Masiyê Darexê (Masiyên Gola Wanê / Încî Kefalî) tenê di Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê de dijî û li ti deverên din ên cîhanê nayê dîtin. Ev masî bi saya pergal û şiyana xwe ya xweşbînkirina li gel ava sodayî ya Gola Wanê ku pileyê wê yê pHê 9.2 ye, ji hemû cureyên din ên masiyan cuda dibe.
Tora Medyayî ya Rûdawê di hevpeyvîneke taybet de li ser masiyê Darexê û Gola Wanê, pirsên xwe ji Mamosteyê Fakulteya Berhemên Avî ya Zanîngeha Dîcleyê Mistefa Akkuş û masîvanê navdar ê Bakurê Kurdistanê Kenan Balci kir.
Kenan Balci diyar kir ku masiyê Darexê ji bo parêzgeha Wanê û hemû bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê nirxekî bêhempa ye û wî wiha got, "Ev masî xwe li gorî ava bi soda ya Wanê amade kiriye û xwedî pergaleke bihêz a parastinê ye. Ev masî zeviya me ye ku em bêyî ku biçînin, berhemê wê dixwin."
Mamosteyê Beşa Kurdî Mistefa Akkuş diyar kir ku dîroka Darexê li vê herêmê gelekî kevn e û anî zimên: "Masiyê Darexê masiyekî resen ê Wanê ye; eger em bêjin Urartû û Aşûrî beriya 3-4 hezar salan li Wanê bûne, masiyê Darexê ev 800 hezar sal in li vir e."
Mistefa Akkuş pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê wiha bersivandin.
Rûdaw: Masiyê Darexê ku tenê li Wanê heye, çi sûdê dide bajarê Wanê û xelkê wê? Gelo di vî warî de amarek li ber destê we heye û sûda wî ji bo tevahiya Tirkiyeyê çi ye?
Mistefa Akkuş: Masiyê Darexê tenê di Gola Wanê de dijî û li ti deverên din ên cîhanê peyda nabe. Dema em li nexşeyê dinêrin, em dibînin ku li rojavayê Tirkiyeyê golek girtî heye û ti pêwendiyeke wê ya avê li gel derve nîne. Ji bo ku em cudahiya masiyê Darexê fêm bikin, divê em vegerin dîroka beriya milyonek salî. Wê demê Gola Wanê ji ya niha mezintir û berfirehtir bû û pêwendiya wê bi beşên din ên Anatolyayê re hebû.
Lê belê beriya 800 hezar salan, ji ber teqîna Çiyayê Nemrûdê ku li başûrê golê ye, pêwendiya golê li gel derve qut dibe û Gola Wanê ya îro ava dibe. Di destpêkê de ava wê şîrin û paqij bû lê ji ber ku ti rêyeke derketina avê tune ye, gol tenê bi rêya hilmbûnê avê winda dike. Bi derbasbûna demê re, ava ji çiyayan tê gelek madenên kîmyewî û sodayê tîne nav golê û bi vî awayî Gola Wanê dibe golek tije xwê û bi soda. Di wê demê de masiyê Darexê di nav Gola Wanê de asê dimîne û ti şansê wî yê derketina derve namîne.
Rûdaw: Carinan rayedarên hikûmetê û bi taybetî jî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li şûna "Gola Wanê" îfadeya "Deryaya Wanê" bi kar tînin. Xelkê herêmê jî gelek caran vê yekê dubare dikin. Her çi qasî navê wê yê fermî gol be jî, 4 giravên wê hene û gelekî mezin e. Nêrîna we li ser vê yekê çi ye?
Mistefa Akkuş: Şaristaniyên kevn ji Gola Wanê re digotin derya çimkî ji bo Gola Wanê ji ber kalîteya ava wê û mezinahiya wê pênaseya deryayê guncavtir e. Gola Wanê gelekî mezin e û rûberê wê 3 hezar û 712 kîlometre çarçik e. Eger tu bixwazî bi otomobîlê li dora golê bigerî, rojeke temam ji te re pêwîst e. Kûrahiya wê jî digihe 461 metreyan. Masiyê Darexê yekane cureyê masiyan e ku dikare di vê ava şor û soda de bijî û sûdekî mezin ê aborî bide.
Dahata vî masiyî ya ji bo herêmê gelekî girîng e. Îro ev masî debara jiyana nêzîkî 30 hezar kesan dabîn dike. Salane li Tirkiyeyê 30 hezar ton masî ji avên navxweyî tên girtin ku 10 hezar ton ji wan tenê masiyê Darexê ye. Ev jî dike sêyeka hemû berhema masiyan a navxweyî ya welêt û dahata wê ya salane zêdetirî 12 milyon dolarî ye.
Rûdaw: Koça berevajî ya masiyê Darexê ya ji bo zindîmayînê bûye çîrokeke balkêş û salane gelek geştyar ji bo dîtina wê dîmenê berê xwe didin Wanê. Gelo sira vê koçê çi ye?
Mistefa Akkuş: Di şertên asayî de û li gorî pîvanên zanistî, divê di Gola Wanê de ti masî nejîn çimkî masiyan di jîngeheke pH 7-8 de jiyana xwe didomînin lê pileyê Gola Wanê 9.2 ye. Em dikarin bêjin ku Gola Wanê ji bo masiyan wekî Sîbîryayê ye û şertên wê gelekî giran in. Her çi qasî masiyê Darexê di nav ava şor de bijî jî, koka wî ji avên şîrin tê.
Ji ber vê yekê, her sal di navbera mehên nîsan û tîrmehê de, ji bo danîna hêkan û zayînê, koçeke berevajî ber bi wan rûbarên şîrin ve dike ku diherikin nav golê. Ev ne koçeke asayî ye; em behsa bi milyaran masiyan dikin ku diçin 111 çem û rûbarên navçeyê. Masî piştî danîna hêkan vedigerin nav golê û piçûkên wan jî piştî du hefteyan heman rêya bav û kalên xwe dişopînin û diçin nav gola mezin.
Rûdaw: Darex ne yekane masî ye ku koç dike. Gelo koça berevajî ya Darexê ji koça masiyên din cudatir e?
Mistefa Akkuş: Ev koça masiyê Darexê geştekî gelekî zehmet e. Guherandina jîngehê ya ji ava bi soda ber bi ava şîrin ve, wekî wê yekê ye ku tu ji jûreke 50 pileyî germ derkevî û herî jûreke ku pileyê wê 50 pileyên bin sifirê be. Ji ber vê yekê, masî nêzîkî 10 rojan li devê rûbaran dimînin da ku laşê xwe li gorî jîngeha nû amade bikin. Di wê demê de tiştekî naxwin û tenê armanceke wan heye; ew jî bicihanîna erka zayînê ye ku ev 800 hezar sal in didome.
Rûdaw: Wan ne parêzgeheke asayî ye û gelek dewlemendiyên wê hene. Ji xeynî dîrok û golê, pisîkeke wê ya taybet heye ku çavên wê du reng in û ev 10 sal in di xwarina taştê de li cîhanê pêşeng e. Her wiha xwedî deriyên sînorî ye û li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ye. Gelo masiyê Darexê çi li ser vê dewlemendiyê zêde kiriye?
Mistefa Akkuş: Bi saya masiyê Darexê, sektora geştyariya jîngehê li Wanê geş bûye. Salane fêstîvalên taybet tên lidarxistin û bi hezaran wênegir ji bo dîtina dîmena koça masiyan berê xwe didin herêmê. Niha di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê de girtina vî masiyî qedexe ye û cendirmeyên Wan û Bedlîsê lê miqate dibin.
Lê divê em bizanibin ku ev ne tenê parastina masiyekî ye; ev parastina çand, mîrate û nanê zarokên paşerojê ye. Her masiyekî ku bi neyasayî tê girtin, bi xwe re 10 hezar hêkan ji nav dibe. Ji ber vê yekê, parastina vê samanê erkê her kesî ye da ku ji bo nifşên paşerojê tenê wekî çîrok û efsaneyekê nemîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse