Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Îmraliyê bi birayê xwe Mehmet Ocalan û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku muwekîlê wan Abdullah Ocalan, îro bi malbata xwe re civiyaye.
Girtiyên din jî bi malbatên xwe re civiyan
Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de hat diyarkirin ku ne tenê Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê jî mafê hevdîtinê bi kar anîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Birêz Abdullah Ocalan îro bi endamên malbata xwe Mehmet Ocalan û Omer Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtinek pêk aniye.
Her wiha muwekîlên me yên din Birêz Hamîlî Yildirim, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Ergin Atabey û Birêz Mahmut Yamalak jî îro li Girava Îmraliyê bi endamên malbatên xwe re civiyan."
Li benda peyama nû ne
Ev hevdîtin di demekê de pêk hat ku parêzer û malbatên girtiyan demeke dirêj bû ji bo hevdîtinê serî li saziyên peywendîdar didan.
Heta niha derbarê naveroka hevdîtinê agahiyên berfireh nehatine parvekirin.
Lê belê sibe salek bi ser banga Ocalan a ji bo çekdanîna PKKyê re derbas dibe.
Tê çaverêkirin ku DEM Partî sibe bi vê helkeftê li Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar bixe û peyameke nû ya Ocalan belav bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse