Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn û dawî rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Bargeha Serok Barzanî ragihand ku
Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî îro pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Baregeha Serok Mesûd Barzanî daxuyaniyek derbarê naveroka pêwendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî de belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di wê pêwendiya telefonî de behsa rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û pêngavên bicihkirina peymana di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de hatiye kirin.
Her wiha her du aliyan tekezî li ser çareserkirina kêşe û aloziyan bi rêya diyalogê û pêkhatina aştî û aramiyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse