Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar got, “Abdullah Ocalan dixwaze rojnameger, akademîsyen û siyasetmedar biçin serdana wî.”
Li ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan komeke 30 kesî ya gerîlayan ku Hevseroka Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat jî di nav de bû 11ê Tîrmehê li Şikefta Caseneyê ya Silêmaniyê bi merasîmekê çekên xwe şewitandin.
Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar, piştî merasîma îmhakirina çekan a gerîlayên PKKyê bû mêvanê Rûdawê.
Sancar pirsên Hêvîdar Zanayê yên derbarê pêvajoya çareseriyê, rola Abdullah Ocalan û qonaxa nû bersivandin.
Mîthat Sancar tevlîbûna xwe ya merasîmê wekî rojeke dîrokî pênase kir û got:
“Ew rojeke pir dîrokî bû. Wekî akademîsyenekî, ez li ser pêvajoyên aştiyê yên li Kolombiya û Îrlandayê gelekî xebitîbûm lê mînakeke wekî vê li ti dera cîhanê nîne.
Cudahiya sereke ew e ku PKK rêxistineke gelekî mezin e, li çar parçeyan heye û ne tenê bi çekan bi siyaset û dîplomasiyê jî têkoşînê dike.
Ev ne tenê merasîmek bû, ev nîşandana îradeyê bû. Piştî bangên birêz Ocalan, 30 endamên PKKyê ku li pêşiya wan Besê Hozat hebû, hatin û çekên xwe danîn.
Ev dîmen pir girîng û dîrokî ye. Pêvajoya ku şeş-heft meh in dewam dike, bi vê yekê gaveke mezin avêt û derbasî qonaxeke nû bû.”
Sancar bal kişand ser awayê îmhakirina çekan û got:
“Li Îrlandayê çek hatin binaxkirin û beton bi ser de hat rijandin, li Kolombiyayê hinekî cuda bû. Şewitandina çekan ne tiştekî nû ye.”
Derbarê sedema şewitandinê de jî wiha axivî:
“Çek nayên teslîmkirin, ji ber ku ev şer ne bi awayê serketin û binketinê qediya.
Peyama wan ev e; ‘Em bi îradeya xwe dev ji çekan berdidin û wan îmha dikin, ji ber ku em aştî û çareseriyeke demokratîk dixwazin.’ Birêz Ocalan jî heman tiştî dibêje.”
“Pêdivî bi hiqûqa aştiyê û entegrasyona demokratîk heye”
Sancar li ser paşeroja gerîlayên ku çek danîne got:
“Hûrgiliyên pêvajoyê li cem min nînin. Ew kes vegeriyan cihên xwe. Ji bo ku ew karibin bê çek siyasetê bikin û tevlî jiyana demokratîk bibin, divê dewlet jî gavan bavêje û qanûn bên derxistin.
Armanc ew e ku ew bi awayekî demokratîk bigihêjin armancên xwe.
Komîsyona ku dê di nava hefteyekê de bê avakirin, dê van qanûnan amade bike.
Dema ku ev qanûn derkevin, ev dibe hiqûqa aştiyê.
Pêwîstî bi avakirina hiqûqa aştiyê û entegrasyona demokratîk heye.”
Sancar li ser dema pêvajoyê jî anî ziman:
“Divê ev pêvajo dirêj neke. Heger dewlet û partî gav bi gav bimeşin dibe ku ev mesele di nava 3-4 mehan de biqede.”
“Rewşa Ocalan: Moralê wî baş e û li ser pêvajoyê kûr dixebite”
Endamê Heyeta Îmraliyê derbarê rewşa Abdullah Ocalan jî ev agahî dan:
“Ti nexweşiyên wî nînin, tenduristî û moralê wî baş e. Ew ji bo siyaset, civak û mirovahiyê pir kûr difikire, dixebite û planan çêdike.
Amadekariyên wî yên ji bo pêvajoyê pir kûr in û em nêzîkî 2 saet û nîvan li ser gelek mijaran axivîn.”
Sancar li ser hejmara kesên li gel Ocalan dimînin got:
“Li gel wî, wekî sekreterya, 6 kes hene. Dema em çûn serdana wî 3 kes li cem bûn.”
Sancar li ser şert û mercên li Girava Îmraliyê jî ev tişt anî ziman:
“Rewş hinekî baştir bûye. Ew dixwaze ku bikaribe rihettir bixebite û daxwaz dike ku heyetên din ên wekî rojnameger, akademîsyen û siyasetmedaran jî biçin serdana wî.
Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, divê ev gav bên avêtin.”
Ev temamiya hevpeyvînê ye:
Rûdaw: Tu bi xêr hatî.
Mithat Sancar: Tu sax bî, gleek spas.
Rûdaw : Destpêkê ez dixwazim bêjim, hestên we çi bûn dema we dît ew gerîla hatin û çekên xwe kom kirin û agir berdanê û paşê vegeriyane cihê xwe?
Mithat Sancar: Ev rojeke pir dîrokî bû, pêşî ev hest li cem me hebû, dema ez akadîmisyên bûm jî li ser vê mijarê gelekî xebitîm. Ez çûme Kolombya jî min dît çawa çêdibe, çi dikin, aştî çawa ava dibe, li Îrlandayê jî lê weke vê nimûneyê nîne, li cîhanê nîne.
Rûdaw: Cudahiya wê çi bû?
Mithat Sancar: Cudahiya wê, pêşî PKK agirekî mezin e, gelekî mezin e, ne tenê li welatekî ye lê belê li çar welatan e û dixebite, ne tenê bi çekan bi rê ve diçin lê belê siyasetê jî dikin, karê deplomasî jî dikin.
Gerîla jî ne hindik in, li kû derê çend in, çawa ne, ew jî cudahiyeke mezin e. Li Kolombya yan jî li Îrlandayê, ne ew aqsî mezin bû.
Wan jî xebata xwe dikir û têkoşîna xwe bi rê ve dibir lê cudahiya PKKê heye. Niha ev rêsixtin dibêje, ez dest ji çekên xwe berdidim lê gav bi gav em hatin heta vê derê.
Îro pir dîrokî bû, ne tenê seremonî bû lê belê nîşandana îradeyê bû. Birêz Ocalan du caran bang kir, carekê sibatê û berî du rojan jî bang kir, ji bo çekdanînê û 30 endamên PKKyê bi çekên xwe hatin, li pêşiyê Besê Hozat hebû. Ev sehne pir girîng e, dîrokî ye, çima? Ev pêvaja 6-7 meh in dewam dike, êdî gaveke mezin hate avêtin, kete qonaxeke din a pir girîng.
Rûdaw: Birêz Sancar, pirsa şewitandina çekan, we got, we nimûneya Kolombiyayê dîtiye û nimûneya Îralandayê dîtiye, li wan deran jî çek hatin şewitandin yan ev care yekem e wisa dibe?
Mithat Sancar: Na. Li Îrlandayê, çek xistin bin axê û çîmento rijandin ser. li Kolombyayê hinekî cuda bû, û li Afrîkayê li 2-3 welatan tiştekî wiha hebû lê ne weke ku vê çek şewtiandin.
Rûdaw: Kê biryar da ku çek bêne şewitandin? PKKyê ji cem xwe ev biryar da, yan Abdullah Ocalan, ji wan re got?
Mithat Sancar: Ez bi tevayî nizanim kê ev biryar da, lê ev jî wateya wê heye. Çekan radest nakin, ji ber ku ev şer ne ku yek bi ser ket û yek bi bin ket. Ne wiha ye.
Li vir, ew dibêjin, em bi îradeya xwe çekên xwe berdidin û niha tune dikin û em aştiyê dixwazin, û em çareseriyeke demokratîk dixwazin.
Birêz Ocalan jî wiha dibêje. Ew çekên xwe tune dikin. Ew çekan berdidin, ji bo çi? Ji bo aştiyê û ji bo çareseriya demokratîk.
Rûdaw: Li Tirkiyeyê, hinek alî dibêjin, ev kesên ku îro çekên xwe danîn, êdî naçin tevlî gerîlayên din nabin lê dê li devereke cuda bimînin û êdî wê sivîl bin û dê nikaribin li ser navê PKKyê biaxivin jî. Tiştekî wisa heye ku kî were çekan deyne wê cuda bibe?
Mithat Sancar: Ez jî vê datayê nizanim. Li cem min nîne. Ev pêvajo dê çawa bi rê ve here dê çi bikin. Ewên îro çek berdan, vegeriyan cihê xwe lê heta kengî dê wiha bi rê ve here, piştre çi dê bibe? Êdî ji bo vê yekê jî pêwîst e yasa jî derkevin, yasa pêwîst e.
Ew dixwazin bi siyasetê, beyî çek armancê xwe bigihînin nerîna giştî. Ji bo vê yekê jî pêwîst e dewlet jî tiştekî bike, û gavan bavêje.
Di dema heftiyekê de, kommisyon dê bê avakirin. Wiha dibêjin. Ev kommisyon dê yasayan amade bike û pêşniyar bike.
Dema yasa derkevin, ev dê bibin huqûqên aştiyê. Pêşî, pêwîst e huqûqên aştiyê bêne avakirin û huqûqên întegrasyonê. Çawa întegrasyon, întegrasyona demokratîk. Bêyî çek, li civaka demokratîk dê bên jiyana xwe bijîn û bixwazin siyasetê bikin. Wiha ye, niha ev dem li ber me ye.
Rûdaw: Kengî dawî li pirsa danîna çekan tê? Niha grûpek e, lê yên din, heta çekan deynin, çend mehan dirêj dike?
Mithat Sancar: Ev înformasoyn jî li cem min nîne. Ez nizanim plan çawa ye, çawa wê bi rê ve here, pêwîst e ev yek dirêj nebe.
Pêwîst e plan bê danîn û mekanîzma bêne avakirin û pêwîst e yasa jî derkevin. Gav bi gav, dewlet û partî jî gav bi gav bi rê ve herin, dibe ku piştî 3-4 mehan ev pirs bidawî bibe.
Rûdaw: Niha hûn di nav Şandeyaa Îmraliyê de ne û hûn carekê çûne Îmraliyê jî we Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dît. Rewşa wî çawa bû, ji ber ku gelek axaftin li ser dîmenên wî hatin kirin. Hinekan got, qelew bûye, hinek dibêjin nexweş e lewma wisa bûye.
Mithat Sancar: Ew ne nexweş e. Tenduristiya wî baş e, morala wî jî baş bû û pir difikire û pir dixebite, planan ji bo siyasetê û ji bo civakê û ji bo gel û ji bo mirovatiyê dike, pir firkên wî hene.
Amadehiya wî ji bo vê pêvajoyê jî heye. Pir kûr û pir xweş diaxive û dibêje. Tenduristiya wî jî baş bû.
Rûdaw: We gotûbêj kir û hûn axivîn?
Mithat Sancar: Erê, 2 demjimêr û nîvê em bi hev re, li ser gelek mijaran axivîn.
Rûdaw: Kî li cem wî ne, çend kes in wekî sekreterya?
Mithat Sancar: Tiştê ez dizanim 6 kes li wê derê ne. Dema me serdana wî kir 3 kes li cem wî bûn. Tişta ez dizanim, hemû 6 kes bûn.
Rûdaw: Şert û mercên wan, cihê ku lê dimînin, hinekî hate guhertin?
Mithat Sancar: Hinekî din baştir e.
Rûdaw: Çawa baştir e. Xanî mezintir kirine yan serbesttir in?
Mithat Sancar: Hêj cihekî nû nehatiye avakirin lê şertên ji bo xebatê, hinekî baştir bûne lê ev jî ne bes e. Ew bi xwe jî dibêje.
Ew dixwaze rehet kar bike. Ew dixwaze aliyên din jî rojnamger, akadîmisyen, siyasetmedar herin serdanê wî. Em jî wiha dibêjin.
Rûdaw: Ev yek di demeke kurt de dê çê bibe?
Mithat Sancar: Pêwîst e çê bibe. Em dixwazin ev pêvajo bi rê ve here, pêwîst e ev gav bêne avêtin.
Rûdaw: Hefteya bê, Komisyona Parlamentoyê dê bicive?
Mithat Sancar: Wan wiha ji me re got. Di heftiyekê de dê bê avakirin. Piştre dê kar bike.
Rûdaw: Gelekî spas birêz Mithat Sancar.
Mithat Sancar: Înşallah Kurdiya min baş bû?
Rûdaw- Belê baş bû.
Mithat Sancar: Zimanê dayika min Erebî ye, hûn dizanin.
Rûdaw: Belê em dizanin, gelekî baş bû û em têgihiştin û ez bawer im, temaşevan jî wê têbigihêjin.
Mithat Sancar: Eeger şaştî hebin bila biborin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse