RAPIRSÎ: Tenê 4 partî benda hilbijartinê derbas dikin

09-03-2025
RÛDAW
Nîşan Rapirsî ORC Hilbijartin Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a ORCyê tenê 4 partiyên siyasî dikarin benda ji 7 derbas bikin û bikevin parlamentoya Tirkiyeyê.

Kompanyaya Lêkolînan a ORCyê encamên rapirsiya ku di navbera 5-7ê Adara 2025an de li 26 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ya li gel 3 hezar û 390 kesî kiribû eşkere kirin.

Di rapirsiyê de ji xelkê pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartina giştî bê kirin, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin.

Li gorî encamên rapirsiyê, CHP bi rêjeya ji sedî 29,3 partiya yekem e û AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 28,9 partiya duyem e.

Her wiha MHP bi rêjeya ji sedî 8,3 di rêza sêyem de ye û DEM Partî jî bi rêjeya ji sedî 7,8 di rêza çarem de cih digire.

Li gorî vê yekê, li Tirkiyeyê tenê 4 partiyên siyasî benda hilbijartinê ya ji sedî 7 derbas dikin.

Encamên rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a ORCyê bi vî awayî ne:

  • CHP: Ji sedî 29,3
  • AK Partî: Ji sedî 28,9
  • MHP: Ji sedî 8,3
  • DEM Partî: Ji sedî 7,8
  • Partiya Zaferê: Ji sedî 5
  • Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 4,9
  • ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,5
  • Partiya Paşerojê: Ji sedî 2,2
  • BBP: Ji sedî 1,9
  • YMP: Ji sedî 1,6
  • TÎP: Ji sedî 1,5
  • Partiya Anahtar: Ji sedî 1,3
  • DEVA: Ji sedî 1,2
  • Partiyên din: Ji sedî 1,6

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst