Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku şehîdên 1ê Sibatê sembola pêkvejiyan û yekrêziyê ne
1ê Sibata 2004an du kesan merasîmên cejnê yên li Şaxa 2yê ya PDKyê û Malbenda 3yê ya YNKyê yên li bajarê Hewlêrê kirin armanc û xwe di nava xelkê de teqandin.
Di her du teqînan de 103 kes şehîd ketin û 246 kes jî birîndar bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera êrişa 1ê Sibatê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî got, "Şehîdên 1ê Sibatê sembola pêkvejiyan, yekrêzî û têkelbûna xwîna zarokên Kurdistanê ne."
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe dew wiha got:
"Îro em bi rêz û şikodariyeke mezin bîranîna şehîdên nemir ên karesata 1ê Sibata 2004an dikin.
Ew roja ku terorîstên tarîperest di sibeheke cejnê de, bi kîn û nefreteke reş, du baregehên sereke yên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê kirin armanc û komek serkirde û têkoşerên diyar û welatiyên bêtawan şehîd û birîndar kirin."
"Sembola pêkvejiyanê"
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku şehîdên 1ê Sibatê, sembola pêkvejiyan, yekrêzî û têkelbûna xwîna zarokên Kurdistanê ne li ser rêya azadî û serfiraziyê û wiha pê de çû:
"Ew di demekê de şehîd bûn ku mijûlî pîrozbahiya cejnê û bihêzkirina pêkvejiyan û hezkirinê bûn, lewma bîranîna wan tenê bibîranîna êşekê nîne, her wiha tekezkirin e li ser wan nirxên ku wan di ber de canê xwe da.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku wefaya herî baş ji bo xwîna şehîdên 1ê Sibatê û tevahiya şehîdên Kurdistanê, parastina destkeftan, kûrkirina canê pêkvejiyan, pêkvekarkirin û yekrêziya navbera aliyên siyasî ye.
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got:
"Divê em vê bîranînê bikin hêwênê derbaskirina nakokiyan û karkirina ji bo avakirina paşerojeke geştir ji bo nifşên me ku hêjayî qurbanîdana şehîdên me be.
Silav ji bo canê pak ê şehîdên 1ê Sibatê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Silav û serbilindî ji bo mirovên wan ên serbilind."
Êrişên 1ê Sibatê
1ê Sibata 2004an, di roja yekem a Cejna Qurbanê de li Şaxa 2yê ya PDKyê û malbenda 3yê ya YNKyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, du teqînên xwekujî çêbûn.
Di encama wan êrişan de li her du baregehan 103 kes şehîd ketin û 246 kes jî birîndar bûn.
Endamên polîtburoyên PDKyê Samî Ebdulrehman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şewket Şêx Yezdîn, Parêzgarê Hewlêrê Ekrem Mentiq û alîkarê wî û di heman demê de Serokê Şaxa Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê navçeya navendî ya Hewlêrê Ehmed Rojbeyanî, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Emîd Nerîman û Berpirsê YNKyê yê Hewlêrê Şaxewan Ebad û gelek berpirsên YNKyê canê xwe ji dest dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse