Omer Ocalan li ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da

01-11-2025
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Omer Ocalan PKK Malbat Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partyê Omer Ocalan ragihand ku di hevdîtina wan a bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re, "li ser xurtkirina rêxistina herêmî û siyaseta gelêrî ya ku rê nîşanî têkoşîna demokratîk dide, hatiye tekezkirin."

Abdullah Ocalan 31ê Çiriya Pêşîn di çarçoveya hevdîtina malbatê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi endamên malbata xwe Omer Ocalan, Fatma Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan re hevdîtin kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê serdana xwe de daxuyaniyek da.

Omer Ocalan diyar kir ku tenduristî û morala Abdullah Ocalan baş e û ev parvekirin kir:

“Roja 31ê Çiriya Pêşîn me wekî malbat bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de, li ser xurtkirina rêxistina herêmî û siyaseta gelêrî ya ku rê nîşanî têkoşîna demokratîk dide, hat tekezkirin.

Tenduristî û moralê Birêz Ocalan baş bû, wî silavên xwe ji gelê me re şand.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst