Zêna Elî: Perwedeya me bi Kurdî ye, êdî zarokên me me fêrî Kurdî dikin

10 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Hevseroka Zanîngeha Rojavayê Zêna Elî û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hevseroka Zanîngeha Rojavayê Zêna Elî û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Zanîngeha Rojava Zêna Elî Perwerdeya Kurdî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hevseroka Zanîngeha Rojavayê Zêna Eliyê ragihand ku piştî nêzîkî 15 salên perwerdeya bi zimanê Kurdî nifşekî nû derketiye holê.

Zêna Eliyê bal kişand ser zimanê zelal ê nifşê nû û diyar kir ku ev yek destkefteke gelekî bi nirx û biha ye û got:

“Di encama perwerdeya Kurdî de, êdî zarokên me me fêrî zimanê Kurdî dikin."

Wê da zanîn ku ferqeke mezin ketiye navbera nifşê nû û nifşên berê.

Hevseroka Zanîngeha Rojavayê li ser mijara wergerandina pirtûkên Erebî ji bo zimanê Kurdî jî ev agahî da:

"Ev wekî vebijêrkekê tê gotin lê hîn tiştekî teqez nîne."

Zêna Eliyê tekez kir ku nasnameya Zanîngeha Rojavayê Kurdî ye û ew dê bi israr bin ku ev taybetmendî bimîne.

Zêna Eliyê bû mêhvana bernameya Nûrojê û pirsên derbarê perwerdeya Kurdî û rewşa Zanîngeha Rojavayê bersivandin.

Rûdaw: Di heyama van 12 salên borî de destkefta herî mezin a xwendina bi zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çi bûye?

Zêna Elî: Bi rastî, li Rojavayê Kurdistanê ev nêzîkî 15 sal in ku zimanê Kurdî bûye zimanê perwerdeyê. Wekî ku hûn dizanin, di dibistanan de ji asta seretayî heta amadehiyê hemû pol bi Kurdî tên xwendin. Kurdiyeke zelal e. Êdî zarokên Rojavayê Kurdistanê bi Kurdiyeke gelekî zelal diaxivin û dema hûn tên hûn bi xwe jî dibînin.

Ferq û cudahiyek di navbera zimanê zarokên me û zimanê nifşê me yê berê de heye. Êdî zarokên me me fêrî ziman dikin ji ber ku di dibistanan de fêrî zimanê xwe dibin û perwerdeya xwe bi zimanê xwe didomînin. Bi rastî ev destkefteke gelekî bi nirx û biha ye ji bo xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê û hemû Kurdan.

Rûdaw: Gelo programa xwendinê li gor dîrok û sirûşta Kurdan û miletên din bi şêwazekî zanistî hatiye amadekirin?

Zêna Elî: Saziya rêbazan heye ku kesên pispor tê de kar dikin. Ew di her branşekê de li gorî pîvanên zanistî kar dikin. Kesên ku di danîna mufredatê de cih digirin, pisporên wê beşê ne. Dibe ku destpêkê mufredat bi awayekî bilez hatibin amadekirin lê di van demên dawî de mufredata hemû polan ji nû ve hat berçavkirin da ku teoriyên zanistî bi awayekî rast cihê xwe bigirin.

Rûdaw: Li ser dan û standinên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de, Parêzgarê Hisîçayê dibêje wergerandina programên xwendinê yên Sûriyeyê ji bo zimanê Kurdî vebijêrkek e ku tê nîqaşkirin. Hûn wekî Zanîngeha Rojavayê vê pêngavê çawa dinirxînin?

Zêna Elî: Niha, hinek ferq û cudahî di navbera asta zanîngehê û asta xwendina seretayî, navîn û amadehiyê de hene. Wekî ku em dizanin, ji bo astên dibistanê rêbazeke wan a taybet heye ku li hemû dibistanan tê xwendin. Lê zanîngeh cuda ye, dikeve asta lêkolîn, asta referans û pirzimaniyê. Ji xwendekar tê xwestin ku di branşa xwe de serî li gelek çavkanî û zimanan bide. Ev taybetmendiyeke zanîngehê ye.

Derbarê xwendina dibistanan de, dewleta Sûriyeyê dixwest li gorî biryarnameya 13an tevbigere û tenê du wane di hefteyê de bi zimanê Kurdî bên dayîn. Ev tişt heta îro ji aliyê Desteya Perwerdeyê ve nehatiye qebûlkirin.  Ji ber vê neqebûlkirinê nîqaş li ser wê yekê çêbûn ku rêbazên xwendinê yên dewletê werin wergerandin bo zimanê Kurdî. Ev wekî vebijêrkekê tê gotin lê hîn tiştek misoger nîne.

Rûdaw: Wekî nimûne, li Herêma Kurdistanê programên xwendinê ji aliyê Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind ve tên danîn, yanî Herêma Kurdistanê bi xwe datîne ne ku ji Bexdayê bên nivîsandin û wergerandin. Gelo tiştekî wiha niha li Şamê tê nîqaşkirin?

Zêna Elî: Bi rastî, em wekî zanîngeh ne di nav dan û standinên Desteya Perwerdeyê û dewletê de ne. Belkî Desteya Perwerdeyê baştir karibe li ser vê mijarê biaxive.

Lê tiştê ku heta niha tê gotin ev e ku lihevkirin li ser meseleya du waneyan çênebûye û ew nîqaş hene ku rêbaza xwendinê were wergerandin. Her wiha tê gotin ku dibe heta sala bê jî rêbaza xwendinê ya niha ya Rêveberiya Xweser di dibistanan de berdewam bike heta ku ev pirsgirêk çareser dibe.

Rûdaw: Paşeroja Zanîngeha Rojavayê dê piştî lihevkirina bi Şamê re çi be? Dê bimîne yan bê girtin?

Zêna Elî: Bi rastî, me bi Wezareta Xwendina Bilind a Şamê re dan û standin nekirine. Em jî li hêviyê ne ku ew werin û em çareyekê bibînin. Em amade ne. Kengî werin em dizanin em çi dixwazin. Em dixwazin taybetmendiya zanîngeha xwe biparêzin û diyar bikin bê ka em dixwazin çawa berdewam bikin.

Rûdaw: Eger Zanîngeha Rojavayê bimîne, hûn dê programên xwendinê li gorî yên Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê biguherînin?

Zêna Elî: Taybetmendiya sereke ya Zanîngeha Rojavayê zimanê Kurdî ye, yanî nasnameya wê Kurdî ye. Dema em dibêjin zanîngeheke Kurdî, ev nayê wê wateyê ku tenê bi Kurdî ye. Meseleya çavkaniyan, xwendin û lêkolînê bi hemû zimanan dibe lê nasnameya zanîngehê Kurdî ye.

Em rijd in ku ev taybetmendî bimîne, ji ber ku herêmeke Kurdî ye û piraniya xwendekarên me Kurd in. 3 hezar xwendekarên me hene û ji sedî 99ê wan Kurd in. Eger em bikevin ser Wezareta Xwendina Bilind a Şamê jî em bi israr in ku taybetmendiya zanîngeha me bimîne.

Rûdaw: Bi giştî çend beş û kolêj li Zanîngeha Rojavayê hene?

Zêna Elî: Zanîngeha me ji 11 kolej û 3 peymangehan pêk tê û 2 peymangehên me yên xwendina bilind jî hene.

Rûdaw: Bawernameyên we li zanîngehên Ewropayê tên naskirin?

Zêna Elî: Taybetmendiyeke din a zanîngeha me ew e ku bawernameyên me bi zimanê Kurdî ne.  Eger xwendekar Kurd, Ereb an jî Suryan be, bawername dîsa jî bi zimanê Kurdî ye. Hinek nimûne çêbûn ku xwendekarên me çûn Ewropayê û ji bo berdewamkirina xwendina xwe ji me belge hatin xwestin. Li ser bingeha wan belgeyan ew dikarin xwendina xwe li Ewropayê bidomînin. Yanî ew hevsengiyekê dikin da ku bizanibin bê ka bawernameyên me tên qebûlkirin yan na.

Rûdaw: Ji bo ku bawernameyên we bi fermî bên naskirin, li gel saziyên xwendina bilind ên Sûriyeyê dan û standin hene?

Zêna Elî: Li gorî wê lihevkirina ku di navbera HSDyê û hikûmetê de çêbûbû, yek ji xalan ew bû ku bawernameyên hemû saziyên Rêveberiya Xweser bên erêkirin. Çi yên perwerdeyê, çi yên zanîngehê, çi jî yên peymangehên girêdayî perwedehiyê. Ev wekî xalekê hatibû diyarkirin û êdî nabe ku cihê nîqaşê be.

Rûdaw: Hejmara derçûyên we heta niha çend e û ji sedî çend ji wan di saziyên Rêveberiya Xweser û sektora taybet de kar peyda kirine?

Zêna Elî: Zanîngeh di sala xwe ya dehemîn de ye û em dikarin bibêjin ku heta îro 8 dewre derçûne ku nêzîkî 1800 xwendekar dike. Bi rastî, hîn berî ku der biçin jî daxwazeke zêde li ser xwendekarên me heye da ku dest bi kar bikin. Ji ber ku li zanîngehê dewam mecbûrî ye, derfeta wan a karkirinê heta ku xwendinê biqedînin kêm e.

Lê piştî derçûnê, çi di Rêveberiya Xweser de be çi jî di zanîngehê bi xwe de be, derfet ji derçûyên zanîngeha me re tê dayîn. Jixwe berê sê zanîngehên me hebûn, Şerq, Kobanî û Rojava. Dema ku saziyekê karmendek bixwesta her tim pêşengî dida derçûyên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Loma xwendekarên me vê zehmetiyê nakişînin û bi hêsanî kar peyda dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst