THY piştî du salan dest bi seferên Silêmaniyê dike

01-11-2025
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Silêmaniyê Tirkiye Sefer THY
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêveborê Ragihandinê yê Balafirhega Navneteweyî ya Silêmaniyê ragihand ku 3yê vê mehê sefera yekem a asmanî ya Turkish Airlinesê (THY) ya ji bo Balafirgeha Silêmaniyê bê kirin û hefteyê çar rojan dê seferên wan hebin.

Piştî nêzîkî du salan, 9ê Çiriya Pêşîn a 2025an û li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi razîbûn Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, qedexeya li ser Balafirhega Silêmaniyê hat rakirin.

Birêvebirê Ragihandinê yê Balafirhega Navneteweyî ya Silêmaniyê Dana Mihemed ji Rûdawê re got:

“Sibe yekşemê yekem sefera asmanî ya di navbera Balafirhega Silêmaniyê û Tirkiyeyê de ji nû ve dest pê dike.

Piştî rakirina qedexeyê, saet 01:10ê berê sibehê ya 3yê mehê sefera yekem a balafira Turkish Airlinesê bigihîje Balafirhega Silêmaniyê.”

Li gorî gotina Dana Mihemed, seferên di navbera Balafirhega Silêmaniyê û Tirkiyeyê de dê li gorî plana Turkish Airlinesê hefteyê çar rojan bên kirin.

Navê firokexaneyê tê guhertin

Pêşniyar hatibû kirin ku navê Balafirhega Navneteweyî ya Silêmaniyê bibe "Balafirhega Navneteweyî ya Celal Talebanî" û Serokwezîrê Îraqê jî razîbûna xwe nîşan dabû.

Derbarê rêkarên guhertina navê Balafirhega Silêmaniyê, Dana Mihemed got:

“Hemû rêkar li Îraqê temam bûne, lê hinek rêkarên navneteweyî mane; piştî temambûna rêkarên navneteweyî, dê di merasîmekê de navê wê bê guhertin.”

Tirkiyeyê cara yekem 3yê Nîsana 2023yan, qada xwe ya asmanî li ber Balafirhega Navneteweyî ya Silêmaniyê girtibû.

Ev yek bi hinceta zêdebûna çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sînor û zêdebûna bandora wê li balafirgehê bû, wekî ku Tirkiyeyê amaje pê dikir.

Hîmê Balafirhega Navneteweyî ya Silêmaniyê sala 2003yan hatibû danîn û sala 2005an bi awayekî fermî hatibû vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst