Îzedîn Ketanî: Pêwîstiya Îraqê bi teknolojiyê heye

27-05-2025
RÛDAW
Nîşan Îzedin Ketanî Hişê Çêkirî Kompanyaya Goselê
A+ A-

Kompanyaya teknolojiyê Gosel, serdana Îraqê û Herêma Kurdistanê dike û kompanya dixwaze xizmetguzariyên otelên Îraq û Herêma Kurdistanê bi pêş bixe.

Kompanyaya teknolojiyê Gosel a Ewropî ku baregeha wê li Parîsê ye, plan dike ku berhemên xwe bîne bazarên Îraq û Herêma Kurdistanê.

Îzedîn Ketanî, xwediyê kompanyayê û wî ji Rûdawê re ragihand ku ew gelekî dixwazin li Îraqê kar bikin

Îzedîn Ketanî derbarê girîngiya projeyên wan de tekezî kir ku pêwîstiya Îraqê teknolojiyayê ye

Xwediyê kompanyayê amaje bi projeyên li Îraqê jî kir û got: ”Di destpêkê de dê baldariya wan li ser sektora mêvandariyê be, wekî alîkarîdana hotêlan ji bo misogerkirina kalîteya xizmetguzariyan bi rêya hişê çêkirî.

Her wiha li molan jî çareseriyên wan dê bibin alîkar ji bo baştirkirina xizmetguzariya kiryaran, çavdêriya hatin û çûnê û eşkerekirina metirsiyên ewlehiyê.

Hevpeyvîna Nûçegihana Rûdawê Ala Şalî û Îzedîn Ketanî bi vî rengî ye:

Rûdaw: Çima girîng e ku kompanyaya we projeyên xwe li Herêma Kurdistanê û Îraqê çêbike?

Îzedîn Ketanî: Em kompanyayeke teknolojiyê ya Ewropî ne ku baregeha me ya sereke li Parîsê ye û li Brîtanya, Erebistina Siûdî, Dubaî û Mexribê kar dikin. Her wiha plan heye ku em bên Îraqê jî û em gelekî bi coş in ji bo vê yekê. Kompanyaya me di çareseriyên pêşketî yên hişê çêkirî de pispor e. Em di sê warên sereke de alîkariyê didin kompanyayan, serkewtina îdarî, birêveberina jêhatiyê û ezmûna kiryaran. Bi van tiştan, em dikin ku asta karê kompanyayan bi awayekî berbiçav bilindtir bibe. Em di sektora firotinê de bi kiriyarên mezin re kar dikin, wek mînak Renaultê li Fransa û Belçîkayê. Her wiha kiriyarên me li Tirkiyeyê jî hene, bi taybetî di sektora firotina tiştên bihadar de. Bi kurtasî, em palpiştiya asta karkirina kiriyarên xwe dikin bi çareseriyên jîr û bi hişê çêkirî.

Rûdaw: Li Îraqê pirsgirêkên kareba û avê hene, gelek proje hene ku hê jî temam nebûne, çima tu bawer dikî ku bi vê projeyê tu dê alîkar bî? Çima niha girîng e ku Îraq girîngiyê bide teknolojiyayê?

Îzedîn Ketanî: Belê, Îraq bi rastî hewceyî teknolojiyê ye û gelek projeyên nû di bin cîbicîkirinê de ne, bi taybetî di sektora mêvandariyê de. Plan hene ji bo molên nû û hotêlên asta bilind ku hemû hewceyî teknolojiya modern in ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên kiryarên bi kalîteya bilind. Îro, ev tê wateya hişê çêkirî. Em girîngiyeke mezin didin vê bazarê. Di vê konferansê de, me çend civînên gelekî hêvîdar hebûn. Em dixwazin dest bi karkirinê li Îraqê bikin ji bo palpiştîkirina pîşesaziyên curbicur û ji bo ceribandin û guncandinê teknolojiya xwe di vê jîngehê de. Ez gelek bi coş im ji bo vê derfetê. Bi rastî ez ji welat û xelkê wê hez dikim. Tiştê hîn girîngtir, ew teknolojiya ku em pêşkêş dikin yek ji yên herî pêşketî ye li cîhanê, em dixwazin wê bînin Îraqê û alîkar bin di bikaranîna hişê çêkirî li wir.

Rûdaw: Kompanyaya we dikare di çi warî de kar bike?

Îzedîn Ketanî: Niha, em bala xwe didin 3 warên sereke: mêvandarî: Oteleke pênc stêrkî di nêzîkî meha îlonê de tê vekirin. Ew hewceyî teknolojiya me ne ji bo misogerkirina kalîteyê di hemû xizmetguzariyan de ka odeyek paqij e û gelo ka rêkar tên şopandin, gelo mêvan xizmetên guncaw werdigirin û heta hestên kiryaran derbarê ezmûna wan de çawa ye. Bi hişê çêkirî, em dikarin çavdêriya van hemûyan bikin. Teknolojiya me ku sîstemên kameraya jîr jî dihewîne, alîkar e ji bo misogerkirina parastina standartên bilind.

Mol, sêyemîn mola herî mezin a Afrîkayê tê avakirin. Li vir jî, teknolojî pirr girîng e. Em wan çareseriyên ku alîkar in ji bo baştirkirina xizmetguzariya kiriyaran, çavdêrîkirina hatin û çûna xelkê û heta eşkerekirina metirsiyên ewlehiyê yên wekî çekan pêşkêş dikin. Amûrên hişê çêkirî yên me palpiştiya ewlehî karîgerî û ezmûneke baştir a kiryaran dikin.

Rûdaw: Gelekî spas

Îzedîn Ketanî: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst