Li Loristanê alozî: Endamekî Basîcê hat kuştin, 13 polîs birîndar bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Loristan Îran Alozî Xwenîşandan Kuştin Besîc
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Parêzgarê Loristanê ragihand ku di xwenîşandanên bajarê Koyeştê de endamekî hêzên Basîcê hatiye kuştin û 13 endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûne.

Alîkarê Parêzgarê Loristanê yê Kar û Barên Siyasî, Ewlehî û Civakî Seîd Pûrelî ragihand ku şeva borî li dijî bihabûn û şert û mercên zehmet ên jiyanê li hinek bajarên parêzgehê xwenîşandan hatine lidarxistin.

Li gorî gotina Alîkarê Parêzgarê Loristanê, di xwenîşandan û nerazîbûnên li bajarê Koyeştê de alozî derketiye û kuştî û birîndar hene.

"Endamekî Basîcê hat kuştin"

Seîd Pûrelî got, "Şeva çarşemê li bajarê Koyeştê xwenîşandanên nerazîbûnê hatin lidarxistin.

Mixabin ev nerazîbûn ji aliyê hejmarek 'tevdêran' ve ber bi arasteyeke din ve hatin birin" û di encamê de endamekî Basîcê hat kuştin.

Pûrelî her wiha da zanîn ku ji ber derketina aloziyan di xwenîşandanan de 13 endamên hêzên ewlehiyê ku di nav wan de polîs û Basîc hene, birîndar bûne.

Alîkarê Parêzgarê Loristanê hişyarî da û got, "Parastina ewlehî û aramiya parêzgehê xeta me ya sor e.

Em dê li hemberî wan kesên ku ewlehî û aramiya parêzgehê dixin metirsiyê bi tundî bisekinin."

Gule li xwenîşanderan hatin reşandin

Li aliyê din, li gorî yek ji vîdeoyên xwenîşandan û aloziyan, endamekî hêzên ewlehiyê guleyan rasterast li xwenîşanderan direşîne û tê gotin ku ji ber vê yekê hejmarek welatî birîndar bûne.

Wekî ku di dîmenan de xuya dike du welatî bi guleyan birîndar dibin lê derbarê rewşa wan a tenduristiyê de ti zanyarî li ber dest nînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst