Hunermendê Efrînî Ciwan Hesen li Şehbayê hatiye girtin

01-11-2020
RÛDAW
Hunermendê Efrînî, Ciwan Hesen
Hunermendê Efrînî, Ciwan Hesen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê Ciwan Hesen ji ber rexnekirina saziyên tenduristî ya li herêma Şehbayê, ji aliyê asayîşa Rêveberiya Xweser ve hatiye girtin.

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, hunermend Ciwan Hesen çend roj berî niha di tomareke vîdyoyî de rexne li serederiya saziyên tendirustiyê û saziyên din ên Rêveberiya Xweser li herêma Şehbayê girtibû û ji ber rexneyên girêdayî xizmeta tenduristî li devera Şehbayê û li ser giliya navendeke tenduristî ji aliyê asayîşa Rêveberiya Xweser ve li herêma Şehbaê hatiye girtin.

Hunermend Ciwan Hesen li herêma Efrînê, hunermendekî naskirî ye û heta niha gelek stran û kilîp li ser Efrînê çê kirine.

Ew hunermendê Kurd jî weke gelek hunermend û rewşenbîrên Efrînê û piraniya xelkê wê herêmê, piştî êrîşa Tirkiyê û çekdarên oposizyona Sûriyê, ji bajarê xwe koçberî herêma Şehbayê bûye û li kampên koçberên Efrîrî yên li Şehbayê li gel malbata xwe dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst