THY û AJetê ji ber berfê 114 geştên xwe betal kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan THY AJet Geştên Esmanî Betalkirin Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanya Rêyên Esmanî ya Tirkiyeyê (THY) û AJetê ragihand ku wan ji ber şert û mercên xerab ên keşûhewayê îro bi giştî 114 geştên xwe betal kirine.

Serokê Ragihandinê yê Kompanya Rêyên Esmanî ya Tirkiyeyê (THY) Yahya Ustun li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Yahya Ustin diyar kir ku li herêmên rojhilat û navîn ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hewayeke nebaş û bager heye.

"50 geşt hatin betalkirin"

Ustun got, "Ji ber şert û mercên nebaş ên keşûhewayê yên li herêmên rojhilat û navîn, 50 geştên me yên roja 1ê Kanûna Paşîn bi awayekî dualî hatine betalkirin."

Yahya Ustun her wiha destnîşan kir ku ewlehiya firînê ji bo wan karê sereke ye û daxwaz ji rêwiyan kir ku ji bo rewşa herî dawî ya geştên xwe, serdana malper an jî sepana mobîl a THYyê bikin.

AJetê jî 64 geşt betal kirin

Ji aliyê din ve, Şêwirmendê Çapemeniyê yê Kompanyaya AJetê Mehmet Yeşîlkaya jî eşkere kir ku wan îro 64 geştên xwe betal kirine.

Yeşîlkaya bal kişand ser rewşa keşûhewayê ya li Bakurê Kurdistanê û got:

"Ji ber şert û mercên nebaş ên keşûhewayê yên li herêmên me yên Rojhilat û Başûrê Rojhilat 64 geştên me yên ku ji bo 1ê Kanûna Paşîn hatibûn plankirin, hatin betalkirin."

Kompanyaya AJetê jî ji geştiyaran xwest ku beriya herin balafirgehan, rewşa geştên xwe ji ser malpera fermî bişopînin.

Ev biryar di demekê de tê ku ji ber barîna berfa zêde, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rêyên bejahî jî hatine girtin û astengî di çûn û hatinê de çêbûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst