Baregeha Barzanî li ser civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî daxuyanî da

16-01-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan.

Baregeha Barzanî li ser civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand ku îro Serok Barzanî li Pîrmamê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêşwazî kir û wan behsa yekrêzî û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de got:

“Di vê hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê û her wiha çarçoveya giştî ya têkiliyên aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re û çawaniya helwesteke hevbeş a aliyên Kurdî yên Sûriyeyê hatin nirxandin.”

Baregeha Barzanî her wiha anî ziman:

“Di vê hevdîtinê de hat tekezkirin ku pêwîst e aliyên Kurdî yên Sûriyeyê bêyî destwerdana ti aliyan û bi rêbazên aştiyane biryara çarenivîsa xwe bidin û ji bo misogerkirina mafên xwe bi yekrêzî û helwesteke hevbeş bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re bigihêjin têgihiştinê û rêkeftinê.

Divê faktora aştî û aramiyê bin û rê li ber dubarebûna wan nexweşiyên ku bi ser gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê de hatine bigirin.”

Endamê Boruya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Xê ragihandibû ku Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civiyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst