Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser Ziyad Rustum ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê rewşa elektrîkê "ne baş e."
Li gorî Rustum, pêwîstiya herêma Cizîrê bi 600 megawatt elektrîkê heye lê niha tenê derdora 100 megawattî werdigire.
Ziyad Rustum bû mêhvanê bultena Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê pirsên me bersivandin.
Rustum da zanîn ku piştî rêkeftinên entegrasyonê, Rêveberiya Xweser bi awayekî pratîk ji pêvajoyê derketiye û nîqaş tenê di asta kantonên Cizîrê û Kobaniyê de berdewam dikin.
Li gorî Rustum, ji 2 hezar karmendên Desteya Enerjiyê niha tenê 750 karmend li kantonên Cizîrê û Kobaniyê li ser karê xwe mane.
Ziyad Rustum da zanîn ku heta niha jî Rêveberiya Xweser meaşên wan dide.
Rustum derbarê pirsgirêka ava Hisîçayê (Hesekê) jî amaje bi wê yekê kir ku elektrîk gihiştiye Stasyona Elokê.
Rûdaw: Piştî rêkeftinên entegrasyonê yên 29ê Kanûna Paşîn, çi guherîn di karê Desteya Enerjiyê de çêbûn?
Ziyad Rustum: Piştî 15ê Kanûna Paşîn a ku rewşa ji Şêx Meqsûdê dest pê kir heta ku gihişt navçeya Cizîrê ji her kesî re diyar e Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî pratîk ji dewrê derket û nîqaş û hevdîtin tenê di çarçoveya her du kantonan de, ango bi Desteya Enerjiyê ya wan kantonan re, hatin kirin ji bo mijara elektrîkê û her wiha mijara karmendan.
Rûdaw: Çend sazî û karmendên Desteya Enerjiyê heta niha entegre bûne?
Ziyad Rustum: Di dema ketina rejîma Esed de ji xwe saziyên me li Minbicê neman. Di van demên dawî de saziyên me li Dêrezor, Reqa û Tebqayê hatin hilweşandin. Tenê Desteya Enerjiyê li Kobanî û li Cizîrê, li devera ku wekî parêzgeha Hesekê tê naskirin, li ser karê xwe ne û di nav qonaxên entegrasyon û nîqaşan de ne. Pêngavên girîng ji bo tevlîbûna endaman, guhertina navê saziyan û veguhastina desteyê wekî birêvebiriya elektrîkê li parêzgeha Hesekê hatine avêtin.
Rûdaw: Wate Desteya Enerjiyê ya li navçeya Cizîrê dê navê xwe bike Rêveberiya Elektrîkê ya Hesekê?
Ziyad Rustum: Bê guman, ji ber ku di sîstema dewletan de wisa ye, wezaret li paytextê ne û birêvebiriyên girêdayî wê li pazêzgehan li ser bajar û bajarokan belav dibin.
Rûdaw: Hejmara karmendên we li navçeyên di bin destê we de çend bû û niha çend karmend mane?
Ziyad Rustum: Ji ber ku Cizîr kantoneke mezin bû bi qasî nîvê Bakurê Sûriyeyê bû, bi giştî nêzîkî 2 hezar endamên Desteya Enerjiyê li tevahiya kantonan hebûn. Niha li kantonên Kobanî û Cizîrê, em dikarin bibêjin heta 750 endam li ser karê xwe ne.
Rûdaw: Gelo ev hemû kar û barên wan ji bo ku bikevin ser Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê tên kirin?
Ziyad Rustum: Rast e, hejmarek ji wan an jî hemû hatin qeydkirin. Ji bo naskirina şiyana karmendan hevdîtinên ceribandinî hatin kirin. Ev hevdîtin ji aliyê komîteyên hevbeş ên di navbera hevalên me yên Desteya Enerjiyê û şandeyên saziyên Şamê yên têkildarî enerjiyê de hatin kirin.
Rûdaw: Lê heta niha Rêveberiya Xweser meaşan dide karmendan, ne Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê?
Ziyad Rustum: Belê, heta meha nîsanê jî Rêveberiya Xweser meaşên endamên Desteya Enerjiyê didan.
Rûdaw: Pirsgirêka avê ya Hesekê heye ku heta asteke zêde girêdayî elektrîkê ye. Projeya gihandina elektrîkê ya ji bo Stasyona Avê ya Elokê gihiştiye kû derê?
Ziyad Rustum: Niha li gorî agahiyên dawî, elektrîk gihiştiye Stasyona Elokê. Ew elektrîk ji milê Dirbêsiyê gihiştiye Elokê ji ber ku heta niha xeta aliyê Serê Kaniyê nehatiye sererastkirin. Xeta ku ji Bendava Tişrînê dihat û sala 2019an ji kar ket, û her wiha xeta Dirbêsiyê jî piştî êrişan ji kar ketibû, hevalên me yên enerjiyê meha borî trafoyeke 66/20 megawatt gihandin Stasyona Dirbêsiyê. Ceribandinek hat kirin û elektrîk gihişt Stasyona Elokê lê hîn jî bi awayekî temam nehatiye pratîzekirin.
Rûdaw: Çi qas elektrîk gihiştiye Stasyona Elokê?
Ziyad Rustum: Eger bi awayê fermî Elokê bidin xebitandin, pêwîstî bi 3,5 megawattan heye. Li Stasyona Elokê 34 bîr hene, berê 30 bûn, van demên dawî 4 bîrên din lê hatin zêdekirin. Heger hemû bi kapasîteya xwe ya tam bixebitin, dikarin avê bigihînin hemû taxên Hesekê. Lê di rastiyê de, Elok belkî tenê bi ji sedî 50ê ji kapasîteya xwe kar dike. Gelek destdirêjî li ser xetê hene, wekî bîrên taybet, bîrên çandiniyê, gund, nuqteyên leşkerî û kesayetên taybet. Ev yek elektrîkê lawaz dike û nahêle pompeyên avê baş bixebitin.
Rûdaw: Yanî niha jî dayîna elektrîkê ya ji bo Stasyona Elokê didome. Dibe ku di rojên pêş de ava Hesekê û Til Temirê were berdan?
Ziyad Rustum: Eger hikûmet cidî be û kontroleke temam bike... Heger rê li ber destdirêjiyên li ser xetê were girtin û qanûneke zelal û cidî were pêkanîn, bê guman dê Elok bixebite. Mesele ne nebûna derfetan bû, ew biryareke siyasî bû ku Hesekê tî û bê av bihêlin.
Rûdaw: Rewşa elektrîkê ya li Rojavayê Kurdistanê bi giştî niha çawa ye? Rojê çend saetan Desteya Enerjiyê dikare elektrîkê bide?
Ziyad Rustum: Bi rastî rewşa enerjiyê heta vê kêliyê ne baş e. Herêma Cizîrê ku herêmeke gelekî berfireh e, rûberê wê ji xala herî dawî ya sînorî ya Eyn Dîwerê heta Serê Kaniyê û li milê din heta gundewarê Dêrezorê heta bajarokê Mergedeyê, ev hemû wekî Herêma Cizîrê tên naskirin lewma pêwîstiya wê bi zêdetirî 600 megawatt elektrîkê heye. Santrala Siwêdiyê belkî 50-60 megawattan hildiberîne. Bendavên li ser Feratê jî, ku ne di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne, tenê 40 megawattî didin Cizîrê. Ev 40 megawatt jî tenê ji bo cihên stratejîk ên wekî stasyonên avê, nexweşxane û embarên genim têr dike. Niha li herêmê, wekî mînak li Tirbespiyê, her 6 saetan elektrîk tê dayîn. Heger dinya germ bibe û bikaranîna elektrîkê zêde bibe, bê guman dê elektrîk kêmtir bibe.
Rûdaw: Ji bo Qamişloyê rewş çawa ye, piştî zêdekirina transformatoran li stasyona bakurê Qamişloyê?
Ziyad Rustum: Qamişlo û Hesekê du bajarên gelekî mezin in û tim pirsgirêk in. Ew transformator ji bo belavkirina elektrîkê ne. Heger elektrîk ji santralên hilberînê neyê, ew transformator bi serê xwe bê wate ne. Pirsgirêkeke din jî dizîna malzemeyên stasyonên biçûk (odeyên trafo) e. Tenê li Hesekê, belkî 40 transformator hatine xerakirin û kabloyên wan hatine dizîn. Ji bo van her du bajaran karekî mezin lazim e. Li gorî nîqaşên bi Şamê re, heger para Cizîrê bigihîje 70-80 megawattî, wê demê ev her du bajar jî dikarin elektrîkê wergirin lê pêwîst e ev stasyonên ku hatine xerakirin jî werin temîrkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse