Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanê 16 salî yê ku berî 22 rojan li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ketibû Avaşînê hîn jî nehatiye dîtin û li ser daxwaza malbatê xebatên lêgerînê heta piştî cejnê hatin rawestandin.
Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ciwanê bi navê Îbrahîm Nêçîr Kom 10ê Gulana 2025an dema bi hevalên xwe re ji bo geştê diçe herêma Oremarê dikeve Çemê Avaşînê û winda dibe.
Hewldanên ji bo dîtina Nêçîr jî 22 roj in didomin lê heta niha ti encam nîn in û xortê 16 salî hê nehatiye dîtin.
Xebatên lêgerînê di bin serkêşiya AFADê de tên meşandin û gelek tîm beşdarî xebatan dibin.
Tîmên ku li wî cihê ku Nêçîr ketiye çem lêgerînê dikin, li kêleka çem jî digerin.
Li gorî zanyariyan li ser daxwaza malbatê heta piştî cejnê ji bo karûbarên lêgerîna Nêçîr navber hatiye dayîn û dê xebatên lêgerînê piştî cejnê dîsa berdewam bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse