Parlamenterê Partiya Alternatîv a ji bo Almanyayê (AfD) Dr. Bernd Baumann ragihand ku ew dixwazin pirsgirêka koçberan çareser bikin û divê koçberên neyasayî vegerin welatê xwe.
Dr. Bernd Baumann got, "Em ji koçberên ku bi rêya yasayî tên Almanyayê û kar dikin û bacê didin re vekirî ne lê em li dijî koçberiya bêkontrol in."
Bauman diyar kir ku piştî ku desthilata Esed nema, divê koçberên ku ji ber şer hatine Almanyayê vegerin welatê xwe.
Lê wî got ku ew ên xwedî pîşeyên girîng in wekî bijîşk, dikarin bi rêya bernameyeke taybet bimînin.
Li gorî parlamenterê AFDyê, eger Almanya bi qasî pereyê ku li Almanyayê ji bo koçberekî xerc dike, li welatê wan an li welatên cîran xerc bike, ew dikarin bi wî pereyî alîkariya 20-30 kesan bikin.
Baumann her wiha da zanîn ku Almanya salane 70 milyar euroyan ji bo koçberan xerc dike û ti welatekî din ew qas pere xerc nekiriye.
Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê hevpeyvînek bi Parlamenterê Partiya Alternatîv a ji bo Almanyayê (AfD) Dr. Bernd Baumann kir û ev jî pirs û bersiv in:
Rûdaw: Tişta ewil dixwazim bizanim, ji bo partiya we hebûna seroka we Alice Weidelê li vê derê çiqas girîng bû?
Dr. Bernd Baumann: Gelekî girîng bû. Di dawiyê de ew seroka partiya me ye û wekî ku hûn dibînin salon tijî bû. Her du salonên kêlekê jî tijî bûn. Ez bawer im ku salona şaredariyê berê ti carî ew qasî tijî nebûbû. Ev nîşan dide ku hevwelatî çi qasî dixwazin Weidelê ji nêz ve bibînin, ne tenê di medyayê de ji ber ku medya wê çewt nîşan dide.
Rûdaw: Li gorî rapirsînan tê xuyakirin ku hûn dê li Almanyayê bibin duyemîn partiya herî xurt. Sedemê vê xurtbûna we çi ye?
Dr. Bernd Baumann: Em bi tenê partiyek in ku dixwazin dawî li pêşhatên niha bînin û em tiştekî cuda dixwazin. Em tenê welatek in ku sînorên me bi tevahî vekirî ne. Her meh ji Rojhilata Navîn û Afrîkayê 20 hezar kes tên. Em heta nizanin ji kû ve tên. Ew bêyî pasaportê sînoran derbas dikin. Ev jî nabe bi vî awayî berdewam bike. Li vir tawan ew qasî zêde bûye ku gihiştiye asta biteqe.
Em hewceyî guherîneke bingehîn a siyasî ya mezin in, guherîrn di siyaseta aborî de, di siyaseta perwerdeyê de, bi rastî hewceyî guherîneke giştî heye, wekî ya ku Trump li Amerîkayê li pey guherînan digere, Meloni li Îtalyayê, Kickl li Awisturyayê, yan jî Geert Wilders li Holendayê. Em dikarin bibêjin em wekî partiya Marine Le Pen a li Fransayê ne. Em dikarin bibêjin wekî tevgereke dijberî rêbaza sereke ya çep-kesk in. Ev siyaseta niha êdî nikare zêdetir berdewam bike.
Rûdaw: We amaje bi mijareke girîng kir, ew jî mijara koçberan e. Hûn dikarin siyaseta partiya xwe ya li ser koçberan ji min re şirove bikin? Her wiha dixwazim bizanibim mebesta we ji gotina koça berevajî çi ye? Baş e, bi hezaran welatiyên Alman hene ku bi eslê xwe ne Alman in û li vir ji bo Almanyayê kar dikin û gelekî girîng in. Mebesta we ji vê gotinê çi ye?
Dr. Bernd Baumann: Hemû kesên ku bi awayekî qanûnî hatine ba me, ew kesên ku pîşeyeke guncaw a wan heye, bacê didin, zarokên xwe baş perwerde dikin, dixwazin bibin Alman, dixwazin welêt pêş bixin, xwe li gel çanda me diguncînin, li vir bi germî pêşwazî li wan tê kirin.
Lê ya ku em pê re mijûl dibin, koçberiya ji rêya sînorên bêkontrol e, di çend salên borî de bi milyonan kes hatine ku xwe neguncandine û civakên paralel ava kirine û tawanan li dûv hev dikin û gef li jinên me dixwin.
Ev hemû hejmar û dane û rastî ne. Bi rastî ev nayê qebûlkirin û nabe bi vî awayî berdewam bike lê her kesê ku bi awayekî qanûnî hatibe Almanyayê û piştgiriya me bike û bixwaze bibe Alman û xwe li gel çanda me biguncîne, li vir bi germî tê qebûlkirin.
Rûdaw: Wate hûn dixwazin hemû kesên ku destûra mayînê nînin dersînor bikin û vegerînin welatê wan?
Dr. Bernd Baumann: Serweriya me ya qanûnî heye. Ew pêvajoya penaberiyê derbas dibin. Eger daxwaziya wan were redkirin û ti zemina parastin û mayînê ji bo wan tunebe, divê vegerin welatê xwe.
Her wiha gelek penaberên me hene ku ji şer reviyane û li vir tên parastin heta ku şer berdewam bike, li vir dimînin. Lê dema ku şer bi dawî bû, divê ew jî vegerin. Ev bi sedan hezar kesan li xwe digire. Me parastineke demkî daye wan lê piştre divê vegerin.
Rûdaw: Baş e, ev dê bi rêya qanûnî pêk were?
Dr. Bernd Baumann: Belê, ev ji aliyê qanûnî ve mimkin e lê hikûmeta niha îradeya siyasî nîne.
Rûdaw: Baş e, gelo ji bo ku xelkê wan welatên ku şer lê heye neçar nemînin ku koç bikin, plana we ya alîkariya van welatan heye?
Dr. Bernd Baumann: Bêguman plana me heye. Bi nêrîna me ve, ji aliyê aborî ve dê gelekî bêhtir aqilane be ku em bi mesrefa mehane ya kesekî li Almanyayê wekî nimûne mesrefa malê, xwarin û vexwarinê û hemû pêdiviyên zarokan, li welatê wan dikarin alîkariya 20 yan 30 kesî bikin.
Bi li berçavgirtina bihabûna li Almanyayê kirê xaniyan gelekî bilind in, bi wî pereyê ku em li vir ji bo kesekî xerc dikin, em dikarin li welatê wan 20-30 kesî xwedî bikin. Ev ji bo wan mirovan gelekî baştir e. Ew dikarin di nav çanda xwe de bimînin, li welatê xwe yan jî li welatekî cîran li mafê penaberiyê wergirin. Armanca me ev e.
Rûdaw: Hûn çawa li rewşa Sûriyeyê dinêrin?
Dr. Bernd Baumann: Rewşa Sûriyeyê niha gelekî balkêş e. Dîktator nema lê herî kêm divê parastina pêkhateyên wekî Xiristiyan û yên din were mîsogerkirin.
Niha em nizanin û em ne bawer in ku desthilata nû dê çi qasî li hemberî Xiristiyan, Cihû, Elewî û yên din toleransê nîşan bide. Em dê li bendê bin ka dê çi bibe.
Her wiha ne diyar e ka ew dê di vegera aramî û ewlehiya qanûnî de li welêt bi ser bikevin an na. Ez hêvî dikim ku bi ser bikevin. Ez hêvî dikim gelê Sûriyeyê dê karibe vê pêk bîne lê divê em li bendê bin û ji bo niha tiştek diyar nîne.
Rûdaw: Plana we ji bo welatiyên Sûriyeyî yên ku bi salan e li Almanyayê dijîn û kar dikin çi ye? Piraniya wan di nexweşxaneyan de dixebitin an jî karên din dikin. Hinek jî bêkar in. Plana we çi ye?
Dr. Bernd Baumann: Mixabin hîn jî gelek bêkar hene. Ji wan kesên ku dikarin kar bikin tenê nêzîkî sêyeka wan hatine tayînkirin û kar dikin. Helbet ev dikare gelekî baştir bibe lê rewş ew e ku mebesta mafê penaberî û parastina wan li vir demkî bû.
Niha ku ew dîktator nemaye û ew jî ji ber wî reviyabûn lewma divê ew vegerin. Sûriye ji bo avakirinê hewcedarî wan ciwanan e.
Kesên ku li vir karên mezin hene û cihên hewce dagirtine, wekî li nexweşxaneyan an cihên din, dikarin bi rêya bernameyên taybet bên piştgirîkirin. Wekî nimûne, carekê me 30 hezar çavdêr ji Rojhilata Asyayê anîn û ew gelekî serkeftî bû.
Ev cure bernameyên wiha wateya xwe heye lê divê mafê penaberiyê nebe rêyeke çûyîna nav bazara kar. Penaberî penaberî ye, cureyeke parastina demkî ye. Piştre divê xelk vegere.
Paşê eger kesek bixwaze wekî karkerekî şareza were vir, ji bo wê bernameya damezirandina karmendî heye, bi taybetî ji bo wan pîşeyên ku kêm in. Divê bi wê rêyê vegere Almanyayê.
Rûdaw: Hûn siyaseta partiya xwe ya li hemberî koçberan, dadperwerane dibînin?
Dr. Bernd Baumann: Ji vê dadperwerane nabe. Li cîhanê welatekî dadperwerane tune ye. Almanya salane 70 milyar euro ji bo penaberan xerc dike.
Ez bawer im ev ji budceya dewleta Sûriyeyê û çend welatên din zêdetir e. Li seranserî cîhanê tiştekî wekî destûrdana bi milyonan penaberan û dabînkirina pêdiviyên wan di asta wiha bilind de çênebûye. Li Tirkiyeyê jî bi milyonan penaber hene lê bi awayekî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê ve piştfiriya wan tê kirin û di bin konan de dijîn. Bi ti awayî tu nikarî vê bereward bikî.
Rûdaw: Ji kerema xwe re ji me re bibêje, hûn dixwazin çawa aboriya vî welatî xurt bikin?
Dr. Bernd Baumann: Tiştê ku em dixwazin biguherînin ev e ku ew pereyên hikûmeta niha bêwate xerc dike, em êdî nahêlin pereyên welatê me bên xerckirin. Yek ji wan mijarên ku em dixwazin biguherînin, siyaseta têkçûyî ya koçberiyê ye.
Divê em sînoran biparêzin da ku her kes nekaribe bikeve hundir, were welatê me. Bi vî karî em dikarin di siyaseta koçberiyê de bi milyaran dolar teseruf bikin, her wiha di siyaseta aborî û enerjiyê de jî.
Niha em li ser rêyeke şaş in. Hikûmeta niha hewl dide rewşa cîhanê li Almanyayê rizgar bike, derxistina CO2yê bi qasî ku pîşesaziya Almanyayê ji holê radike kêm dike lê hemû welatên din beşdar nabin. Bikaranîna CO2yê li cîhanê bi vî awayî kêm nabe. Ev rêya taybet a ku Almanyayê girtiye ber xwe, divê bidawî bê û bi vî karî jî em dê pereyekî zêde teseruf bikin.
Rûdaw: Peyama we ji bo kesên ku ne Alman in û li vir dixebitin da ku aboriya vî welatî lawaz nebe çi ye?
Dr. Bernd Baumann: Wekî ku min got, em li dijî ne li dijî wan kesanin ku bi rêyên qanûnî hatine vir, kar dikin, piştgiriya me dikin û ne sûcdar in - piraniya wan ne wisa ne - zarokên xwe baş mezin dikin, perwerde dikin û dixwazin bibin Alman û li gorî kevneşopiyên me tevdigerin, civakên paralel ava nakin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse