Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê 50 saliya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîroz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 50 saliya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:
“Di 50 saliya damezirandinê û Jubileya Zêrîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî we yên birêz û serokatî û tevahiya endam û cemawerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikim, hêviya serkeftin û bipêşketina berdewam a we dixwazim.”
Nêçîrvan Barzanî li ser rola Mam Celal jî anî ziman:
“Di vê bibîranînê de, em bi rêzdarî avakarê Yekîtiyê, Xwedê jê razî Serok Mam Celal Talebanî û hemû wan şehîd û têkoşeran bi bîr tînin ên ku di rêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, qurbanî ji bo azadiyê dane.
Karwanê pênc dehan ê xebat û tekoşîna Yekîtiyê, hêjayî rêz û pêzanînê ye.”
Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman:
“Em tekeziyê li amadeyî û rola girîng a Yekîtiyê di pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Îraqê de dikin.
Hêvîdar in ku ev bibîranîn bibe sedemeke bihêz a xurtkirina yekrêziya niştimanî û bihevrebûna hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê ji bo berengarbûna astengiyan.
Her wiha ji bo karkirina hevbeş a ji bo parastina destkeftî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û misogerkirina paşerojeke baştir ji gelê Kurdistanê re.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse