Li Bakurê Kurdistanê Platforma Neteweyî ya Kurd rûbirûyî alozî û nakokiyên navxweyî bûye. Ev platform ku beriya meh û nîvekê hatibû avakirin û kongreya xwe ya yekem li Amedê lidar xistibû, niha bi xetera parçebûnê re rû bi rû ye. Nêzîkî 20 endaman biryar daye ku ji platformê veqetin û heta niha lîsteya navên 16 kesan hatiye eşkere kirin.
Tê gotin ku sedema sereke ya vê krîzê derketina baskekî ye ku dixwaze platformê veguherîne partiyeke siyasî. Endamên veqetiyane diyar dikin ku ev xebatên partîbûnê rê li ber karên platformê digirin.
"Em dixwazin nakokiyan çareser bikin"
Endamê Platforma Neteweyî ya Kurd Welat Kiliçaslan beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser geşedanên dawî û paşeroja platformê agahî dan.
Kiliçaslan piştrast kir ku di nava wan de hinek nakokî derketine lê wî destnîşan kir ku ew hewl didin wan endaman ducare vegerînin.
Kiliçaslan got, "Mebesta platformê bi xwe ne avakirina partiyeke siyasî bû. Ew wekî pirekê di navbera Kurdên cîhanê û welêt de karên xwe didomîne."
Meseleya avakirina partiyeke siyasî
Welat Kiliçaslan li ser îdiayên partîbûnê diyar kir ku dibe ku ev daxwaza hinek hevalan a şexsî be, lê ne biryara konferansê û ne jî ya meclisê ye. Kiliçaslan anî zimên: "Ez bi xwe endamê partiyekê me. Heger pêwîstiya partiyekê hebe, ew kes dikarin ava bikin, lê armanca platformê ew e ku em li partiyên heyî xwedî derkevin û wan bînin ba hev."
Yekrêziya partiyên Kurdan û dan û standin
Kiliçaslan da zanîn ku tevî van alozî û nakokiyan jî xebatên wan nasekinin. Wî eşkere kir ku ji bo yekrêziya Kurdan dan û standinên wan li gel partiyên siyasî didomin. Kiliçaslan xwest ku hemû alî li hevdû guhdar bikin û bi yekhelwestî li pêşberî raya giştî û cîhanê derkevin.
Di dawiyê de Welat Kiliçaslan tekez kir ku ti metirsî li ser hilweşîna platformê nîne û niha nêzîkî 50 endam di meclisa platformê de xebatên xwe didomînin.
Rûdaw: Ez dê ji vê pirsê dest pê bikim, hûn niha ji platformê cuda bûne yan na? Ji ber ku navê we jî di lîsteyê de hebû, di nava vê meh û nîvê de çi qewimî ku hûn ji platformê veqetiyan? Eger hûn veqetiyabin, sedem çi bû?
Welat Kiliçaslan: Heyecana platformê bi coşeke mezin dest pê kir, ji ber ku gelek nav û kesayetiyên Kurd tê de beşdar bûn. Lêbelê, hinek nakok derketin û hinek kes veqetiyan. Tê gotin ku hinek astengiyên navxweyî derketine. Em li ser çareseriyan disekinin da ku her du alî dîsa werin cem hev û kêmanî diyalogekê di navbera xwe de ava bikin û li biryara konferansê vegerin. Endamtiya min hêj berdewam e û ez hêvîdar im ku ew kesên veqetiyane, dîsa vegerin mala xwe.
Rûdaw: Hûn niha hîn jî di nava karê platformê de berdewam in?
Welat Kiliçaslan: Belê
Rûdaw: Tê gotin ku hinek endamên di nava platformê de dixwestin bibin partiyeke siyasî. Sedema sereke ya veqetîna wan endaman çi bû? Fikra partîbûnê bû yan nakokiyên din hebûn?
Welat Kiliçaslan: Ji ber ku gelek rengên cuda yên civata Kurdî beşdar bûbûn, belkî fikir û raman yekbûn lê metod hinek cuda bûn. Mafê wan kesan heye ku bixwazin partiyekê ava bikin û em dikarin alîkariya wan jî bikin, lê mebesta platformê bi xwe ne avakirina partiyeke siyasî bû. Ez bawer im hîn jî em li ser wê destnimêjê ne ku nebe partiyeke siyasî bibe wekê pirekê di navbera gel de ji bo kar û barên Kurdewarî li seranserê cîhanê û li diyaspora û welêt berdewam bike.
Rûdaw: Ev kesên ku cuda bûne û kar rawestandine, bi xwe çi dibêjin?
Welat Kiliçaslan: Baweriya min ew e ku em ji gelek fikrên cuda, temenên cuda û tecrubeyên cuda hatine ba hev. Di destpêkê de bingeheke ku em li ser bimeşin, wekî destûrekê, nehatibû avakirin dibe ku kêmasî ji wê derê dest pê kiribe û berdewam dike. Ez hêvîdar im ku di demeke nêzîk de ev pirsgirêk jî çareser bibin û ti astengiyên mezin li pêşiya platformê nemînin ku bibin sedema têkçûn an jî felcbûna wê. Ez hêvîdar im ku em di demeke nêzîk de dîsa werin cem hev.
Rûdaw: Tu metirsî nîne ku platform nemîne?
Welat Kiliçaslan: Ez wê hêviyê nakim ku tiştekî wisa bi me re çêbibe.Divê em bêtir li serê hûr bibin û bêtir xwedî lê derkevin.
Rûdaw: Baş e, di van 40 rojan de xebatên we di çi çarçoveyê de bûn?
Welat Kiliçaslan: Di van 40 rojan de, bawer bikin di destpêkê de gelek kom ava bûn. Mînak, ez berpirsê Koma Çand û Ziman bûm. 2 çalakî jî li ser navê platformê li Stenbolê bi beşdariyeke gelek berfireh hatin kirin. Komên din jî dê karê xwe berdewam bikin. Ji ber van nakokiyan kar hinekî rawestiyan, lê di demeke nêzîk de dê ew komîsyon kar û barên xwe berdewam bikin.
Rûdaw: Baş e, birêz Welat, hejmara endamên gihîştiye çend kesan?
Welat Kiliçaslan: Wekî ku konferansê biryar dabû em 51 kes bûn wê demê. Hinek kes veqetiyan, hinek kesên din jî hatin. Her du cudahiyên me, her du rengên me bi wî awayî ne. Niha nêzkiî 50 kesî di meclisê de ne.
Rûdaw: Baş e, di destpêka avakirina vê platformê de, me kes ji platformê kiribûn mêvan û behsa egera avakirina partiyekê dihate kirin. Digotin, "Eger ji me bê xwestin dibe ku em partiyekê jî ragihînin." Gelo egera vê yekê niha heye?
Welat Kiliçaslan: Xwişka Delal, ez bi xwe endamê partiyekê me. Yanî heger pêwîstiya partiyekê hebe, dê ew kes partiyeke nû ava bikin û mafdar in. Lê ez dîsa bibêjim, bawer nakim û ne di wê fikrê de me ku platform biryareke wisa bide. Wexta ku daxwazeke wisa ji aliyê hevalan ve hebe, kesî destê kesî negirtiye ku saziyeke nû an partiyeke nû ava bikin.
Lê dubare bibêjim, ne biryara konferansê û ne jî biryara meclisê ye ku bibin partiyek jîheye. Belkî ew fikra hinek hevalan a şexsî ye. Hêviya me ew e ku em li van partiyên xwe yên heyî xwedî derkevin û em wan bînin ba hev û bi wî awayî yekîtiyek di nav Kurdan de ava bikin. Armanca platformê jî ev bû ji xwe.
Rûdaw: Hûn di wê yekê de bi partiyên heyî re gihîştin çi qonaxê?
Welat Kiliçaslan: Ew peywendiya ku di rojeva konferansê de hatibû dayîn, ew bû ku koma 14ê Adarê bîne ba hev. Dan û standin bi wan re tê kirin, her wiha dan û standin bi partiyên siyasî re jî tê kirin. Daxwaza me ew e ku partiyên me jî bên ba hev, li hevdû guhdar bikin û kêmanî yekrêziya xwe li hemberî raya giştî û cîhanê diyar bikin.
Rûdaw: Gelekî spas, birêz Welat Kiliçaslan, Endamê Platforma Neteweyî ya Kurdî ji Mêrdînê mêvanê bû.
Welat Kiliçaslan: Spas ji bo wê derfetê, mala we ava be. Gelekî spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse