Semîra Hec Elî: Perwerdeya bi zimanê Kurdî dê berdewam bike, ev xeta sor e

57 xulek berê
RÛDAW
Vîviyan Fetah û Semîra Hec Elî / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Vîviyan Fetah û Semîra Hec Elî / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Kurdî Perwerde Semîra Hec Elî
A+ A-

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Semîra Hec Elî bû mêhvana Rûdawê û wê ragihand ku perwerdeya bi zimanê Kurdî û materyalên zimanê Kurdî dê berdewam bikin.

Semîrayê bal kişand ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê û biland:

“Ti carî bawer nakim ku ev civaka ku hebûna xwe di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de careke din diyar kir, bi zimanê xwe, bi çanda xwe jiya, qebûl bike ku perwerdeya bi zimanê Kurdî were qedexekirin.

Ev bi rastî jî wekî xeta sor e, dê neyê qebûlkirin û dê perwerdeya bi zimanê Kurdî, materyalên zimanê Kurdî dê berdewam bikin.”

Semîra Hec Elî di heqê qedexebûna Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê de jî axivî û anî zimên:

“Berê jî xebatên ziman hebûn lê bi rengê veşartî bûn, bi rengekî ku qedexe bû lê di 2011an de êdî bi rengekî ku eşkere me xebatên ziman kirin.

Di 2012an de li herêmên Kurdan, li Rojavayê Kurdistanê ji Efrîn, Kobaniyê hetanî Cizîr û Dêrikê, hemû dibistanên taybet ên zimanê Kurdî vebûn.”

Hevseroka Desteya Perwerdeyê bal kişand ser berdêlên ku hatine dayîn jî û got, “Ne wisa bi hêsanî ye, di şoreşê de bedelên pir giran tên dayîn heta ku di sîstemeke xwe û hebûneke xwe wekî Kurd didî der, li Rojavayê Kurdistanê jî ev yek hate xuyanîkirin.”

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Semîra Hec Eliyê pirsên me bersivandin:

Rûdaw: Temaşevanên hêja, dema we baş be. Li ser rewşa perwerdeyê û çarenivîsa xwendekaran a li Rojavayê Kurdistanê, em dê hevpeyvîneke taybet pêşkêşî we bikin. Mêvana min, Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Semîra Hec Elî ye. Semîra Xanim, dema te baş.

Semîra Hec Elî: Roj baş.

Rûdaw: Sala çendan bû dema ku we biryar da li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî derbasî sîstema xwendinê bibe? Gelo yekser derbas bû yan jî li ser çend qonax bûn ev pêvajo?

 Semîra Hec Elî: Ji xwe bi Şoreşa 19ê Tîrmehê, şoreşa ziman li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Ji 2011an de kar û xebatên ziman li Rojava ket pratîka xwe. Berê jî xebatên ziman hebûn lê bi rengê veşartî bûn, bi rengekî ku qedexe bû lê di 2011an de êdî bi rengekî ku eşkere ye me xebatên ziman kirin. Di 2012an de li herêmên Kurdan, li Rojavayê Kurdistanê ji Efrîn, Kobaniyê hetanî Cizîr û Dêrikê, hemû dibistanên taybet ên zimanê Kurdî vebûn. Yên dibistanên biçûk bûn; li bajaran bûn, li gundan bûn, wekî navendên fêrkirina zimanê Kurdî ji bo gel, ji bo her kesê bixwaze fêrî zimanê xwe bibe.

Pêvajoya yekemîn wiha dest pê kir, bi rastî jî bi coşeke pir mezin bû ku dest pê kir û xebatên me yên ziman hêdî hêdî ketin pratîka xwe. Di 2012an de konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hat sazkirin. Biryara ku hat derxistin, di astên nîqaşê ku çêbûn ku mamoste werin amadekirin, ango êdî pêvajoyeke nû jî dest pê dike.

Ew pêvajo jî amadekirina mamosteyên ku derbasî dibistanan bibin. Ji xwe mamoste jî hatin perwerdekirin lê belkî demên pir hindik bûn jî hem sibehê dihatin perwerdekirin, piştî nîvro dihatin perwerdekirin. Em derbasî dibistanên hem seretayî, hem navîn, hem amadeyî bi saetên ziman wekî dayîna bingeheke ji xwendekarên Kurd re, di hemû herêmên Kurdan de vê yekê dest pê kir.

Wan mamosteyan ev xebatên bi fedekariyeke pir mezin û bê pere, xwe dimeşandin. Pir astengî jî hatin pêşiya me. Sîstema Beasê em bêjin rast e hilweşiyabû di herêmên Kurdan de, lê çi hebû? Hîn dibistanên rêjîma Beasê hebûn; ji bo vê yekê her deriyê dibistanan li pêşiya me digirtin. Her neqebûlkirinek hebû, her kadroyên wan xwe didan alî.

Hinek zehmetî jî hatin pêşiya me lê me karîbû hem saetên zimanê Kurdî di hundirê wan dibistanan de bi cih bikin hem jî perwerdeya wan xwendekaran, perwerdeya wan a rêbazî jî em bidomînin bi însanên xwe yên ku bi rastî jî xwendina xwe li ku derê xwendibû, li Helebê, li Şamê; yanî materyalê ku xwendine em karibin zaroka bêxwendin nehêlin. Ango ew pêvajo pir hestyar bû, wê pêvajoyê bingeheke esasî danî.

Rûdaw: Ev we bi dana dersan dest pê kir, wate dersên Kurdî hebûn, we pê dest pê kir. Piştî çend salan êdî we karîbû bi temamî rêbazê xwendinê biguherin?

Semîra Hec Elî: Yanî ji xwe vê yekê heya 2014an berdewam kir. Di 2014an û ragihandina Rêveberiya Xweser li herêmên Kurdan, li Efrîn, Kobanî, Cizîrê, êdî wekî statuyeke Rêveberiya Xweser çêbû. Di aliyê fermiyetê yan di karê xwe de çawa aliyên îdarî, saziyên xwe ava bike, saziyên perwerdeyê hatin avakirin. Saziya Rêvebirina Dibistanan bû, paşê jî Saziya Rêbazan hat avakirin di 2014an de. Bi heft kesan me dikaribû em dest pê bikin, îro jî belkî zêdetirî 100 karmendên me di hundirê xebata Saziya Rêbazan de kar dikin.

Me bi avakirina van saziyan dikaribû êdî hêdî hêdî em dest pê bikin. Dest bi wan xebatan bû, amadekariyek çêbû ji bo rêbazên bi Kurdî, hem jî ji ber ku perwerdeya me pirzimanî ye; rêbazên Kurdî, Erebî, Suryanî jî hatin lê ji bo Kurdiyê, bi taybetî gelekî li ser hate sekinîn. Peymangeh hatin vekirin, peymangeha xurtkirina mamosteyan, amadekirina mamosteyan. Ji ber li Rojavayê Kurdistanê wekî cara yekemîn e ku xebatên ji bo zimanê Kurdî, xebatên ji bo materyalên bi zimanê Kurdî zehmetiyên wê jî pir hebûn bi rastî. Ji bo em vê zehmetiyê derbas bikin, li seranserê Rojavayê Kurdistanê peymangeh hatin vekirin. Serê çend salan wan peymangehan mamoste xurt kirin û bilindkirina asta mamosteyan di materyalên wan de hate kirin.

Vê pêvajoyê jî bi rastî asteke pir baş da mamosteyan. 2015-2016an dest bi derbasbûna materyalan bû lê belkî cudahî, mînak em bêjin Efrîn 2015-2016 dikaribû hetanî pola 6an, Kobanî hetanî pola 6an, materyalên bi Kurdî derbas bin. Rêbazên bi Kurdî li Cizîrê hetanî pola 3yan û her wiha sal bi sal hetanî em bêjin li Cizîrê di 2020an de ezmûnên rêbazên Rêveberiya Xweser bi zimanê Kurdî hatin pêşkêşkirin. Ango qonaxeke ku sal bi sal, her car 3 pol li Herêma Cizîrê, hemû herêmên din ên wek Efrîn û Kobaniyê.

Rûdaw: Dibistan ji pola 1ê heta 12an û ezmûna 12an ango bakelorya giş bi Kurdî bû, bi temamî bû bi Kurdî. Semîra Xanim, rêbazê xwendinê eynî ew rêbaza ku we di destpêkê de danî, yan guhertin çêbû? Di heyama çend salan de pêşketin bi xwe ve dît, ji ber ku wekî tê bîra min di destpêkê de hinek giliyên îdeolojîk li ser hebûn. Ew pirsgirêk hatin çareserkirin? Yanî dem derbas bû, rêbaz hat guhertin, pêşketin tê de çêbû?

Semîra Hec Elî: Bi berdewamî divê were guhertin. Ne ji bo meseleyên îdeolojîk jî; ne ku wêneyên şehîdan tê de bin, ne îdeolojî ye. Îro li ser xwîna hezaran şehîdan e heta ku ev sîstem hatine avakirin. Ne wisa bi hêsanî ye, di şoreşê de bedelên pir giran tên dayîn heta ku di sîstemeke xwe û hebûneke xwe wekî Kurd didî der, li Rojavayê Kurdistanê jî ev yek hate xuyanîkirin.

Aliyên rêbazê, li hemû welatan îdeolojiyeke rêbazê heye. Ti kes bê siyaset tune, ti alî bê siyaset û bê îdeolojî rêbazan nadeyne. Ji bo vê yekê mînak ne ku meseleyên îdeolojîk e, meseleyên zanistî ye, meseleyên pêşketinên ku li dinyayê çêdibin, guhertin û veguhertinên ku çêdibin. Rêbaz wekî xwe namîne, ji bo vê yekê mesele salane ew rapirsî çêdibûn di aliyên hundirê dibistanan de; mamoste, gel, mesele li gorî asta xwendekaran, ne li gorî asta xwe. Xwendekarekî pola çaran ev pirtûk têrê dike yan kêm e yan zêde ye? Yanî bi van rêbazan me dikaribû salane guhertin û veguhertinan çêkin lê ji salan rêbazê xwendina Rojavayê Kurdistanê li vir...

Belê, saziya me rêbazan dinivîsîne û ev du sal em ketine sala sisêyan, ji xwe ew guhertin û pêşketinên ku di rêbazan de çêdibin, serê du salan wekî stratejiya sê salan hate guhertin. Sê sal jî niha sala dawî ye. Ew jî materyalên guncav bûn; her carê çar pol. Materyal salane dihat guhertin, îsal jî sala me ya dawî ye ku saziya me ya rêbazan, rêbazên guncav hatine guhertin û bi pêş ketine, guhertinên pedagogiya wê nade, di aliyên çawa pêşketinên guncav dibin, mîna tu çawa dikarî xwendekar tu wî bike ku êdî dikare dersê bide, êdî karibe zû bigire, dan û standina wî, giftûgoya wî, di hundirê dibistanê de yan em bêjin di hundirê polê de bi mamosteyê xwe re, ev pir girîng in. Mesele di hundirê rêbazê de ev xal pir hatine nivîsandin, pir hatine guhertin. Heta bi malbatê re, ji ber îro divê tu civakê jî derbasî hundirê dibistanê bike.

Mînak di pirtûkeke xwendekarên me yên seretayî de mamoste dipirse: "Çend cureyên daran hene?" Mesele cureyên daran yek di destê ne, dema tu dikarî ji malbata xwe bipirsî çi cureyên daran jî hene? Dikare bêje malbata min jî, yanî dayîk û bavê min jî gotine ev ev dar heye. Yanî ew aliyekî perwerdenasiyê ku xwendekar jî karibe bi rastî aliyên dersdayînê, aliyên guftûgoyê, aliyên ku xurtbûna xwendekar bigire dest. Bi rastî jî di rêbazên me de, rêbaza me pir pêşketî ye. Wê her kêmasî hebin di astên guherîna rêbazê de yan guhertinên ku çêdibin. Dîsa pirsek çêdibe, lêpirsînek çêdibe ka mirov çawa dikare biguhere? Ev li cem me mutleq e; guhertin û veguhertin di pir qada perwerdeyê de vekirî ne.

Rûdaw: Li herêmê çêbûn, yên siyasî, leşkerî, aborî û bê guman hemû movikên jiyanê ku yek ji wan û pirsgirêka sereke ji wan, warê perwerdeyê be. Bi nerîna we çawa ye? Pêwîst e xwendina bi zimanê Kurdî berdewam bike, dê çi bibe û divê çi bê kirin?

Semîra Hec Elî: Yanî ji xwe niha em di vê pêvajoya guhertin û veguhertinê de ne. Ev pêvajo jî aliyên diyalogê ne, pir dirêj dikin, ne wekî pêvajoyên şeran, pêvajoyên diyaloga pir dirêj in, ji ber pir nîqaş dibin, pir pêşniyar hene, pir erênî, pir neyînî; yanî di van aliyan de demeke dirêj jê re divê. Di halê hazir de wekî entegrasyona îro tê gotin, tê meşandin, bi taybetî aliyên perwerdeyê û entegreyê, birêvebiriyek hatiye destnîşankirin, kar û xebatên birêvebirî, îdarî têne meşandin.

Lê aliyekî pir girîng heye, ew e ku hebûna Kurdan derxe ku Kurdan hebûna xwe pê dîtîye. Zimanê Kurdî zimanek e ji bo civakê pir girîng e. Îro em jî wekî civaka Kurd, wekî gelê Kurd li ser xaka xwe ya resen li Rojavayê Kurdistanê û bi sed hezaran xwendekaran û ev serê 15 salan e xwendina xwe bi zimanê xwe yê dayîkê, bi Kurdî dikin, nabe em vegerin 2011an.

Ji bo vê yekê mesele di nîqaşên bi wezaretê re, di nîqaşên ku îro dibin, hem sala me ya xwendinê ya îsal û sala pêşiya me wê dîsa berdewam be bi rêbazên Rêveberiya Xweser ya Kurdan, hetanî ku rêbazeke niştimanî li ser asta Sûriyeyê çêbibe ku hemû aliyên Sûriyeyî têkevinê û xweseriya Kurdan were parastin di hundirê wê rêbazê de.

Ew rêbaz bi Erebî çêbibe, paşê wergera Kurdî, tu pirsgirêk tune lê divê taybetiyên her gel û neteweyan li ser xaka Sûriyeyê werin parastin ev pir girîng e. Wergera Kurdî jî ji bo xwendekarên me yên Kurd, ne asta bekeloryayê derbas kirine, asta zanîngehê jî derbas kirine ku Zanîngeha Kobaniyê be, Zanîngeha Rojava be; yanî ev zanîngeh jî roleke pir girîng ji bo van xwendekaran û aliyê wan ê Kurdî yê xurt dike.

Îro roj xwendekarên zimanê Kurdî dikarin doktoraya zimanê Kurdî bixwînin, ji ber van hemûyan em nikarin careke din vegerin berîya 2011an. Ez dixwazim bêjim ev aliyek e; aliyên ku di Mersûma 13an de du saetên bijarde; du saetên bijarde wê ne ji bo herêmên Kurdan bin, me ev yek bi zelalî nîqaş kiriye, zelal e ji aliyê me ve ku li navçeyên Kurdî dê xwendin bi zimanê Kurdî be û du saetên bijarde wê li navçeyên din be.

Bijarde û derbasbûna wê li herêmên Kurdan nayê pejirandin lê li herêmên din normal e. Em jî dixwazin Kurdî li hemû herêman hebe; ev aliyekî wê yê erênî heye ku di aliyên Sûriyeyî li Şamê be, li Idlibê be, li ku dibe bila bibe, Kurdek her fêrî zimanê xwe bibe.

Ya erênî, amade ye aliyên herêmên Kurdî û xwendekarên xwendina xwe bi zimanê xwe yê dayîkê xwendine û berdewam dikin, nabe ku vegerin du saetên bijarde; yanê ev mutleq in. Ev pêvajo bila wisa bimeşe, nesekinîye. Yanî belkî derengmayîn heye, em nabêjin 30 sal; wa em ber dawiyê diçin, 28ê mehê dawiya dibistanê ye, sala xwendinê ye.

Sala pêşiya me em dê bi rêbaza Rêveberiya Xweser bimînin. Yanê heta rêbazeke niştimanî çêbibe, dem jê re divê. Yanê dem divê heta ku em karibin rêbazeke niştimanî gorî mozaîka Sûriyeyê tev tê de be, taybetiyên wan neteweyan tê de be, nemaze neteweya Kurd; ev hemû dem jê re divê.

Rûdaw: Sîstema xwendinê û bernameya xwendinê îsal û sala bê li navçeyên Kurdan û navçeyên Rêveberiya Xweser dê wek xwe bimîne?

Semîra Hec Elî: Wekî sîstemên rêveberiyê, mesele desteyên ku dibin rêvebirî. Em bêjin rêveberiyên dibistana wekî gotina muceme (komelgeh), girêdayî rêvebiriyê; hinekî ev guhertin û veguhertin hewce dike, yanî li gorî parêzgehan wê çêbibe.

Lê wekî perwerde û rêbaz, wê rêbazê Rêveberiya Xweser be, xwendekar li ser berdewam bike, xwendekar mexdûr nebe, hetanî ku rêbazeke niştimanî çêbibe û ew rêbaz jî wergere zimanê Kurdî.

Rûdaw: Ew ew rêbaza niştimanî ya ku tu behsê dikî dê çawa çêbibe? Dibe ku heta du salan jî dirêj bike. Cihên Kurdan heman rêbaz bê wergerandin? Semîra Xanim, aliyê ku vê rêbazê deyne ma dê rengê wî tê de xuya nebe? Yanî ji mesele madeya dîrokê; em dê li vir li Rojavayê Kurdistanê di madeya dîrokê de dîroka Kurdan bixwînin yan dîroka fethên Îslamê bixwînin? Wergerandin tenê bes e bi nerîna te, yan jî wê hinek guhertin di hinek aliyan de çêbibin? Ji ber ku dibe hikûmeta demkî ya Sûriyeyê aliyekî neteweyî, aliyekî olî tê de nîşan bide, wê demê wê çawa bê wergerandin ji bo herêmên Kurdan, li ser vê yekê nîqaş, gotûbêj hatiye kirin an na?

Semîra Hec Elî: Divê komîteyên pêwîst bên avakirin û nîqaş bê kirin. Yanî wê dem dirêj bin. Ji bo wê me got mesele taybetiyên Kurdan e, erdnîgariya wî ye, dîroka wî ye, civaka Kurd, çanda Kurdan û hem jî mesele Suryanî ye, Ermenî ye, Elewî ye, Durzî ye; yanî me got wekî mozaîka Sûriyeyê, ev di rêbazê de divê were xuyakirin. Ji bo vê yekê ev kar û xebateke domdar û dirêj e. Divê hetanî ku rêbaz were çêkirin, dê ne serdestiyeke aliyê hikûmeta Şamê tê de hebe, dê ne serdestiyeke aliyê Rêveberiya Xweser tê de hebe. Yanî aliyekî ku rêbazê em bibêjin îro di Sûriyeyê de kî hebe, kî razî bibe rêbazê nas bike. Sûriye bi çi rengî ye, çawa ye, pirrengiya Sûriyeyê bide xuyakirin; ev armanca me ye û ew jî heta xebat em bêjin li ser wê bê kirin, komîteyên wê werin amadekirin, saziyeke me ya rêbazê heye, hakimiyeta wê di aliyê rêbaz û amadekirina rêbazan de heye, ev wê hemû bi diyalog, nîqaş û ev wergerandin kirin.

Rûdaw: Eger hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwendina bi zimanê Kurdî li herêmên Kurdan qebûl nekir, divê Kurd çi bikin?

Semîra Hec Elî: Divê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, aliyên hemû sazîyên em bibêjin mafên mirovan, sazîyên civaka sivîl, qada perwerdeyê bi tevahî, bertekekî pir xurt li hemberî vê nadeynin û wê neyê pejirandin ku du saetên bijarde derbasî herêma Kurdan bibin û zimanê, em bibêjin perwerdeya bi zimanê Kurdî yan rêbazê bi zimanê Kurdî ji herêmên kurdan were rakirin û serdestiyeke dîsa wekî sîstemên berê ya Beasê dîsa careke din li ser Kurdan were ferzkirin.

Ti carî bawer nakim ku ev civaka ku hebûna xwe di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de careke din diyar kir, bi zimanê xwe, bi çanda xwe jiya, wê qebûl bike ku perwerdeya bi zimanê Kurdî were qedexekirin. Ev bi rastî jî wekî xeta sor e, dê neyê qebûlkirin û dê perwerdeya bi zimanê Kurdî, materyalên zimanê Kurdî wê berdewam bikin.

Rûdaw: Bawernameyên Rêveberiya Xweser nas kirine. Ew kesên ku berî niha xwendine û derçûne, derçûyên zanîngehê bin, yên peymangehê bin yan jî yên dibistanan bin, bawernameyê wan hatine naskirin an jî gotûbêj li ser vê mijarê jî hîn berdewam dike?

Semîra Hec Elî: Her însan dê rehet be lê em ne bi rengê ku neyînî ye lê dinêrin.

Rûdaw: Gelekî spas, Semîra Hec Elî, Hevseroka Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser! Gelekî spas ji bo vê dema ku te da me, siheta te xweş. Spas ku we li me temaşe kir, bi xatirê we.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst