raya giştî ya Kurdan de bawerî bi pêvajoyê nayê anîn?
Yuksel Genç: Di hemû xebatên me de em dibînin ku hestên baweriyê yên civakê birîndar bûne. Sê sedemên sereke hene: Beşeke civaka Kurd bawer dike ku dewleta niha naxwaze Pirsgirêka Kurdan çareser bike. Civaka ku pêngavên şênber nabîne, nikara krîza baweriyê derbas bike.
Dîsa beşeke girîng a civakê, di pêvajoyên borî de piştî wergerandina maseyê rûbirûyê pêleke tundûtîjiyê bûbû. Ji bo careke din rûbirûyê guşarê nebin, gelekî bi tedbîr in. Nexasim polîtîkayên Tirkiyeyê yên di pêvajoya Rojavayê Kurdistanê de û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê yên di mehên zivistanê de, ev hincet pir xurtir kirine.
Rûdaw: Ji bo baweriya Kurdan were zêdekirin divê çi pêngav werin avêtin?
Yuksel Genç: Pêvajoya ku civak razîbûnê li ser nîşan nede û tê de beşdar nebe, ne mimkun e encamên saxlem bide. Eger desthilat ji bo sazîbûna pêvajoyê sererastkirinên yasayî bike, mekanîzmayên birêvebirinê ava bike û di nav civakê de dest ji zimanê cihêkar berde, wê demê civak dê bi dildarî bibe parçeyek ji vê pêvajoyê. Rêya şikandina bêbaweriyê, rakirina hincetan e.
Rûdaw: Nezelaliya di pêvajoyê de bandoreke çawa li tevgera dengderan dike?
Yuksel Genç: Ev pêvajo di nav dengderan de hîn nebûye sedema tevgereke taybet. Partî xwedî wê astê ne ku sala 2024an bi dest xistibû. Di nav dengderên ku dengê xwe dabin AK Partiyê de bêbiryarî hîn zêdetir e. Dengderên Kurd ên ku berê dengê xwe dabûn CHPyê careke din vegeriyane ser DEM Partiyê. Bi kurtî; partî pozîsyonên xwe diparêzin lê helîna herî zêde di nav AK Partî û CHPyê de li Bakurê Kurdistanê diqewime.
Nerîna Kurdan a li ser pêvajoyê (Gulan 2026)
1. Gelo pêvajo baş dimeşe?
Na: ji sedî 47,5
Erê: ji sedî 30,2
Hinekî: ji sedî 22,3
2. Kî ji pêvajoyê berpirs e?
Hikûmet: ji sedî 62,3
Parlamento: ji sedî 23,4
Mixalefet: ji sedî 5,7
3. Gelo nasnekirina 'Mafê Hêviyê' pêvajoyê xav dike?
Erê: ji sedî 50,5
Na: ji sedî 23,5
4. Di hilbijartinê de deng didî kîjan partiyê?
DEM Partî: ji sedî 43,1
AK Partî: ji sedî 14,2
CHP: ji sedî 6,8
Deng nadim: ji sedî 15,6
Bêbiryar: ji sedî 15
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse