Mîthat Sancar: Merasîma şewitandina çekan ji seremoniye wêdetir bû

01-09-2025
Nîşan Mîthat Sancar Pêvajo Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û endamê şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar got, "Gelek derdoran merasîma şewitandina çekan wekî seremoniyeke sembolîk şîrove kirin, lê ew ji seremonî û jestê wêdetir pêşketinek bû."

Navenda Lêkolînan a Rûdawê îro bi sernavê "Aştiya Tirkiyeyê ya bi Zehmetî: Bêçekkirina PKKyê û Xalên Werçerxana Siyasetê di Rewşeke Jeopolîtîk a Nearam de" konferansekê li dar dixe.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û endamê şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar jî beşdarî konferansê bû.

Sancar ji bilî axaftina xwe, peyama Abdullah Ocalan jî xwend.

Sancar anî ziman ku pêvajoya çareseriyê ya ku tê meşandin naşibe pêvajoyên din ên dan û standinê yên li cîhanê.

Hinek beşên ku di axaftina Çandar de derketin pêş in:

"Belê, li Tirkiyeyê aştî rewşeke bi zehmetî tê bidestxistin. Di rastiyê de ev tesbîteke ku ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo cîhanê jî dikare derbasdar be.

Lê belê, tecrubeyên tal ên ku me li welatê xwe jiyane, girîngî û nirxê aştiyê zêdetir bi me didin hîskirin.

Bêencambûna hewldanên di vî warî de û heta niha negihiştina serkeftinê jî me kûr birîndar dike.

Ji ber wê, dema em behsa aştiyê dikin, em dikarin ji her alî ve bibînin û bifikirin ku ev karekî gelekî zor û meseleyeke dijwar e. Em dîsa di serdemeke ku me îhtimala aştiyê bi dest xistiye de ne.

PKK li gorî vê bangê tevgeriya. Di 5-7ê Gulanê de 12emîn Kongreya xwe li dar xist û ragihand ku wê biryara xwefesixkirin û çekdanînê daye. Pişt re, dîsa peyama vîdyoyî ya birêz Ocalan a derbarê tiştên ku divê di mijara çekdanînê de bên kirin, piştî gelek salan hat weşandin.

Du rojan bi şûn de, di 11ê Tîrmehê de, li Herêma Kurdistanê, li nêzîkî bajarê Silêmaniyê, merasîma şewitandina çekan a ku piraniya kesên li vir jî temaşe kiribûn, pêk hat. Ev jî pêngaveke dîrokî bû.

“Aştî îhtimalek e ku bi zehmetî tê bidestxistin”

Aştî îhtimalek e ku bi zehmetî tê bidestxistin, derfetek e ku bi zehmetî tê bidestxistin lê li ser wê yekê ku armanceke gelekî hêja û girîng e, ez bawer nakim ku gelek kes îtiraz an dudiliyê bikin. Ji bo ku em nîqaşên derbarê pêvajoya li Tirkiyeyê baştir fêm bikin, ez dixwazim çend aliyên wê yên taybet destnîşan bikim.

Wekî ku ez her carê ducare dikim, ji mînakên li cîhanê cuda, pêvajoya ku niha berdewam dike, xwedî wesfeke ku hevkêşeyan serûbin dike ye. Hema hema hemû mînakên ku em li cîhanê dizanin, dibe ku yek-du îstisna ji aliyên cuda ve bên gotin lê pêvajoyên din ên girîng ên pevçûnan, hema hema hemû di nav şabloneke ku tê de mijara çekdanînê li dawiyê hatibû hiştin, dihatin meşandin.

Yanî, pêş-hevdîtin, diyalog, muzakere, peyman, mutabaqat û di dawiyê de çekdanîn. Hemû ev wekî qonaxên ji bo armanca çekdanînê pêk dihatin. Di vê pêvajoyê de ise, îrade û biryara çekdanînê li serî hat girtin. Banga 27ê Sibatê tam vê yekê nîşan dide.

Bê guman, danîna qonaxa çekdanînê li serî, pêvajoyê ji mînakên din ên li cîhanê cuda dike, lê bi temamî naxe cihekî cuda”

"Birêz Ocalan berevajî wê tevgerekê dike"

Ya duyemîn, herêm demeke dirêj e, Rojhilata Navîn, herêma ku em tê de dijîn, demeke dirêj e di nav gêrava şer û pevçûnan de ye. Di du salên dawî de jî, em neçar in ku li her derê bi xwîn, mirin û çekê re bin.

Hevsengiya jiyan û mirinê serûbin bûye. Di serdemeke ku her kes berê xwe dide çekê û di nav amadeh,yên şerê zihnî û fîzîkî de ye, birêz Ocalan tam berevajî wê tevgerekê dike. Yanî, li dijî bayê an jî herikê diçe.

Bila em çekan deynin, bila çek ji dewreyê derkevin. Di pirsgirêka Kurd de û li hemû herêmê bila li şûna çekê siyaset çêbibe, bangê dike. Wekî din, rêxistina ku ew vê bangê jê re dike, rêxistineke ku 41 sal in rêxistinbûneke berfireh û têkoşîneke çekdarî ya dijwar meşandiye.

Ne tenê li Tirkiyeyê hebûna wê heye, li herêmê jî bi heman şêweyî rêxistin bûye, li gelek cihên cîhanê jî çalakiyan dimeşîne û ew ji bo çekdanîna vê rêxistinê bangê dike. Dema ku li vê herêmê bazdana ber bi çekan ve bi lez diqewime, banga xatirxwestina ji çekan ji vî alî ve bi rastî jî gelekî hêja ye.

Ji bo ku em zorê bi ser bixin, pêdiviya me bi ferqkirina van zoriyan heye. Pêdiviya me bi bibîranîna van zoriyan heye. Bibîranîna zoriyan nayê wateya teşwîqkirin an gurkirina bêhêvîtî û reşbîniyê. Tam berevajî wê, ji bo ku em bi saxlemî bimeşin, ji me re dîsa bibîr tîne ku divê em di nav helwesteke wekî rastbînî, sebir, rastbînî û sebir de bin.

“Hebûna pevçûnê înkar dikin”

Divê navê hebûna pevçûnê were danîn. Gelek kes li dijî vê jî derdikevin. Hebûna pevçûnê înkar dikin. Ya duyemîn, divê navê pirsgirêka ku di bingeha vê pevçûnê de ye were danîn.

Pevçûn ji nişka ve dernakeve holê. Sedem û çavkaniyeke wê heye. Sedem û çavkanî pirsgirêka Kurdan e. Ez bawer dikim ku dema em navê wê deynin, em dê karibin çareseriyê hêsantir bibînin.

Rola aktoran

Mijareke din heye ku divê em navê wê deynin: rola aktoran. Pêvajoyeke bidawîkirina pevçûnê tê jiyîn. Ji vir, armanc ew e ku zemîn û hawîrdoreke ku dê kanalên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd vebike, were afirandin.

Baş e, aktor kî ne? Belê, bi gotineke giştî em dikarin bibêjin ku hemû civak di vê qonaxê de aktora vê pêvajoyê ye lê dibe ku di vê qonaxê de gelek tiştekî îfade neke. Aktorên vê pêvajoyê bê guman dewlet, siyaset û rêxistin in. Di dewletê de rêveber, hevkarên desthilatdariyê, bi navkirin birêz Erdogan û birêz Bahçelî, di siyasetê de hemû partiyên din, di serî de partiya muxalefeta herî mezin CHP û serokê wê birêz Ozel, di lingê din ê pirsgirêka Kurd de, di lingê din ê pevçûnê de, ji bo çareserî û aştiyê aktor Birêz Abdullah Ocalan.

Niha, eger hûn navê aktorên sereke nedin, hêsan nabe ku hûn rolên wan pênase bikin û şertên ku dê van rolan bi cih bînin biafirînin.

Dema hûn navê wan deynin, berevajî wê mumkin e. Eger bi taybetî aktorên sereke yên pêvajoyê, helbet em dizanin ku yên din tên gotin, sedema ku ez vê çarçoveyê pêşkêş dikim, pêdiviya qebûlkirin û navdanîna wê yekê ye ku Ocalan aktorekî sereke yê vê pêvajoyê ye, di nav aktorên sereke de cih digire.

Eger ev were kirin, dê hêsantir be ku pêvajoyeke ku heta niha ji aliyê wî ve pêngavên dîrokî hatine avêtin, ji niha û pê de jî bi beşdarî û hewldanên wî bimeşe.

“Pêdivî heye ku ev pêvajo bi ser bikeve”

Belê, bandorên herêmî jî dê gelekî mezin bin. Pêdivî heye ku ev pêvajo bi ser bikeve. Heta niha gelek derdoran beşdarî vê pêvajoyê kirine, keda wan heye, rêveberên li Herêma Kurdistanê ya ku em niha lê ne, hem rêveberên li Hewlêrê û hem jî yên li Silêmaniyê, di nav kesên ku vê beşdariyê pêşkêş kirine de cihên girîng digirin.

Ez şikan nakim ku ji niha û pê de jî dê bi zanîna ku di bin berpirsiyariyeke gelekî mezin de ne tevbigerin. Tevgerîna hemû aktorên sereke bi hestiyarî û berpirsiyarî dê rêyên ku em di vê meşa dijwar de bigihîjin serkeftinê bibînin, misoger bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst