Hewlêr (Rûdaw) – Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve bi dest xistiye, termê welatiyê Kurd ê bi navê Seîd Reşîd ku pêştir ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatibû revandin, li nav çiyayên gundê Hisê hat dîtin.
Çavkaniyeke taybet ji gundê Etmana ku ser bi nahiyeya Raco ya Efrînê ve ye, ji Rûdawê re ragihand, ku termê wî welatiyê Kurd roja Şemiyê 1ê Sibata 2020an li navçeyên çiyayî yên gundê Hisê hatiye dîtin.
Bi gotina wê çavkaniyê taybet, asewarên îşkenceya tund li ser laşê Seîd Reşîd hatine dîtin.
Li gorî heman çavkaniyê, welatiyê navborî ku bazirganê zeytê ye, berî 2 mehan ji aliyê gurûpên çekdar ên li Efrînê ve hatibû revandin.
Heman çavkaniyê diyar kir, ku revîneran ji bo berdana wî welatiyê Kurd daxwaza 20 milyon lîreyê Sûrî kiribûn û malbata wî jî ew pere dabûne çekdaran.
Wê çavkaniyê aşkere kir, tevî ku kesûkarên Seîd Reşîd 20 milyon kîreyên Sûrî dane çekdaran, lê roja Şemiyê ew kuştî li çiyayên nêzîkî gundê Hisê yê ser bi Mabata ve hatiye dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse