Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Sarya Qamişlo, Brûsk Şêrawa û Pelşîn Bazê li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku her sê gerîlayan jî di encama êrişên hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
HPGyê da zanîn ku Sarya Qamişlo endama Konseya Fermandariya YJA Starê bû.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:
Sarya Qamişlo: Navê wê yê fermî Yusra Nebî ye û ew ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û Sibata 2025an li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.
Brûsk Şêrawa: Navê wî yê fermî Demhat Kîçî ye û li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û Sibata 2025an li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.
Pelşîn Baz: Navê wê yê fermî Leyla Ehmed e û ew jî li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û Sibata 2025an li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse