Serokê Baroya Amedê: Me di Komîsyonê de daxwaza sîstemeke nanevendî kir

28-08-2025
Ferdî Sak
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç /Wêne: Rûdaw
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç /Wêne: Rûdaw
Nîşan Abdulkadîr Guleç Baroya Amedê Komîsyona Parlamentoyê Nenavendîtî Kurdî
A+ A-

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ji Rûdawê re ragihand ku wan di civîna 6emîn a Komîsyona Parlamentoyê de amaje bi destûra 1921ê kiriye daxwaz kiriye sîstemeke nenavendî bê avakirin û wiha got, "Kurd hewce ne di herêma xwe de, di şaredariyê de wekî dibêjin nenavendîbûn, ew sîstem, ew pergal divê bê avakirin û Kurd di wê pergalê de, di wê herêmê de bi van rê û rêbazên şaredariyeke nû xwe hem bi rê ve bibe, hem jî perwerdeya zimanê Kurdî jî bibe zimanê perwerdeyê û Kurd xwe li derve jî îfade bikin."

Li aliyê din Guleç teke kir divê saziyên dewletê li gel zimanê Kurdî li hev bên û Kurdî di destûrê de cih bigire û bibe zimanê perwerdeyê.

Guleç her wiha diyar ku wan ji bo vegera endamên PKKyê û kesên ji ber doza PKKyê tên darizandin, pêşniyara amadekirina yasayek taybet kiriye daku ew bikarin tevlî jiyana civakî û siyasî bibin.

Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê ku ji bo pêvajoya çareseriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, 27ê Tebaxa 2025an bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş  civîna xwe ya 6emîn saz kir.

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erinç Sagkan û serokên baroyên Amed, Wan, Stenbol, Enqere, Bedlîs, Hatay, Meletî, Mêrdîn, Mersîn û Sêwasê jî  di civînê amade bûn û nerîn û pêşniyarên xwe yên li ser pêvajoyê bi komîsyonê re parve kirin.

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç piştî civîna komîsyonê derbarê naveroka civînê û daxwazên wan ên ji komîsyonê di hevpeyvînekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Guleç diyar kir ku wan ji bo vegera endamên PKKyê yên ku 11ê Tîrmehê çekên xwe danîne û kesên ji ber doza PKKyê tên darizandin pêşniyara amadekirina yasayeke taybet kirine daku tevlî jiyana civakî û siyasî bibin.

Abdulkadîr Guleç eşkere kir ku wan li ser zimanê Kurdî jî çend daxwaz ji komîsyonê kirine û wan xwestiye Kurdî di destûrê de cih bigire û bibe zimanê perwerdeyê û Kurd di hemû saziyên dewletê de jî bi Kurdî xizmetê bibînin.

Serokê Baroya Amedê ragihand ku zimanê Kurdî hê jî ji aliyê dewletê ve tê qedexe kirin û got, “Wekî mînak çend roj berê di komîsyonê de dayikeke aşîtiyê bi Kurdî peyivî û ji ber rêziknameya parlamentoyê axaftina wê hat birîn û gotin ku  divê bi Tirkî xeber bidî. Min jî got, pirsa Kurd jî bi eslê xwe ev tişt e. Pêwîst e dewlet Kurdî bipejirîne û Kurdî di saziyên xwe de jî bi kar bîne.”

Hevpeyvîna Rûdawê li gel Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç:

Rûdaw: Serokê Baroya Amedê Birêz Abdulkadîr Guleç hûn wekî Serokên Baroyan beşdarî civîna 6emîn a Komîsyonê bûn. Keş û hewaya civînê çawa bû û we di civînê de ji bo çareseriya pirsa Kurd çi pêşniyar kirin?

Abdulkadîr Guleç: Ji herêmê, ji bajarên Kurdistanê em çar baro tevlî bûn. Me, ev pêvajo çawa çarser dibe,hinek pêşniyar kirin. Pêşniyara yekem: Ew kesên ku 11ê Tîrmehê çekên xwe danîne, kesên ji welatê xwe dûr ketine, li Ewropayê dijîn, kesên di zindanê de ne, ji bo wan me got divê yasayeke taybet derkeve. Ew yasaya taybet, dê rê li ber çareserkirina pirsgirêka Kurd jî veke. Wekî din, ji bo pirsa Kurd bê çareser kirin, destûra bingehîn hewce ye ku bê guhertin.

Hewce ye destûreke bingehîn a nû bê çêkirin. Ji bo vê jî mafê Kurdan, mafê ku Kurd bi zimanê xwe perwerdeye bibînin, divê di wê destûrê de, di destûra bingehîn de cih bigire. Wekî din, dewletê heta niha zimanê Kurdan qedexe kiriye lê divê dewlet bi aştî nêzîkî zimanê Kurdan bibe.

Zimanê Kurdan di saziyan de tê qedexekirin, wekî mînak çend roj berê di komîsyonê de dayikeke aştiyê bi Kurdî peyivî û ji ber rêziknameya parlamentoyê axaftina wê hat birîn û gotin ku divê bi Tirkî xeber bidî. Min jî got, pirsa Kurd jî bi eslê xwe ev tişt e.Pêwîst e dewlet Kurdî bipejirîne û Kurdî di saziyên xwe de jî bi kar bîne. Di perwerdeyê de zimanê Kurdî jî divê di destûrê de cih bigire.

Wekî din, di Destûra 1921ê de, şaredarên herêmê herêmên xwe bi dengê xwe, bi îrada xwe bixwe bi rê ve dibirin, yanî li ser şaredariyê polîtîkayek navendparêzî heye û hinek tişt ne bi destê şaredariyan e, bi destê navenda desthilatdar tê çêkirin. Me got ew jî şaş e. Kurd hewce ne di herêma xwe de, di şaredariyê de wekî dibêjin ademî navendîbûn, ew sîstem, ew pergal divê bê avakirin û Kurd di wê pergalê de, di wê herêmê de bi van rê û rêbazên şaredariyeke nû xwe hem bi rê ve bibe, hem jî perwerdeya zimanê Kurdî jî bibe zimanê perwerdeyê û Kurd xwe li derve jî îfade bikin.

Wekî din, kesên girtî ne, kesên li Ewropayê neû kesên mîna siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş, me got ew jî divê bilez bên tehliyekirin. Kesên ku nexweş in û di zindanê de ne, ew jî divê bilez bên tehliyekirin. Kesên wekî Bekîr Kaya, wekî Demirtaş, wekî Figen Yûksekdag, hinek pêşniyarên me di vê çarçoveyê de bûn. Yasayeke taybetî pêwîst e ku di vî warî de bê derxistin.

Ew kesên çekên xwe danîne, ew kesên di rêvebiriya PKKyê de ne, ew kesên endamê PKKyê ne, şervanê PKKyê ne, ew kesên di doza PKKyê de hatine girtin, di girtîgehê de ne, divê ji bo wan yasa bên amadekirin û bi vê yasayê ew tevlî jiyanê bibin, tevlî siyasetê bibin, hewce ye ku yasayeke nû, yasayeke taybet tenê ji bo wan kesan derkeve û ew kes di nav siyasetê de, di nava civakê de bijîn.

Rûdaw: Li ser van daxwazan di navbera we û baroyên bajarên Tirkiyeyê de jî yekdengiyek hebû yan na? Helwêsta wan çawa bû?

Abdulkadîr Guleç: Na yekdengî tinebû û tenê baroyên me yên herêmê hinekî nêzîkî van tiştên ku min pêşniyar kirin bûn û wan jî ev pêşniyar kirin. Lê baroyên Tirkiyeyê û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û serokê wê, ev tişt neanîn ziman. Ew zêde li ser hiqûqê, li ser mafê mirovan sekinîn.

Rûdaw: Di civînê de daxwazeke we ya taybet li ser zimanê Kurdî hebû. We got divê saziyên dewletê li gel zimanê Kurdî li hev bên. Gelo hûn pêşbînî dikin ku di dawiya vê pêvajoyê de zimanê Kurdî dê li Tirkiyeyê bigihe statûyekê, helwêsta Serokê Parlamentoyê û endamên komîsyonê li ser zimanê Kurdî çawa bû?

Abdulkadîr Guleç: Rast e. Em di civînê de li ser zimanê Kurdî axivîn. Serokê civînê wate serokê parlamentoyê, qet midaxeleya axaftina me nekir û ev tiştên me gotin di girtenameyan de jî hatin tomarkirin. Wekî din jî xebateke Baroya Amedê hebû, ji bo pirsgirêka Kurdan ku nêzîkî heştê rûpelî bû. Me ew jî pêşniyar kir, me bi nivîskî pêşniyar kir, ti bertek nîşan neda, tenê guhdarî kirin û wekî din jî wêne hat kişandin. Qeyda axaftina me hat girtin lê tu bertek nîşan nedan.

Piştî civînê jî gotin em dixwazin, hûn pêşniyarên xwe bi nivîskî jî ji me re bişînin, em wan pêşniyaran di ber çavan re derbas bikin. Pêşbîniya min tune ye, lê ez di wê baweriyê de me, heta zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdeyê, asîmîlasyon dê berdewam be û zimanê Kurdî di talûkeyê de ye. Lewra hewce ye gava yekemîn ji bo ku pirsgirêka Kurdan çareser bibe, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Wekî din di saziyên fermî de Kurd bi zimanê xwe xizmetê bistînin, ev tişt ji bo pirsa Kurd bingeh in.

Rûdaw: Hûn xebatên komîsyonê çawa dibînin? Bi taybetî rexne hene ku pêvajo bi sistî bi rê ve didiçe û raya giştî ya Kurd jî hinekî dudil û nîgeran e û dixwazin êdî gavên şênber bibînin. Hûn li ser vê çi difikirin?

Abdulkadîr Guleç: Dudilî tiştekî normal e, hîna tiştek ber çav nakeve, gav nehatine avêtin. Lewra bi şik nêzîkî vî tiştî dibûn, ew jî. Yanî tiştekî asayî ye û anormaliya wê tune ye. Lê em tenê ne, hemû hiqûqnas, rojnameger, akademîsyen, siyasetmedar, ronakbîr, divê vê pêvajoyê baş bişopînin û pêşniyarên xwe ji bo pirsgirêka Kurdan çareser bibe, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, ji bo kesên li Tirkiyeyê dijîn, di nav heq û dadmendî û wekheviyê de bijîn, divê têkoşîna xwe jî bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst