Konsulê Giştî yê Holendayê yê Herêma Kurdistanê Adrian IJsselstijn ji Rûdawê re got, “Demeke dirêj e li vir di warê leşkerî de çalak e. Ji salên notî ve leşkerên Holendayê ji bo parastina Kurdan li vir bûn. Pişt re, em bi hev re di şerê dijî DAIŞê de bûn. Niha jî bê guman em li vir in, herwiha em ji bo reformên Pêşmerge şêwirmendiyê dikin.
Bi baweriya me, gelekî girîng e ku berî bidawîbûna vê hewlê, hinek encamên şênber hebin û em hinek reformên rasteqîn di nav Pêşmerge de bibînin, ji ber ku ez bawer im ev di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye.”
Konsulê Giştî yê Holendayê ji Rûdawê re got, “Holenda di nav Yekîtiya Ewropayê (YE) de şirîka herî mezin a bazirganiyê ya Îraqê ye û piraniya wê jî bi rêya Kurdistanê ye.”
Adrian IJsselstijn, di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê, behsa projeyên hevbeş ên li gel Herêma Kurdistanê, xasma yên di sektora çandiniyê de dike.
IJsselstijn eşkere dike ku qebareya bazirganiya di navbera Holenda û Îraqê de salane digihêje 6 milyar euroyan û Holenda di nav welatên YEyê de hevbeşa herî mezin a bazirganiyê ya Îraqê ye û got:
“Piraniya bazirganiyê bi rêya Herêma Kurdistanê yan jî li gel Herêma Kurdistanê tê kirin.”
Her wiha diyar dike ku kompanyayên wan dixwazin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin lê pirsgirêka sîstema bankê heye û ji bo çareserkirina wê hewl didin.
Konsulê Giştî yê Holendayê diyar kir ku welatê wî dê di çarçoveya pêvajoya reform û yekkirina Hêzên Pêşmergeyan de alîkariya Hêzên Pêşmergeyan bidomîne û got:
“Bi ya me pir girîng e ku berî bidawîbûna vê hewldanê, hinek encamên şênber hebin û em hinek reformên rasteqîn di nav Pêşmerge de bibînin.”
Wî derbarê dayîna vîzeya geştyariyê ya ji welatiyên Herêma Kurdistanê re got:
“Ji ber koça neyasayî, vêga em tenê vîzeya bazirganiyê didin û ti rê ji bo dayîna vîzeya geştyariyê nîne.”
Konsulê Giştî yê Holendayê yê Herêma Kurdistanê Adrian IJsselstijn pirsên Arêz Hesen bersivandin:
Rûdaw: Spas, we wekî Holendayê çima ev herêm ji bo vê projeyê hilbijart?
Adriaan IJsselstijn: Bi rastî, me ev proje û ev cih hilbijart çimkî ev di dawiyê de nîşan dide ku dema şarezayiya Holendî bi karsaziya Kurdî re were cem hev, dê çi bibe. Me ji bo beşek ji vê programê piştgiriya darayî pêşkêş kiriye, me ji bo vê derê piştgiriya darayî pêşkêş kiriye, ji ber ku em li vir di warê çandiniyê de çalak in.
Ji bo ku em nîşan bidin ka çi dikare were kirin dema ku hûn bi rastî teknîkên nûjen bikar bînin û li ser bixebitin. Ez bawer im ku ev der mînakeke pir baş e ku tê de berhemên teze yên bi kalîteya bilind hene, wekî xesan ku li seranserê salê berhem dide û di heman demê de rêjeyeke mezin a avê jî tê de tê hilgirtin.
Rûdaw: Mebesta min qezaya Sîrwanê ye ku beşek ji Parêzgeha Helebceyê ye, we çima tenê Sîrwan ji bo vê projeyê hilbijart?
Adriaan IJsselstijn: Bi rastî, ne me bi tenê ev cih hilbijartiye lê karsazê xwecihî ku em pê re kar dikin ev navçe hilbijartiye. Ev navçeyek e ku em tê de di projeyên cuda yên çandiniyê de çalak in; çi di sektora berhemên şîr de be, wekî çêlek û bizinan, çi jî di baxvanî û çandina daran de be. Li vir hin çalakiyên me yên Holendî hene ku bi rastî ji bo her du aliyan jî mifadar in, ji ber ku li vir ji bo veberhênerên Holendî derfetên baş hene û di heman demê de ewlehiya xwarinê û derfetên kar ên xwecihî jî peyda dike, loma em ji vê hevkariyê gelekî kêfxweş in.
Rûdaw: Ango têkiliya wê bi wan bûyerên trajedîk ên ku berê li Helebceyê qewimîne re nîne?
Adriaan IJsselstijn: Bê guman, bûyerên Helebceyê rabirdû ne û pir xemgîn bûn, tiştek e ku em qet ji bîr nakin. Em li Helebceyê di gelek warên cuda de dixebitin ji bo piştgiriya Helebceyê, ji bo piştgiriya aboriya xwecihî û veberhênerên xwecihî. Mînak, em bi zanîngehê re dixebitin, projeyeke me bi navê "Em bi hev re bajarê xwe ava dikin" heye ku tê de em ciwanan han didin ku ji bo pirsgirêkên xwecihî li ser çareseriyên xwecihî bixebitin. Her wiha em di warê bazirganiyê de jî dixebitin, ji bo handana karsaziyê û afirandina derfetên kar ên xwecihî.
Rûdaw: Ez dizanim hûn li Hewlêrê dijîn lê dixwazim nêrîna we derbarê Silêmaniyê zanibim çimkî ez bi xwe xelkê Silêmaniyê me.
Adriaan IJsselstijn: Belê, têdigihêm, ez her gav kêfxweş im ku têm vir. Bi rastî, ez ji Silêmaniyê pir hez dikim. Dema ku ez têm vir, bi piranî êvaran diçim wî cihê ku bawer dikim navê wî Cadeya Salim e.
Rûdaw: Seholeke.
Adriaan IJsselstijn: Ji bo vexwarina çayekê li gel piçek kunefeyê. Bajar pir zindî ye, bi coş û kelecan e. Wekî min got, karên me yên zêde hene, wekî Holenda gelek karsazên me hene ku li vir çalak in. Li gel wê jî, gelek welatiyên me yên Holendî hene ku li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê ne, li Silêmaniyê jî ne. Ew kesên ku pasaportên wan ên Holendayê hene wekî balyozên me ne, lewra em hez dikin ku pêwendiya me bi wan re hebe.
Rûdaw: Tu bêyî ti parêzer li Cadeya Salim digerî û ji ti pirsgirêkeke ewlehiyê natirsî?
Adriaan IJsselstijn: Ez her dem li vir xwe rihet hîs dikim, ez diçim wir çaya xwe vedixwim û ji dîtina jiyana bajêr kêfxweş dibim, mîna gelek kesên din ên vir.
Rûdaw: Ez dizanim hûn û welatê we pir hez dikin ku li ser sektora çandiniyê biaxivin. Ez dixwazim çend pirsan li ser çandiniyê li Herêma Kurdistanê bikim. Holenda çawa alîkariya cotkarên Kurdistanê dike ji bo pêşxistina berhemên wan? Wekî ku hûn dizanin, di vê serdema ziwabûnê de, baran nîne.
Adrian IJsselstijn: Belê, di rastiyê de ez bawer im ku ev mînaka herî baş e. Bi projeyeke wekî vê, tu dikarî hejmareke zêde a xesan, hejmareke zêde ya xwarinê berhem bînî, di demekê de ku hejmareke pir mezin a avê ji bo te tê parastin, çimkî tu tibabeke kêm a avê bikar tînî li gorî ku tu li derve berhem bînî. Lewra projeyên me yên wekî vê hene ji bo handana berhemên xwecihî lê di heman demê de yek ji armancên me yên din jî ew e ku em kar bi awayekî bikin ku li gorî rewşa hewayê be, ji ber ku tu dizanî ev ne tenê bi peydakirina derfetên kar ve girêdayî ye, ne tenê bi çêkirina xwarinê zêdetir ve girêdayî ye, belkî divê tu vê yekê jî li ber çavan bigirî ku av li vir ne bêsînor e.
Li Holendayê carinan ava me zêde ye, li vir diyar e ku ava we pir kêm e. Em çi karî bikin dema ku tê ser pêşxistina çandiniyê li vir, an jî pevguhertina zanyariyan an jî gotûbêjkirina li gel hikûmetê, em dixwazin piştrast bibin ku kar bi awayekî tê kirin ku şiyana berdewamiyê hebe û herwiha kêmasiya avê li ber çavan bê girtin.
Rûdaw: Holendayê têgeha "pirsgirêka avê" veguherandiye "birêvebiriya avê." Hûn şarezayî û ezmûna xwe çawa ji cotkarên Kurd ên vir re bi kar tînin?
Adrian IJsselstijn: Rast e, tu dikarî di çend astên cuda de lê binêrî. Mînak, me pevguhertina agahiyan heye ku tê de, bila em bêjin zanîngeh agahiyan bi zanîngehên din re diguherin, an jî em perwerdeya praktîk pêşkêşî cotkaran dikin, perwerdeyên pisporî ku em ji wan re dibêjin çawa bi awayê herî baş zeviyên xwe av bidin. Di heman demê de anîna wan kompanyayên ji Holendayê ku şarezayiya wan a praktîk heye, mînak kompanyayên ku dizanin çawa xaniyên plastîk çêkin û çawa wer bikin ku enerjî û ava kêm bikar bînin, da ku em wan bînin vir û han bidin ku veberhênanê li vir bikin. Di heman demê de em xelkê Kurd jî han didin ku bi wan kompanyayên Holendî re têkevin têkiliyê û bi wan re kar bikin.
Rûdaw: Yek ji beşên bazirganiyê di sektora çandiniyê de şandiya berheman a welatên biyanî ye, mînak şandina nav bazarên Ewropayê. Hûn dizanin ku hinek berhemên me yên xwecihî hene wekî kartol, bacanên sor, tehîn, berî çend rojan festîvaleke me hebû. Holenda çawa alîkariya cotkarên Kurd dike ji bo hinardekirina berhemên xwe bo bazara Ewropayê yan jî Holendayê?
Adrian IJsselstijn: Bila ez bi vê yekê dest pê bikim ku bêjim ez bi rastî ji berhemên xwecihî yên vir hez dikim, wekî hinara Helebceyê û sêva Berwarî.
Rûdaw: Te xwariye?
Adrian IJsselstijn: Belê, bê guman min xwariye. Vê dawiyê ez li Festîvala Hinaran a Helebceyê bûm. Pir îlhambexş e ku tu dibînî...
Rûdaw: Tu çûyî Festîvala Hinaran?
Adrian IJsselstijn: Belê, ez li wir bûm. Berhemên bi kalîteya herî bilind li wir bûn, bi rastî jî ecêb e. Bê guman, dema ku dor tê ser hinardekirina wan bo Ewropayê, rênimayên tund ên ewlehiya xwarinê hene. Tiştê ku em dikin, wekî mînak berî nêzîkî salekê hinek projeyên me yên biçûk hebûn ku me tê de rahênan li biryarderên xwecihî dikir, biryarderên Herêma Kurdistanê.
Me perwerdeya ewlehiya xwarinê da wan, me rahênanên pratîk dan wan derbarê wê yekê ku çi bikin ji bo piştrastkirina ku rê bê dayîn ku berhemên wan derbasî YEyê bibin. Ev hinek ji wan tiştan in ku em dikin ji bo ku em piştrast bin ku rojekê ji rojan hinara Helebceyê û sêva Berwariyê bigihîjin bazara navxweyî ya Holendayê.
Rûdaw: Baş e, lê wekî Konsulxaneya Holendayê li Herêma Kurdistanê, hûn bawer dikin ku berhemên me pir guncav in ku di bazarên Ewropayê de hebin?
Adrian IJsselstijn: Wekî min got, ez bi rastî ji wan berheman hez dikim.
Rûdaw: Mebesta min ji aliyê kalîteyê ve ye.
Adriaan IJsselstijn: Kalîteya wê herî bilind e, me hinek lêkolîn kir, ez bawer im berî nêzîkî salekê bû, dema behsa xwirekê tê kirin, ne tenê ew e ku di dema berhevkirina berhemê de baştirîn berhemê te hebe, belkî piştrastbûn e ji wê yekê ku pakêtkirineke rast, navnîşaneke rast, veguhestineke rast û sarxaneya te hebe çimkî tişta em dibînin ew e ku berhevkirin gelekî baş e lê hinek caran pirsgirêk di pakêtkirin û sarxaneyê de hene, lewma di proseya veguhestina bo cihê mebesta dawî de, gelek ji berheman kalîteya xwe ya baş ji dest didin.
Rûdaw: Bê guman, bê guman.
Adriaan IJsselstijn: Lewma ez bawer im ji wî alî ve hinek astengî mane, ev ew astengî ne ku bi rastî em dixwazin bibin alîkar da ku em bizanin ka em çawa dikarin her du alî ji wan re çareseriyan bibînin, ez ducare dikim berhem gelekî baş in, lê di heman demê de rênimayên selamtiyê li Ewropayê gelekî asê û tund in.
Rûdaw: Hûn çawa dixwazin alîkariya cotkaran bikin da ku van pêvajoyan ji bo hinardekirinê baş bikin?
Adriaan IJsselstijn: Belê, wekî min got, me li ser vê yekê hinek lêkolîn kiriye, ne tenê li ser berhevkirina berhemê, belkî li ser wê yekê ka ev berhem çawa digihîje bazarê, me çend tişt destnîşan kirine ku em dikarin li ser kar bikin, lê ew tiştek e ku divê em bi hev re li gel kompaniyan bikin, piraniya karên me li ser bingeha hevkarîkirinê ne, ne ew e ku em tiştekî dikin, belkû em dixwazin hevkariyê bikin, em dixwazin hevkariya kompaniyên navxwe bikin daku em bizanin ka ew çawa dikarin xwe baştir bikin, ev yek ji waran e, warê duyem, wekî min got rahênan e bi biryarderan re, wekî ku di rastiyê de divê tu çi bikî? Divê li vir çi bê kirin daku tu piştrast bibî ku proje rê pê tê dayîn ku biçe nav YEyê.
Rûdaw: Baş e, bila em behsa bazirganiyê bikin, hûn dizanin hinek kompaniyên holendî li Herêma Kurdistanê û li welatên cuda kar dikin, asta bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Holendayê de çawa ye?
Adriaan IJsselstijn: Di rastiyê de gelekî baş e. Tu dizanî ku Holenda hevbeşa bazirganiyê ya hejmar yek e ji YEyê ve ji bo Îraqê bi giştî? Divê ez wisa bibêjim ji ber ku em di amaran de cudahiyê naxin navbera Îraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê, lê bi giştî, em hevbeşa bazirganiyê ya herî mezin a ewropî ne, bi 6 milyar euro, bazirganî di salekê de.
Rûdaw: 6 milyar euro?
Adriaan IJsselstijn: 6 milyar.
Rûdaw: Di navbera Holenda û Îraqê de yan Herêma Kurdistanê?
Adriaan IJsselstijn: Di navbera Holenda û Îraqê de, em di van amaran de cudahiyê naxin navbera Îraq û Herêma Kurdistanê, lewma eger tu ji min bipirsî hejmara taybet bi Herêma Kurdistanê çend e, ez wê nizanim, ez tenê hejmara giştî dizanim lê tiştê em dibînin ew e ku gelek ji bazirganiyan bi rêya Herêma Kurdistanê yan li gel Herêma Kurdistanê tên kirin, bêguman çandinî yek ji wan e, lê bi rastî em hez dikin vê yekê berfirehtir bikin.
Rûdaw: Ji bilî çandiniyê, çi corekî din ê bazirganiyê heye?
Adriaan IJsselstijn: Diyar e ku li gel welatekî wekî Îraqê ku ewqas pişta xwe bi petrolê girêdaye, bazirganî bi petrolê ve girêdayî ye, herwiha amûr, amûr ji bo kargehan, ji bo çandiniyê, ew jî beşeke girîng e.
Rûdaw: Lê derbarê gulan?
Adriaan IJsselstijn: Gul, belê, pirseke baş e, ji gulfiroşê xwe bipirse û tu yê têbigihîjî ku gelek gul di rastiyê de ji Holendayê tên, lê ev jî yek ji wan tiştan e ku tu dikarî ji xwe bipirsî ka gelo baştir e ku wan ji Holendayê bînî vir, yan li vir li hundir berhem bînî.
Rûdaw: Welatê we xwedî baştirîn sîstema bankî ye, gelo hûn dixwazin ji bo vê sîstemê alîkariya Herêma Kurdistanê bikin? Hûn dizanin, li Herêma Kurdistanê projeyeke nû heye; "Hesabê/Hejmara Min", gelo hûn dixwazin ezmûna xwe di warê bankê de ji bo Herêma Kurdistanê bi kar bînin an jî şêwirmendiyekê pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin?
Adriaan IJsselstijn: Bê guman, bila ez bi vî awayî bêjim, eger em hewl bidin kompanyayên Holendayê han bidin ku li vir kar bikin, çend tişt hene ku gelekî girîng in, yek ji wan eşkere ye ku ewlekarî ye, dixwazin ewlehiya wan hebe, dixwazin aramiya wan a siyasî hebe, dixwazin serweriya yasayê ya bihêz hebe. Ew jî wekî xelkê asayî ne, li her dera ku bixwazin bazirganiyê bikin an bijîn, dixwazin ev tişt birêkûpêk bin, lê dema ku dor tê ser astengiya herî mezin a bazirganiyê, bêguman sîstema bankî ye.
Ji bo welatên Ewropayê gelekî zehmet e ku ji ber vê kêşeya bankî li gel Îraqê yan Herêma Kurdistanê bazirganiyê bikin. Ev tiştek e ku em lêkolînê li ser dikin, ne tiştek e ku em wekî Holendayê bikaribin bi tena serê xwe çareser bikin, lê bêguman tiştek e ku em gotûbêjê li ser dikin û hewl didin bizanibin ka em dikarin çi bikin ji bo alîkariya di wî warî de.
Rûdaw: Hûn dizanin li Herêma Kurdistanê û gelek welatên Rojhilata Navîn, mijarên siyasî serdestiya her tiştî kirine. Em li vir di vê mala plastîk de rûniştine ku projeyeke çandiniyê ye û em dixwazin behsa hinek mijarên siyasî jî bikin. Werin em bi Pêşmergeyan dest pê bikin. Holenda wekî beşek ji wan welatan e ku dixwazin proseya reforman ango yekkirina du hêzên sereke yên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê pêk bînin, hûn çawa li pêvajoya yekkirin ango reformên di nav Hêza Pêşmerge de dinêrin?
Adriaan IJsselstijn: Belê, bila ez bi wê yekê dest pê bikim û bêjim ku em wekî Holenda demeke dirêj e li vir di warê leşkerî de çalak e. Ji salên notî ve leşkerên Holendayê ji bo parastina Kurdan li vir bûn. Pişt re, em bi hev re di şerê dijî DAIŞê de bûn. Niha jî bê guman em li vir in, herwiha em ji bo reformên Pêşmerge şêwirmendiyê dikin. Bi baweriya me, gelekî girîng e ku berî bidawîbûna vê hewlê, hinek encamên şênber hebin û em hinek reformên rasteqîn di nav Pêşmerge de bibînin, ji ber ku ez bawer im ev di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye.
Rûdaw: Pêvajo heta niha temam nebûye, hûn çawa alîkariya Hêzên Pêşmerge ji bo reforman dikin?
Adriaan IJsselstijn: Ev projeyek e ku gelek welat bi hev re beşdarî dibin. Holenda bala xwe dide ser hinek mijarên pir taybet, wekî mînak, sektora niştecîbûnê, ya darayî, hemû pêngavên pratîk ên darayî, ji bo şêwirîna li gel Wezareta Pêşmergeyan. Pêşî, li ser awayê birêvebirina darayî û dabînkirina cihên niştecîbûnê yan jî awayê liberçavgirtina rola jin û mêran di nav Pêşmergeyan de.
Ev ew mijarên pir taybet in ku em şêwirmendiyê li ser wan didin, em vê yekê bi gelek welatên din ên hevpeyman re dikin ku ew jî di warên cuda cuda de şêwirmendiyê didin. Ev hemû bi hev re beşek in ji wê hewla mezin a ji bo yekkirina Hêzên Pêşmergeyan. Ev jî ne tenê pêwîstî bi wê yekê heye ku kesên te yên rast û perwerdekirî hebin lê pêwîstî bi wê yekê jî heye ku karên lojîstîk birêkûpêk bin û ew tiştên bêzarker ên li pişt deriyên girtî, wekî mijara darayî, lojîstîk, niştecîkirin û hwd, hatibin kirin.
Rûdaw: Alîkariya we tenê lojîstîk e ji bo dabînkirina pêdiviyan, ne darayî ye?
Adriaan IJsselstijn: Na, em pereyan nadin wan, em şêwirmendiyê ji wan re dikin.
Rûdaw: Tenê şêwir?
Adriaan IJsselstijn: Erê.
Rûdaw: Rahênana bi Pêşmerge û her wiha artêşa Îraqê?
Adriaan IJsselstein: Di vê qonaxê de em şêwirmendiyê dikin.
Rûdaw: Tenê şêwir.
Adriaan IJsselstein: Erê.
Rûdaw: Gelekî baş e. Amerîkayê avahiya nû ya konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekir, avahiyeke mezin. Plana we ji bo paşeroja konsulxaneya we li Herêma Kurdistanê çi ye?
Adriaan IJsselstein: Ez dikarim bi awayekî misoger ji we re bibêjim ku em dê konsulxaneyeke bi qasî ya Amerîkayê mezin venekin lê wekî min got ev demeke dirêj e em li vir çalak in, di warên siyasî, bazirganî û her wiha şêwirmendiya leşkerî de pêwendiyên me yên pir baş hene. Ji bilî wê jî gelek welatiyên me yên Holendayî li Herêma Kurdistanê dijîn.
Rûdaw: Hejmara wan çend e?
Adriaan IJsselstein: Bi rastî em hejmara wan a rast nizanin lê bila ez ji we re bibêjim ez diçim kû derê, Holendayiyan dibînim. Xwediyên pasaportên Holendayê ku li vir li Herêma Kurdistanê dijîn, di hikûmetê de, di bazirganiyê de, di zanîngehan de, ez diçim kû derê Holendayiyan dibînim.
Rûdaw: Ez bawer dikim hûn yek ji wan konsulxaneyan in ku pasaportên welatiyên Holendayê nû dikin, ne wisa?
Adriaan IJsselstein: Belê, eger dema wan hîn derbas nebûbe, her çi be, em xizmetên konsulgeriyê pêşkêşî xelkê dikin, ev tiştek e ku em dixwazin bidomînin û bi rastî em dixwazin berfirehtir jî bikin. Mînak, eger hûn li hevkariyên me yên bazirganî binêrin, di van demên dawî de çend şandên me yên bazirganiyê hebûn, şandên bazirganî yên biçûk lê bi rastî ev nîşan dide ku em bi awayê karan kêfxweş in û em dixwazin zêdetir pêş bixin û zêdetir kar bikin.
Rûdaw: Hûn ji nakokîyên siyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de agahdar in, we ti şîret li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê kiriye ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan?
Adriaan IJsselstein: Ez bawer dikim ev li ser siyasetmedarên xwecihî dimîne ku çareser bikin. Ez çi bibêjim? Ez tenê hêvîdar im ku ew karibin nakokiyan çareser bikin çimkî ez bawer dikim ev dê ji bo wan bi xwe û ji bo herêmê jî bi mifadar be.
Rûdaw: Ti civînên we bi berpirsên Hikûmeta Kurdistanê û berpirsên Hikûmeta Îraqê re nînin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan?
Adriaan IJsselstein: Bê guman, her cure civînên me hene lê ez bawer dikim tiştekî baş e ku behsa tiştên ku li pişt deriyên girtî diqewimin, neyê kirin.
Rûdaw: Baş e, ka em behsa geştê bikin. Giliyek li ser konsulxaneya we heye ku tenê vîzeya we ya bazirganiyê heye, hûn naxwazin vîzeya geştyarî vekin?
Adriaan IJsselstein: Rast e, em tenê vîzeya bazirganî li vir li Herêma Kurdistanê didin. Kesên ku dixwazin serlêdana vîzeyeke din bikin, dikarin li balyozxaneyeke din a Holendayê li derveyî welêt serlêdanê bikin. Bila ez bibêjim, ez bi temamî fêm dikim ku hinek gazin û nîgeranî hene û xelk dixwaze em zêdetir kar bikin. Ez bi temamî ji vê yekê fêm dikim lê di heman demê de, pirsgirêkek jî heye ku hinekî min diêşîne, eger hûn li koça neyasayî ji Îraq û Herêma Kurdistanê binêrin, bi rastî hejmareke pir mezin a xelkê heye ku hewl didin bi awayekî neyasayî biçin Ewropayê û bi taybetî Holendayê. Ev gelekî cihê mixabiniyê ye.
Bînin ber çavên xwe ku em hewl didin li vir bazirganî û derfetên kar biafirînin û hewla veberhênanê didin, gelekî xemgîn e ku em dibînin xelk hewla çûnê dide. Bi taybetî xemgîn e ji ber ku gelek ji wan kesan bi rastî dikevin xefka tawankaran ku ji wan re dibêjin hûn dê biçin Ewropayê û karekî baş û xaniyekî baş bi dest bixin ku bi rastî ne wisa ye. Ji ber vê yekê gelek ji van kesan dikevin rewşeke neyasayî û tên çewisandin. Ev gelekî xemgîn e. Bi taybetî ji bo wan bi xwe xemgîn e. Her wiha ji aliyê hikûmet û siyasetê ve jî hinekî zehmet e.
Rûdaw: Lê hûn dizanin welatên cîranên we yên wekî Fransa, Almanya yan jî Îtalyayê, vîzeya wan a geştyariyê heye, nexwe vekirin an jî ji nû ve vekirina vîzeya geştyarî ji bo xelkê Kurdistanê di plana we de nîne?
Adriaan IJsselstein: Niha, na.
Rûdaw: Gelo ji ber koça neyasayî ye?
Adrian IJsselstein: Belê, ji ber ku siyaseta niha ew e ku em wê vîzeyê nadin, ez dikarim bibêjim ku dibe rojekê ev yek biguhere lê niha siyaseta me ew e ku em ji bilî vîzeya bazirganiyê ti vîzeyeke din nadin, ev siyaseteke tund e, lê tund û dadmend e.
Rûdaw: Hûn dizanin hinek xwendekarên Kurd hene ku dixwazin navê xwe li zanîngehên Holendayê tomar bikin lê wan jî pirsgirêka wergirtina vîzeyê hene, hûn çawa dikarin alîkariya wan bikin ji bo wergirtina vîzeyê bo navtomarkirina li zanîngeheke Holendayê, ev rêyeke yasayî ye ji bo gihîştina Ewropayê.
Adrian IJsselstein: Rêyeke yasayî heye ji bo wergirtina wê vîzeya ku dixwazin li cihekî din daxwaz bikin, hûn dizanin ku balyozxaneyên Holendayê li cihên din hene, lewma divê hûn geştê bikin û herin Tirkiyeyê yan Urdinê yan hin ji wan cihan ji bo daxwazkirina vîzeyê, ez bi temamî têdigihim ku ew zehmet e lê di heman demê de ew ne tiştek e ku em bikarin biguherin, li gorî min tiştekî baş ê sîstema Holendî ew e ku ev hemû biryar bi awayekî navendî tên dayîn, lewma ka em bibêjin ez bextewer im ku ne di destê min de ye ez wê biguherînim an jî biryareke taybet bidim, wekî min got, sîstemeke pir tund e lê em hewl didin heta ku em dikarin dadmend bin.
Rûdaw: Baş e, pirsek hat bîra min derbarê hawirdekirina çêlekên Holendayê ya nav Herêma Kurdistanê, hûn çawa dikarin alîkariya cotkaran bikin ji bo anîn an hawirdekirina çêlekên Holendayê?
Adrian IJsselstein: Bi baweriya min di dawiyê de ev karekî bazirganî ye, em wan kompanyayên Holendayê han didin ku dixwazin li vir bazirganiyê bikin û em wan veberhênerên Kurd jî han didin ku dixwazin bazirganiyê bikin û em alîkariya wan dikin, eger her pirsgirêkeke taybet hebe, wê demê em li vir in wekî konsulxane ji bo çareserkirina wan.
Rûdaw: Çêlekên Holendayê li vir hene?
Adrian IJsselstein: Çêlekên Holendayê hene, belê, dibe ku em bikarin hevpeyvîna bê li cihê çêlekên Holendayê bikin.
Rûdaw: Baş e, pirsa min a dawî derbarê Kupaya Cîhanê ye, Holendayê tîmeke mezin hebû ji bo Kupaya Cîhanê ya li Japonya û Tûnisê, dikarin vê carê nasnavê şampiyoniya Kupaya Cîhanê bi dest bixin?
Adrian IJsselstein: Mirov qet nizane, ev futbol e, lewma ez hêvîdar im û di rastiyê de ez gelekî kêfxweş bûm ku min zanî li vir li Herêma Kurdistanê hejmara alîgirên tîma futbolê ya Holendayê gelek e, lewma ez hêvîdar im gelekan ji wan bibînim dema Kupaya Cîhanê dest pê dike, ez hêvîdar im em ji bo serkeftinê handanê bidin lê mirov qet nizane, ev futbol e.
Rûdaw: Hûn dê bi ser bikevin? Hûn dê Kupaya Cîhanê bistînin?
Adrian IJsselstein: Ez hêvîdar im.
Rûdaw: Birêz Adrian IJsselstein, Konsulê Giştî yê Holendayê.
Adriaan IJsselstijn: Gelekî spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse