KIRMAŞAN - Di qezayeke trafîkê de 3 kes mirin

01-11-2025
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Qeza demjimêr 02:45an li ser rêya Kirmaşan-Bêstûnê ya Rojhilatê Kurdistanê qewimî.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, otomobîl ji kontrola şofêr derketiye û wergeriyaye.

Birevebiriya Parastina Sivîlan a Kirmaşanê Seîd Qadirî ragihand ku ji ber meziniya qezayê di cih de 3 rêwiyên di otomobîlê de mirine.

Seîd Qadirî da zanîn ku rêwiyekî din ê otomobîlê jî birîndar bûye û ew birine nexweşxaneyeke Kirmaşanê.

Hat ragihandin ku Birêvebiriya Trafîkê ya Kirmaşanê derbarê bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.

Li gorî raporeke ku Birêvebiriya Giştî ya Bijîşkiya Dadî ya Kirmaşanê 28ê Çiriya Pêşîn belav kiriye:

"Li parêzgehê di 6 mehên borî de 300 kesan di bûyerên trafîkê de mirine û zêdeyî 7 hezar kes jî birîndar bûne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst