Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaş operasyonên li hemberî Îranê wekî “destwerdaneke emperyal” bi nav kir û bangî Tirkiyeyê kir ku di warên aştiya navxweyî, hiqûq û demokrasiyê de gavên wêrek biavêje.
Demîrtaş ji bo pêvajoya çareseriyê jî 4 made pêşniyar kirin û got, "Pêwîst e ji bo temamkirina pêvajoyê, bêyî ku rê li ber ti astengî û provokasyonan vebe, di asta herî bilind de hewldan, wêrekî û feraseteke ku heta niha nehatiye dîtin, bê nîşandan."
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ku ji 2016an ve li Girtîgeha Tîpa Fyê a Edirneyê girtî ye, derbarê şerê Îran-Îsraîlê û bipêşketinên dawî yên li Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Demîrtaş di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Wextê Wêrekiyê ye, Ne yê Hamasetê” de diyar kir ku divê di siyaseta derve de li zemîna dan û standinan bê vegerîn û diyar kir ku divê li hundir jî ji bo misogerkirina yekîtiya civakî demildest gav bên avêtin.
Selahattîn Demîrtaş amaje bi wê yekê da ku rejîma Îranê neheqiyeke mezin li gelê xwe dike lê ev yek nabe hincet ji bo “erişên emperyal.”
Hevserokê berê yê HDPyê Demîrtaş destnîşan kir ku “destwerdanên emperyal” li Rojhilata Navîn bûne daîmî û tekezî li ser wê yekê kir ku divê hem aştiya herêmî hem jî yekîtiya demokratîk a navxweyî bê xurtkirin.
Banga Ocalan
Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ya ji bo çekdanîn û xwefesihkirina PKKyê û got ku divê ev pêvajo bêyî ku derfetê bide provokasyonan, bi lez û bez bê temamkirin.
Her wiha got ku ji bo serkeftina pêvajoyê hewldan, wêrekî û feraseteke di asta herî bilind de pêwîst e.
"Divê darizandinên siyasî bi dawî bên"
Demîrtaş tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hesta edaletê li eniya navxweyî kir û xwest ku darizandinên bi armancên siyasî tên meşandin bi dawî bibin û mekanîzmayên darazê yên serbixwe û bêalî bikevin dewrê û berdana şaredar û siyasetmedarên hilbijartî yên girtî weke pêwîstiyeke hiqûqî bi nav kir.
Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser pêwîstiya helwesteke yekgirtî ya li dijî emperyalîzmê û got, “Divê neyê jibîrkirin ku her berjewendiyeke emperyalîzm bi dest dixe, di zerera me de ye.”
"Artêşeke gel a 86 milyonî"
Hevserokê Berê yê HDPyê ragihand ku divê civak li dora welatê hevpar bibin yek û got:
“Dema pêwîst bike em dê ji Edirneyê heta Colemêrgê bibin artêşeke gel a 86 milyonî.”
Siyasetmedarê girtî yê Kurd Demîrtaş diyar kir ku divê pirsgirêkên navxweyî bi têgihiştina baweriya dualî û biratiyê bên çareserkirin û derbarê gotinên kîndar, tolhildêr û yên ji ber kirî de hişyarî da.
Her wiha ragihand ku ew dê wêrek û ji dil bin bin û bal kişand ser girîngiya aştiya navxweyî.
Demîrtaş da zanîn ku krîza li Rojhilata Navîn dê di demeke kurt de bi dawî nebe û got ku divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên navxweyî û derve ji nû ve dîzayn bike.
Selahattîn Demîrtaş bangî Serokkomar û Parlamentoya Tirkiyeyê kir û pêşniyar kir ku di demeke herî kurt de civîneke xebatê ku serokên giştî yên hemû partiyên siyasî tê de amade bin, bê lidarxistin.
Demîrtaş di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji her demê zêdetir pêwîstiya Tirkiyeyê bi yekîtiya demokratîk heye û got:
"Madem gotina me Tirkiye ye, wê demê berpirsyariya avakirina xelekeke aştî û ewlehiyê li dora Tirkiyeyê jî li ser milê me ye.”
Şerê Îran û Îsraîlê
Demîrtaş behsa bipêşketinê dawî yên şerê di navbera Îsraîl û Îranê de jî kir û got:
“Rejîma Îranê bi salan e bi girtina deriyên xwe li hemberî demokrasî û mafên mirovan, di serî de neheqiyeke mezin li welatiyên xwe dike. Lê lê ti hincet, rewatiyê nade destwerdana emperyal.
Divê em rawestandina operasyona leşkerî ya li ser Îranê û vegera li ser maseya danûstandinan esas bigirin.
Lê wekî ku xuya dike, destwerdanên emperyal ên li Rojhilata Navîn, heta ku li gorî xwe encamê bi dest bixin, dê nesekinin.
Divê em li gel parastina aştiya herêmî ya bi prensîb bin û ji bo vê yekê nîşandana hewldaneke mezin, li hundir jî di misogerkirina yekitî û aştiyê de zûtir û wêrektir tevbigerin.”
Pêşniyarên Demîrtaş
4 maddeyên ku Selahattîn Demîrtaş pêşniyar kirine ev in:
1 - Pêwîst e ji bo temamkirina pêvajoya çekdanînê ya ku bi banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê û biryara xwefesihkirina PKKyê dest pê kiriye, bêyî ku rê li ber ti astengî û provokasyonan vebe, di asta herî bilind de hewldan, wêrekî û feraseteke ku heta niha nehatiye dîtin, bê nîşandan.
2 - Divê dawî li tacîzên darazî yên bi armancên siyasî ku eşkere ye ne xizmeta xurtkirina eniya navxweyî û ne jî xizmeta geşkirina hesta edaletê dikin, bê anîn. Eger tohmeteke sûcê hebe, divê gavên pêwîst bên avêtin da ku ev yek ji aliyê dozgerên giştî, dozger û dadgerên ku serxwebûn û bêalîbûna wan neyê nîqaşkirin ve bê meşandin.
Darizandina bi awayekî ne girtî ya şaredar û siyasetmedarên hilbijartî pêwîstiyeke hiqûqa me ya navxweyî ye û divê di vî warî de êdî gavên berbiçav bên avêtin, tehliye pêk bên û bi pêvajoyeke darizandina dadmend de, doz di dema herî kurt de bi encam bibin. Dema ku agirê li Rojhilata Navîn vediguhere şewateke mezin, divê di helwestên wiha yên ku civakê cihê dikin de israr neyê kirin.
3 - Di serdemeke wiha de divê ti kes bi hesabên biçûk, hewldanên maceraperest, bi rîsk û yên ku encama wan karesat e, rewa nîşan nede. Divê neyê jibîrkirin ku her berjewendiyeke ku emperyalîzm bi dest dixe, di zerera me de ye. Divê em wekî civaka Tirkiyeyê bibin mînak ji bo hemû gelên cîhanê. Li dijî çekan, eriş û provokasyonan li cem aştî û demokrasiyê bisekinin. Di her zehmetiyê de em dê bibin artêşeke gel. Dema pêwîst bike em dê ji Edirneyê heta Colemêrgê bibin artêşeke gel a 86 milyonî. Em dê welatê xwe yê hevpar bi canê xwe biparêzin.
Em dê pirsgirêkên xwe yên navxweyî jî di nav xwe de, di çarçoveya baweriya dualî de û bi “ruhê biratiyê” çareser bikin. Ji bilî vê her lêgerîn, tenê karesatê tîne. Di vî warî de em dê rê nedin ti nêzîkatiyên ji ber kirî, bi hêrs, tolhildêr û kîndar û em dê wêrek û ji dil bin.
4 - Ji bo diyarkirina xeteke siyaseta navxweyî û derve ya demkurt, navîn û demdirêj bi pêşbîniya ku agirê Rojhilata Navîn dê di demeke kurdt de venemire û ji bo her grûbeke siyasî bikaribe vê xetê bi rehetî biparêze, pêwîst e ku bi vexwendina Serokkomar, di zûtirîn dem de li Parlamentoyê civîneke xebatê li gel serokên giştî yên hemû partiyên siyasî bê lidarxistin.
Divê ti xaleke ku min destnîşan kiriye, wekî pêşniyarên bêprensîb û erêkirina desthilatê ji aliyê mixalefeta demokratîk a ve li ser bingeha nezaketê neyên ravekirin, berovajî wê ew erkên sereke yên partiyeke desthilatdar a bi prensîb û berpirsiyar in. Madem nasnavê me Tirkiye ye, ez her kesî vedixwînim ku li dor nasnavê me bibin yek û berpirsyariya wergirin.
Ev bahoz bêguman dê rojekê bi dawî bibe û em dê weke gelên kevnar ên van xakan, bi hev re, bi wekhevî û azadî bijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse