Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 5 gerîlayan eşkere kirin.
HPGyê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên wan li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê di şer û pevçûnên bi artêşa Tirkiyeyê re canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, wan her pênc gerîlayên HPGyê sala 2024an li herêmên Metîna, Xakurkê û Gareyê di demên cuda de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameyên gerîlayan wiha ne:
Sîpan Sîdar: Navê wî yê fermî Sîpan Muhyeddîn Hesen e û li Qamişloyê ji dayîk bûye û 20 Gulana 2024an li Metînayê canê xwe ji dest daye.
Delîla Hêmin: Navê wê yê fermî Hestî Esedî ye û ew ji bajarê Saqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û 28ê Nîsana 2024an li herêma Xakûrkê canê xwe ji dest daye.
Cûdî Sine: Navê wî yê fermî Hamît Muhammedî ye û ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê yê 1ê Kanûna Paşîn a 2024an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Baran Şemmerî: Navê wî yê fermî Ahmet Mustafa Hasan e û li Reqayê ji dayîk bûye û 13ê Kanûna Paşîn a 2024an li Gareyê canê xwe ji dest daye.
Çiyager Amed: Navê wî yê fermî Serhat Korkmaz e û xelkê Amedê ye Nîsana 2024an li herêma Xakûrkê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse