Prof. Dr. Huseyîn Bektaş: Konferansa bijîşkan konferansa zanistî ya Kurdan e

01-11-2024
RÛDAW
Hêvîdar Zana û Prof. Dr. Huseyîn Bektaş \ Wêne: Rûdaw Grafîk
Hêvîdar Zana û Prof. Dr. Huseyîn Bektaş \ Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Prof. Dr. Huseyîn Bektaş Bijîşkên Kurd Konferansa Bijîşkiyê ya Mezopotamyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Prof. Dr. Huseyîn Bektaş diyar kir ku Konferansa Bijîşkiyê ya Mezopotamyayê konferansa zanistî ya Kurdan e û ew yekem konferansa zanistî û neteweyî ya Kurdan e.

Doh li Hewlêrê 10emîn Konferansa Bijîşkiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê zêdetirî 550 bijîşk tevlî konferansê bûn.

Bijîşkên Kurd di konferansê de mijarên tenduristî û çawaniya bipêşxistina hevahengiya di navbera xwe de gotûbêj kir.

Yek ji organîzator û damezirînerê Konferansa Bijîşkiyê ya Mezopotamyayê Prof. Dr. Huseyîn Bektaş bû mêvanê Bultena 11:00an a Rûdawê û bersiv da pirsên pêşkêşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê.

Prof. Dr. Huseyîn Bektaş diyar kir ku cara yekem wan konferansa xwe li Ameda Bakurê Kurdistanê li dar xistiye û got:

“Me 3 caran konferansa xwe li Amedê li dar xist.

Sala 2008an em komeke doktorên Kurd ên li Ewropayê û yên li Bakurê Kurdistanê hatin Başûrê Kurdistanê.

Me bi bijîşkên vir re pêwendî danî. Danûstandinên me bi bijîşkên, Hewlêr, Silêmanî û Dihokê re çêbûn.

Di wan hevdîtinan de bingeha konferansê hat danîn û me biryar da konferansa xwe ya yekem li Amedê li dar bixin.

Me konferansa xwe ya yekem sala 2009an bi navê Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê li Amedê li dar xist.

Dîsa 2 carên din me konferansên xwe li Amedê çêkirin. Me li Silêmaniyê, li Dihokê û li Wanê çêkir.

Ji ber Coronayê em neçar man navberê bidin konferansên xwe. Sala borî jî me li Ewropayê çêkir.

Li Ewropayê bi kêmanî 2 hezar doktorên Kurd dijîn û me xwest li Berlînê jî yekê çêbikin.

Me xwest em danûstandinê bi wan bijîşkên Kurd jî re çêbikin.

Îsal dîsa em hatin Hewlêrê û em gelekî kêfxweş in.”

“Bijîşkên Kurd ji zaravayên hev fam dikin”

Prof. Dr. Huseyîn Bektaş di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku car caran ji ber meseleya ziman pirsgirêkên diyalogê di navbera wan de çêdibin.

Prof. Dr. Huseyîn Bektaş da zanîn ku wan biryar daye ku zimanê konferansên wan Kurdî be û wiha axivî:

"Hinek problem hene, me biryar dabû ku heger derfet hebe zimanê konferansên me Kurdî be û em zaravayên hev jî nas bikin.

Hinek caran zimanê me Îngilîzî ye. Dema me konferansên xwe li Amedê li dar dixistin hinek bijîşk hebûn ne bi Kurdî dizanîn û ne jî bi Îngilîzî ew bi Tirkî axivîn me bi rêya wergerê ew çareser kir.

Niha li Hewlêrê jî em wergerê di navbera Kurdî û Îngilîziyê de dikin.

Di navbera zaravayên Kurdî de me problemeke gelekî mezin nedît û bijîşkên me ji hev fam dikin.

Navên dermanan, navên nexweşan ew navneteweyî ne di wî warî de problem nînin."

“Armanca me ew e ku em bijîşkên Kurd bigihînin hev”

Prof. Dr. Huseyîn Bektaş behsa armancên konferansê jî kir û wiha berdewam kir:

“Armanca me ya sereke ew e ku em bijîşkên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê û deverên din bigihînin hev û di navbera wan de diyalogê ava bikin.

Kurdan heta niha nikariye bibin netewe lê di konferansa me de em bûn netewe.

Di konferansa me de ji her çar parçeyên Kurdistanê ji her baweriyê, ji her partiyê, ji her zaraveyî bijîşkên Kurd tên cem hev.

Em behsa siyasetê nakin ti eleqeya me bi siyasetê re nîne û em dikarin bibêjin ku ev di warê zanistî de konferansa neteweyî ya Kurdan e.

Ev ne konferansa polîtîkayê ye, konferansa zanyariyê ye.

Li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê danûstandinên me bi odeyên bijîşkan re hene.

Em bi rêya maîlê, bi rêya telefonê di nava danûstandinê de ne û derdora me wiha ye.

Me hemû bijîşk dawetî konferansê kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê derfet zêde baş nînin.

Em gelekî dixwazin herin Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê jî konferansan li dar bixin.

Ji Rojavayê Kurdistanê 50 bijîşk hatibûn. Me pêşniyar kiriye ku derfet pêk were em li zanîngehên Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî dersan bidin.

Konferansa Bijîşkiyê ya Mezopotamyayê bi rêya online dersan dide zanîngehên Rojavayê Kurdistanê.

Ez jî hatime min semîner daye, herî dawî min li Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê semîner da.

Bijîşkên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê dikarin werin li cem min li wê nexweşxaneya ku ez lê dixebitim stajê bikin.“

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da / Wêne: Rûdaw Grafîk

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da

YPJyê diyar kir ku ji kiryarên çekdarên êrişkar ên li dijî jinên esîr ên birîndar Tirkiye berpirsyar e