Wezareta Petrolê ya Îraqê: Em dê bi Herêma Kurdistanê re bigihêjin encameke erênî

01-08-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand, “Gotûbêjên li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê berdewam in” û eşkere dike ku ew dê mijarê çareser bikin.

Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Petrolê ya Îraqê Dr. Sahêb Bezzûn doh ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Gotûbêjên li ser pirsgirêka hinardekirina petrolê ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re berdewam in û em dê di çend rojên bê de bigihêjin encameke erênî û mijar dê were çareserkirin.”

Li ser pirsa radestkirina petrolê ya Kompanyaya Bazarkirina Petrola Îraqê (SOMO) ku heta niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkeftina dawî çênebûye.

Gotûbêj li ser wê yekê ne ku ka gelo dê miqdara petrola ku niha tê berhemanîn were radestkirin yan jî ew miqdara ku di rêkeftinê de hatiye destnîşankirin ku 280 hezar bermîl e (50 hezar bermîl ji bo bikaranîna navxwe û ya mayî jî ji bo hinardekirinê).

Dr. Sahêb Bezzûn li ser wê mijarê jî anî ziman:

“Şande di gotûbêjan de berdewam in. Hinardekirina petrolê gelekî dereng ketiye û hemû hewl ji bo wê yekê ne ku em di demeke kurt de bigihêjin rêkeftineke dawî.”

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê 30ê Tîrmehê ragihandibû ku ew miqdara petrola ku niha ji bo hinardekirinê amade ye, dê radestî SOMOyê were kirin da ku bi rêya Bendera Ceyhanê were hinardekirin.

Her wiha biryar hat dayîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyariya tazmînkirina wan kompanyayan bigire ser xwe ku petrola wan ji bo bikaranîna navxwe ya li Herêma Kurdistanê tê terxankirin.

Heta niha meaşên mehên Hezîran û Tîrmehê yên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve nehatine dayîn.

Li gorî agahiyên Rûdawê, hilberîna petrolê li bîrên petrolê gihiştiye ser 125 hezar bermîlan lê ne diyar e ka daxwaza Bexdayê çend hezar bermîl e ango, dê ji çend hezar bermîlan kêmtir nebe ku ji bo hinardekirinê wergirin.

Berpirsê Ragihandinê yê Wezareta Petrolê ya Îraqê red kir ku li ser wê miqdara ku Bexda ji bo wergirtin û hinardekirinê qebûl dike biaxive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst