Li Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê rêyên 278 gundan hatin girtin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Girtina Rêyan Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, ji berfê rêyên 278 gundan hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistanê îsal zivistaneke tund heye û welatî di jiyana rojane de rûbirûyê zehmetiyan dibin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li parêzgehê ji ber berf û pûkê rêyên 78 gundan hatine girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo paqijkirina berfê û vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.

Colemêrg

Li parêzgeha Colemêrgê ji ber girtina rêyan xelk di çûn û hatinê de rûbirûyê pirsgirêkan bûn.

Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand ku li Colemêrgê û navçeyên wê ji ber berfê rêyên 59 gundan hatine girtin.

Ji bo vekirina rêyên gundan jî xebatên tîman berdewam dikin.

Her wiha tîmên pêwendîdar jî li ser rêya Colemêrg û Çelê li nêzîk gundê Kertêla aşûta ku ketibû ser rê paqij kir û rê vekir.

Mûş

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur ragihand ku li parêzgehê ji ber berfê rêyên 41 gundan hatine girtin.

 Şeyhmus Yentur da zanîn ku ji bo ku xelk mexdûr nebin tîmên wan hewl didin rêyan vekin.

Bedlîs

Birêvebirê Xizmetên Rê û Veguhastinê yên Îdareya Taybet a Bedlîsê Umît Kurtkan jî ragihand ku li tevahiya parêzgehê ji ber berfê rêyên 100 gundan hatine girtin.

Li navenda bajarê Bedlîsê jî tîmên şaredariyê û tîmên rêyên bejahî rê û cadeyan paqij dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst