Elî Mîranî: Divê herî kêm 35 parlamenterên Kurdan li Sûriyeyê hebin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Elî Mîranî bû mêvanê Dilbixwîn Dara / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Elî Mîranî bû mêvanê Dilbixwîn Dara / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Husyîn Çelîk Rojavayê Kurdistanê Sûriye Hilbijartinên Spanyayê
A+ A-

Profesorê Beşa Dîroka Nû û Pêwendiyên Navneteweyî yê Zanîngeha Dihokê Prof. Dr. Elî Mîranî ragihand ku nifûsa Kurdan li Sûriyeyê ji sedî 15 e û divê herî kêm 35 kursiyên wan di parlamentoyê de hebin.

Prof. Dr. Elî Mîranî bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Mîranî li ser nifûsa Kurdan a li Sûriyeyê û mafê wan ê nûnertiyê yê di parlamentoya Sûriyeyê de nirxand.

Elî Mîranî destnîşan kir ku hejmara Kurdan a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne kêm e.

Wî anî zimên ku Kurd ji sedî 15 heta 20ê nifûsa Sûriyeyê pêk tînin û got:

"Kurdên li Helebê, Şêx Meqsûd, Eşrefiye, Kobanî û Efrînê ji Kurdên Cizîrê zêdetir in."

Profesorê Zanîngeha Dihokê diyar kir, eger ji 250 kursiyên parlamentoya Sûriyeyê tenê 6 yan jî 9 kursî bidin Kurdan, ev yek nayê qebûlkirin.

Li gorî gotina wî, ev rêje dike ji sedî 6 û ev yek nûnertiya rasteqîn a Kurdan nake.

Mîranî bal kişand ser girîngiya lihevhatina niştimanî û got:

"Eger hikûmeta Sûriyeyê bixwaze Kurd hest bikin ku ew welatê wan e, divê kotayekê ji bo Kurdan diyar bike."

Wî xwest ku Kurd wekî blokekê di parlamentoyê de cih bigirin û herî kêm 25, 30 yan jî 35 kursiyên wan hebin.

Her wiha wî hişyarî da ku qebûlkirina hejmareke kêm a kursiyan, tê wateya qebûlkirina zihniyeta berê ya Beasê.

Prof. Dr. Elî Mîranî li ser pirsa boykotkirina hilbijartinan, diyar kir ku boykotkirin ne tiştekî baş e.

Wî mînaka Bakurê Kurdistanê da û got ku Kurd li wir jî tevî hemû zextan beşdarî hilbijartinan dibin û di parlamentoyê de cih digirin.

Mîranî tekez kir ku divê Kurd li her derê bin da ku dengê xwe bigihînin lê nabe ku ew bi hêsanî rêjeyeke kêm a nûnertiyê qebûl bikin.

Profesor Elî Mîranî xwest ku Kurd li ser mafên xwe rijd bin û ji bo bidestxistina wan hevdîtinan bidomînin.

Naveroka hevpeyvîna Prof. Dr. Elî Mîranî ya bi Dilbixwîn Dara re wiha ye:

Rûdaw: Hejmara Kurdan li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê çi qas e? Nifûsa wan çi qas e?

Prof. Dr. Elî Mîranî: Zor spas ji bo mêhvandariyê û ji bo vê pirsa te ya girîng. Dema em bixwazin hejmara Kurdên Rojavayê Kurdistanê bizanibin, li cem me komek amar û zanyariyên serdema Fransayê û berî û piştî wê hene. Hemû kes dizanin hejmara Kurdên Rojava ne kêm e, ji sedî 15an zêdetir e.

Eger Kurdên parêzgeha Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye), Kobanî û Efrînê li ber çavan bigirin, ew ji Kurdên Cizîrê zêdetir in. Her wiha Kurdên li Şam û Hemayê jî zêde ne, anku nifûsa Kurdan gelek e.

Gava em dibînin ku ji 250 kursiyên parlamentoya Sûriyeyê tenê 6 an 9 kursî didin Kurdan, ev karekî seyr e. Sibe ew nûner dê çi bikin û çi bixwazin? Dê ji wan re bêjin "Ev proseya we ya demokrasiyê ye û hejmara we ev e, zêdetir mafê we nîne." Çêdibe sibe wê hejmarê bînin 3yan jî wekî serdema Partiya Beas a faşîst û şovenîst.

Rûdaw: Wê demê tu dibêjî rêjeya Kurdan a li Sûriyeyê bi kêmanî ji sedî 15 e. Li gorî vê, divê çend parlamenterên Kurd hebin?

Prof. Dr. Elî Mîranî: Mamoste li gorî rêje û hevsengiyê, tiştek heye bi navê sazkirina niştimanî. Eger xêrê bixwazin û bixwazin entegrasyonek çêbibe da ku Kurd hest bikin ev welatê wan e, diviyabû kotayek ji bo Kurdan diyar bikira. Diviyabû herî kêm 25, 30 yan 35 kursî wekî blokekê bidana Kurdan.

Lê niha ji 16 kursiyên parêzgeha Hisîçayê tenê 4 an 5 Kurd derdikevin. Ev zihniyeta Mihemed Teleb Hîlal û Munzir Mûsilî ye. Ev faşîstên niha, ji yên berê xirabtir in.

Rûdaw: Baş e, ger rêjeya Kurdan tenê ji sedî 6 be, hûn çawa dikarin vê qebûl bikin? Pêwîst bû partiyên me yên sereke li Rojavayê Kurdistanê çi kiribûna?

Prof. Dr. Elî Mîranî: Mamoste me li Başûrê Kurdistanê tecrubeyeke têr û tije heye. Ji dema Şoreşa Îlonê ya mezin heta 1975an, Barzaniyê Nemir bi dehan caran bi hikûmeta Îraqê re li ser hejmara Kurdan û Kerkûkê dan û standin kirin. Ne di rojekê de bû ku Kurdên Başûr sala 1970yî mafê otonomiyê bi dest xist, encama dan û standinan bû.

Pirsgirêka Kurdên Rojava ew e ku du caran çûn Şamê û sê caran vegeriyan. Lê ev hesabê nifşên paşerojê nakin. Bê guman dan û standin ji şer û xwînê baştir e lê di vê qonaxa damezirandinê de, heger tu vê kêmasiyê qebûl bikî, dê ji niha û pê ve hecma te di parlamentoyê de ji sedî 6 be.

Bi ji sedî 6an tu dê çi bikî? Li Başûrê Kurdistanê 60 kursiyên me li Bexdayê hene lê dema bloka Sunî û Şîe dibin yek, gelek tiştan li dijî Herêmê dikin. Gelo dê sibe li Sûriyeyê encam çi be?

Rûdaw: Doktor Elî, ma boykotkirin sûdekê dide Kurdan? Mînak, eger PYD yan partiyên din beşdar nebûbûna, dê çi feydeya boykotê hebûya?

Prof. Dr. Elî Mîranî: Na mamoste, boykotkirin qet ne baş e. Tu dibînî li Bakurê Kurdistanê her çi qasî zext hebin jî Kurd û partiyên wan dîsa jî beşdarî parlamentoyê dibin. Boykotkirin ne çareserî ye.

Divê tu li her derê bî û dengê xwe bigihînî. Lê em qala rêjeyê dikin, rêje pir kêm e. Nabe ew wisa zû vê rewşê qebûl bikin. Mafê wan e ku zêdetir bixwazin û divê li ser daxwazên xwe rijd bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst