Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di çarçoveya hevdîtina malbatê de li Girtîgeha Îmraliyê Rêberî PKKyê Abdullah Ocalan ziyaret kir.
Di hevdîtinê de wasiyê Abdullah Ocalan, Mazlum Dinç jî cih girt.
Omer Ocalan derbarê hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û wiha got:
"Îro me wekî malbata birêz Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinek pê re pêk anî.
Birêz Ocalan, derbarê aştî û çareseriya demokratîk de hêvî û biryardariya xwe diparêze û ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bi pêş ve biçe, tekezî li ser wê yekê dike ku `beşdarbûna hemû aliyan a di pêvajoyê de pêdiviyeke jiyanî ye.`"
Li aliyê din li gorî Ajansa Mezopotamyayê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Zekî Bayhan ên ku li Îmraliyê tên girtin jî bi malbatên xwe re hevdîtin kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse