HSD: Endamekî metirsîdar ê DAIŞê hat girtin

01-09-2025
Nîşan HSD TOL DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di operasyoneke taybet a li Reqayê de, endamekî metirsîdar ê şaneyên DAIŞê hatiye girtin.

Operasyon bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî pêk hat.

Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî HSDyê bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li bajarê Reqayê li dar xist.

Li gorî daxuyaniyê di encama operasyonê de endamekî xeternak ê şaneyên DAIŞê hat girtin.

Kesê ku hatiye girtin Ehmed El-Mehmûd e ku bi nasnavê "Ebû Mensûr" tê naskirin.

Bi gelek tawanên terorê tê tohmetbarkirin

HSDyê di daxuyaniya xwe de Ebû Mensûr bi wê yekê tohmetbar kir ku "destê wî di gelek kiryarên terorê de heye."

Her wiha hat gotin ku wî gelek caran êrişê xalên ewlehiyê û sivîlan kiriye ku aramî û ewlehiya herêmê têk bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst