Hewlêr (Rûdaw) - Navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji serê sibê ve ji Komara Îslamî ya Îran ve bi tundî tê topbarankirin.
Derbarê êrişên Îranê yê bo ser navçeyên Herêma Kurdistanê de, Endamê Komîteya Navendî yê Komeleya Zehmetkêşana Kurdistana Îranê Aram Muderîsî ji Rûdawê re ragihand, “Ji sibê ve, Komara Îslamiya Îran navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombabaran dike û çend binkeyên pêşmergeyê me ziyan dîtine.”
Aram Muderîsî dibêje: “Piştî demjimêr 15:00 êvarî, Îranê bi şêweyek dijwar navçeyên sînorî Hesarok, Dola Rûst û çend navçeyên din topbaran kir. Lê ti ziyanên canî nebûne û pêşmerge jî bi çekên sivik û giran teqe li Dronan kirine.”
Herwiha bajarokê Simîlan ê ser bi navçeya Çoman a girêdayî parêzgeha Hewlêrê, ji aliyê topxaneyên Îranê ve tê topbarankirin.
Rêveberê Bajarokê Simîlan Şaxewan Husên ji Rûdaw re ragihand, niha zozanê Sartike yê li sînorê bajarokê Simîlan ji aliyê topxaneyên Îranê ve topbarankirin.
Ev dema heşt rojan e li ser hev Supay Pasdarên Îranê bi rêya qerargeha Hemze sînorê Başûrê Kurdistanê topbaran dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse