Qamişlo: Ahenga îmzekirina dîwana Mele Nûriyê Hesarî bi rê ve çû

01-02-2024
RÛDAW
Ahenga îmzekirina dîwana Mele Nûriyê Hesarî bi rê ve çû
Ahenga îmzekirina dîwana Mele Nûriyê Hesarî bi rê ve çû
Nîşan Mele Nûriyê Hesarî Qamişlo Dîwan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ahenga îmzekirina dîwana Mele Nûriyê Hesarî bi rê ve çû.

Her du bergên helbestvan Mele Nûriyê Hesarî ku bi navê Perîşan jî tê naskirin û Rûdawê ew her du berg çap kirine û belav kirine, bi merasîmekê hatin îmzekirin.

Mela Nûriyê Hesarî di piraniya berhem û helbestên xwe de cihekî girîng dida zimanê Kurdî û pirsa neteweyî.

Mele Nûriyê Hesarî bi zimanên Erebî û Farisî jî dizanî.

Di merasîma îmzekirinê de kurê wî Ebdulwehab Mele Nûrî jî beşdar bû.

Mele Nûriyê Hesarî li Bakurê Kurdistanê li gundê Hesarê sala 1934an ji dayik bû û sala 2011ê li Qamişloyê koça dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst