Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ragihand ku Platforma Zimanê Kurdî ji ber nakokiyên li gel partiyên siyasî xebatên xwe rawestandin.
Şerefxan Cizîrî, di bultena Rûdawê de qala van nakokiyan kir.
Şerefxan Cizîrî li ser xebatên nû yên Weqfa Mezopotamyayê, rewabûna saziyên ziman û rewşa dawî ya Platformê axivî.
Şerefxan Cizîrî bal kişand ser yekîtiyê û got ku heta kordînasyoneke neteweyî çênebe, pirsgirêkên ziman çareser nabin.
Şerefxan Cizîrî behsa prensibên karkirinê kir û got, “Dirûşma me ya bingehîn ev bû: `Em Kurd in, welatê me Kurdistan e û zimanê me Kurdî ye.` Eger ev zelalî hebe pirsgirêk namînin. Lê dema mirov bibêje `Na, welat partiya min e` wê demê pirsgirêk çêdibin.
"Rewabûna saziyên ziman gelekî girîng e"
Rûdaw: Weqfa Mezopotamyayê ferhengeke nû ya rastnivîsê amade kir. Ev encama xebateke heşt salan e. Hûn vê xebatê çawa dinirxînin? Gelo dê bibe çareserî ji bo pirsgirêkên nivîsînê?
Şerefxan Cizîrî: Bê guman ev xebat gelekî baş e. Diviyabû berê bihata kirin. Lê li vir pirsgirêkek heye. Ez dixwazim vekirî bibêjim. Dema saziyek xebatekê dike, eger rewabûna wê tune be pirsgirêk derdikevin. Divê ev xebat ji aliyê tevgerên Kurdî û saziyên bilind ve werin pejirandin.
Dibe ku hinekên din alternatîfekê çêbikin û bibêjin, "Na, ya rast ev e". Ez bawer dikim ku xebata Weqfa Mezopotamyayê dê bibe destpêkek. Em dikarin di paşerojê de tiştên din lê zêde bikin.
Lê pirs ev e: Ev ferheng dê li kû derê bibe pîvan? Di kîjan medyayê yan jî dibistanê de? Kê dê bibêje "Ev rast e yan şaş e"? Ji ber wê jî rewabûn gelekî girîng e.
Rûdaw: Ji bo ku ev rewabûn çêbibe divê çi were kirin?
Şerefxan Cizîrî: Bi baweriya min, divê di nav xebatên ziman de kordînasyon û hevehengî hebe. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê. Nabe ku her kes ber bi xwe ve bikişîne. Her kes xwe wekî "navenda ziman" îlan dike lê ev ne rast e.
Divê em karibin bi pisporan re bixebitin. Pisporî tenê zanîna rêzimanê nîne. Li akademiyên Ewropayê, wekî mînak li Swêdê nivîskar, helbestvan, sosyolog û rojnameger di nav akademiyê de hene. Divê kordînasyona me jî bi vî rengî be. Pîvanên endamtiya saziyên ziman divê zelal bin. Eger tevgera Kurdî saziyeke meşrû ava neke, pirsgirêk dê bidomin.
Rûdaw: Platforma Zimanê Kurdî destpêkê gelekî çalak bû. Lê van demên dawiyê çalakiyên we kêm bûn. Sedema vê yekê çi ye?
Şerefxan Cizîrî: Em tiştekî venaşêrin. Dirûşma me ya bingehîn ev bû: "Em Kurd in, welatê me Kurdistan e û zimanê me Kurdî ye." Eger ev zelalî hebe pirsgirêk namînin. Lê dema mirov bibêje "Na, welat partiya min e" wê demê pirsgirêk çêdibin.
Platform sala 2018an ji aliyê 9 partiyên siyasî ve hat avakirin. Me heft-heşt salan xebatên baş kirin. Lê piştî pêvajoyeke nû, hinek hevalên me yên di nav parlamento û şaredariyan de, meseleya ziman ber bi aliyekî din ve bir. Wan xwest meseleya ziman bikin meseleya partiyekê.
Rûdaw: Nexwe nakokiyên siyasî bandor li xebatên ziman kir?
Şerefxan Cizîrî: Belê, pirsgirêkên navxweyî derketin. Mînak, li ser têkiliyên bi Başûrê Kurdistanê re nakokî hebûn. Hinek hevalan helwestên gelekî tûj nîşan dan. Her wiha hevalên me yên DEM Partî û DBPyê di nav xwe de tiştekî din ê bi navê "Platforma Ziman" ava kir. Wan xwest platforma me jî bixin bin sîwana xwe. Ev yek ne rast e.
Platform ji bo "zanistiya ziman" nîne, ji bo "siyaseta ziman" e. Me digot divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî. Lê dema tu xwe vekişînî û bibêjî "Ez tenê xebata xwe dikim", ev nabe. Ev pirsgirêk li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî hene. Divê hişmendiya neteweyî bikeve pêşiya berjewendiyên partiyan. Em nikarin li ser ziman û netewebûna xwe pevçûnê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse