Nasnameya 8 gerîlayan hat eşkerekirin

13-10-2025
RÛDAW
Nîşan Gerîla HPG Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 8 gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Ronahî Colemêrg, Dunya Nerduse, Bedirxan Qoser, Mahîr Can Dîgor, Baran Êlih, Andok Jîrkî, Simko Tolhildan û Şahan Qelqelî Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku her heşt gerîlayan sala 2019an di êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her heş gerîlayan bi vî rengî ne:

Ronahî Colemêrg: Navê wê yê fermî Gulcan Akdogan e û ew ji bajarê Colemêrgê ye û 10ê Kanûna Paşîn a 2019an canê xwe ji dest daye.

Dunya Nerduse: Navê wê yê fermî Aşîret Aktaş e û xelka Colemêrgê ye û 10ê Kanûna Paşîn a 2019an canê xwe ji dest daye.

Bedirxan Qoser: Navê wî yê fermî Şervan Aslan e û ji bajarê Mêrdînê ye û  24ê Tebaxa 2019an canê xwe ji dest daye.

Mahîr Can Dîgor: Navê wî yê fermî Yahya Yurek e û ew jî Qersê ye û 10ê Kanûna Paşîn a 2019an canê xwe ji dest daye.

Baran Êlih: Navê wî yê fermî Ridvan Turgut û ji bajarê Êlihê ye 10ê Kanûna Paşîn a 2019an canê xwe ji dest daye.

Andok Jîrkî: Navê wî yê fermî Aydin Ozdemîr û xelkê Şirnexêyê û 10ê Kanûna Paşîn a 2019an canê xwe ji dest daye.

Simko Tolhildan: Navê wî yê fermî Riza Sofî ye û ji Kotola Rojhilatê Kurdistanê ye û 10ê Kanûna Paşîn a 2019an canê xwe ji dest daye.

Şahan Qelqelî: Navê wî yê fermî Murat Alîoglu ye û xelkê Wanê yê 27ê Kanûna Paşîn a 2019an canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst