Îbrahîm Kalin bi Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re civiya

01-07-2025
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Kalin Başûrê Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Îstixbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Serokê Saziya Îstixbareta Tirkiyyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li ser pêvajoya çareseriyê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyeyê, Îbrahîm Kalin îro hatiye serdana Hewlêrê.

Kalin di çarçoveya serdana xwe de bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed û rayedarên Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê re civiyaye.

Li gorî zanyariyan di hevdîtinên dualî de, rewşa herî dawî ya herêmê ya piştî şerê Îran û Îsraîlê û gavên ku dê ji bo misogerkirina aştî û aramiya herêmî bên avêtin hatine gotûbêjkirin.

Yek ji xalên herî girîng ên hevdîtinan, pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan bû ku Hikûmeta Tirkiyeyê wekî “Tirkiyeya Bêteror” bi nav dike û di vê çarçoveyê de, gavên ku dê di paşerojê de bên avêtin hatine nirxandin.

Di hevdîtinan de her wiha bi hûrgilî behsa ewlehiya Tirkmenan û rola wan a di pêvajoyên siyasî de hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku dê di serdema pêş de pêwendî û hevdîtinên li gel Hikûmeta Îraqê û saziyên Herêma Kurdistanê re bi awayekî berfirehtir berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst