Li çolên Sûriyeyê depoyên çekan hatin dîtin

01-06-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Depoyên Çekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên Hikûmeta Sûriyeyê du depoyên çek û cebilxaneyan yên ku berê ji aliyê rejîma Beşar Esed ve dihatin bikaranîn li çolên Sûriyeyê dîtin.

Li gorî nûçeya ajansa North Pressê, hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê li çola El-Heriyê li ser sînorê Sûriye-Îraqê depoyeke çekan dît.

Di depoyê de gelek çekên sivik û navîn li gel cureyên cuda yên cebilxaneyan hebûn.

Li aliyê din, di operasyoneke din de, li çola Tedmurê ya nêzikî bajarokê El-Suxnayê depoyeke din a çekan ku li nêzîkî avahiyeke berê ya hikûmetê hatibû veşartin hat dîtin.

Li gorî zanyariyan depoya çekan li ser agahdarkirina xelkê herêmê hatiye dîtin.

Dîtina depoyê piştî agahdarkirina ji aliyê şêniyên herêmê ve hat kirin. Çavkaniyê destnîşan kir ku di depoyê de jî çek û cebilxane hebûn.

North Presê da zanîn, hêzên ewlehiyê çekên ku di her du depoyan de hatine dîtin ji bo lêkolînên zêdetir û hilanîna bi ewle birine navenda Ewlehiya Navxweyî.

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ji bo şopandina bermahiyên rejîma berê û milîsên Îranî yên li Sûriyeyê operasyon daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst