Hewlêr (Rûdaw) - Pakêta 10emîn a Darazê ya AK Partiyê tevî nerazîbûnên mixalefetê bi piraniya dengên AK Partî û MHPyê di Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê de hat qebûlkirin.
AK Partiyê 29ê Gulana 2025an Pakêta darazê û înfaza cezayên beşek ji girtiyan a bi navê "Pêşniyar Yasaya Guherandina Yasaya Li Ser Cezayan û Tedbîrên Ewlehiyê û Hinek Yasayên Din" pêşkêşî parlamentoyê kiribû.
Pakêta ku ji 30 madeyan pêk tê 31ê Gulanê di Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê de bi civînekê hat gotûbêjkirin.
Civîn piştî 15 demjimêr û 15 xulekan bi dawî hat û Pakêt tevî nerazîbûnên mixalefetê bi piraniya dengên AK Partî û MHPyê di komîsyonê de hat qebûlkirin.
Biryar e pêşniyaryasaya Pakêtê piştî hilbijartinên Serokayetiya Parlamentoyê, bê Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê û deng li serê bê dayîn.
Serokê Komîsyonê Cuneyt Yuksel divê şerha muxalefetê heta 2yê Hezîranê bigihîne Serokayetiya Komîsyonê.
Li 403 girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 400 hezar girtî hene.
Di nav wan de jî rewşa 335 ji wan giran, derdora 1400 girtiyên nexweş hene.
Nerazîbûna DEM Partiyê
DEM Partî li bendê bû ku li gel girtiyên nexweş û siyasî ev Pakêt di navbera 55 heta 60 hezar girtiyan li xwe bigire lê girityên siyasî ji derveyî Pakêtê hatine hiştin û tenê girtiyên nexweş ji Pakêtê sûdmend dibin.
Ji bo rewşa girtiyên siyasî jî amaje bi payîzê bi serdama nû ya yasadanînê tê kirin.
Endamên Komîsyona Dadê yên DEM Partiyê derbarê Pakêta nû ya darazê de civîneke çapemeniyê saz kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayanê ragihand ku Pakêta darazê ne li gorî hestiyariyên pêvajoya siyasî hatiye amadekirin û got:
"Pêşniyarên ku partiya me di çendîn hevdîtinan de de ji berfirehkirina çarçoveya Pakêtê, demokratîkirina wê û wekhevkirina wê kirine nehatin qebûlkirin.
Ev Pakêt bi awayekî hatiye çêkirin ku dengê xwe ji bo qêrînên aliyên mexdûr digire."
Parlamenterê Stenbolê û Alîkarê Serokê MHPyê Fetî Yildiz jî di Komîsyona Dadê de axivî.
Yildiz çendîn rexne li Pakêtê girtin û got ku pêwîstî bi yasayeke wiha ya înfazê heye ku rûmeta mirovan derdixe pêş.
Fetî Yildiz rexne li cûdahiya di navbera înfaza hinek deveran de kir û got ku li hinek deveran dozgerên înfazê di karûbarên girtiyan de biryar û belgeyên ji hev cuda didin.
Alîkarê Serokê MHPyê Fetî Yildiz ragihand ku sererastkirina Yasaya Covîd-19 ku biryar bû girtiyên siyasî jî li xwe bigire bi temamî ji Pakêtê nehatiye derxistin û pêwîstiya wê bi lêkolînên berfireh û heye û li gorî ku analîza bandorê ya wê yasayê dê di îlon-çiriya pêşîn de bê kirin.
Beşek ji naveroka 10emîn Pakêta Darazê wiha ye:
Li gorî Pakêtê kesên ku ji ber nexweşiyê nikarin jiyana xwe bi tena serê xwe di girtîgehê berdewam bikin, bi mercê ku metirsiyê li ser ewlehiya civakê çênekin dê bi biryara dadwerê înfazê bikarin cezayê xwe li male derbas bikin.
Li gorî Pakêtê cezayên birîndarkirina bi zanebûn ku sînorê wê yê di bin salekê de bû dê ji bo salek û 6 mehan bê zêdekirin.
Cezayên tawanên ku ewlehiya giştî dixe metirsiyê tê zêdekirin.
Wekî mînak eger kesek bi derxistina agir, an bibe sedem ku avahiyek hilweşe, hezaz, aşût, lehî çêbibe an jî bi çekan teqe bike û teqemeniyekê biteqîne û bi van jî can û male xelkê bixe metirsiyê dê cezayê wan ku di navbera 6 meh heta sê sal bû dê bo ji salekê heta 5 salan bê zêdekirin.
Ew kesên ku ewlehiya trafîkê dixin metirsiyê cezayê wan zêde dibe.
Wekî mînak eger kesek bi bandora madeyên hişber an jî alkolê tevî ku nikare otomobîlê biajo wî karî bike, cezayê wî sînorê herî kêm ji 3 mehan heta 6 mehan tê zêdekirin.
Her wiha bi pêşniyarsaya nû ew kesên ku rêya xelkê dibirin û gefan li wan dixwin cezayê wan jî tê zêdekirin.
Li gorî Pakêtê cezayê zarokên girtî dê li li girtîgehên girtî destpêbike û piştre ew zarok dê li malên perwerdekirina zarokan berdewam bike.
Wekî mînak eger cezayê zarokên girtî ji 15 salan kêmtir be dê di çarçoveya biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê û bi erêkirina dadwerê înfazê ji bo malên perwerdekirina zarokan bên şandin lê bi mercê ku metirsiya wan a nehiştina delîlan nebe û ew zarok karên wiha nekin ku cardin heman tawan dubare bikin an jî metirsiyê li ser ewlehiyê çêbikin.
Pakêta nû ya darazê derfeta berdana bi kontrola dadî dide wan kesên ku ji ber tawanên biçûk dubare ketine girtîgehê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse