Li Cindirêsê welatiyekî Kurd hat girtin

08-09-2023
RÛDAW
Nîşan Cindirê Mistefa Mirad Efrîn Kurd Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navçeya Cindirêsê ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê welatiye Kurd hat hat girtin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku îstixbarata Tirkiyeyê li Cindirêsê welatiyê Kurd ê bi navê Mistefa Mirad girtine.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku Mistefa Mirad bi hinceta ku pêwendiyên wî bi koçberên Efrînê yên li Şehbayê re hene hatiye girtin.

Herwiha hat ragihandin ku Mistefa Mirad heta niha girtiye û çarenivîsa wî ne diyar e.

Hema rêxistinê da zanîn, ji bo berdana Mirad 6 hezar dolar ji malbata wî xwestine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst