Dr. Zanko Mihemed: Me li Rojavayê Kurdistanê 2,500 nexweş derman kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Dr. Zanko Mihemed û Nalîn Hesen\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dr. Zanko Mihemed û Nalîn Hesen\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hisîça Qamişlo Koçberên li Qamişloyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke bijîşkî ya xwebexş ku ji 16 bijîşk û 2 perestaran pêk dihat, ji Başûrê Kurdistanê çûbû Rojavayê Kurdistanê û 5 rojan li herêmên cuda xizmetguzariya tenduristiyê pêşkêşî xelkê û koçberan kir.

Endamekî wê tîmê Dr. Zanko Mihemed ji Rûdawê re got, "Me di wan 5 rojan de 2,500 nexweş dîtin û 15 emeliyatên pêwîst kirin."

Dr. Zanko Mihemed yek ji endamên "Tîma Hawarçûnê ya Rojavayê Kurdistanê" bû mêvanê Rûdawê û bersiv da pirsên Nalîn Hesenê û ragihand ku rewşa tenduristiyê ya li herêmê gelekî zehmet e û pêdivî bi alîkariya lezgîn heye.

Li gorî gotina Dr. Zanko, beriya serdana wan komek bijîşkên ji Qamişlo û Hisîçayê pêwendî bi wan re kiriye û daxwaza piştevaniyê kiriye.

Dr. Zanko got, "Bi destpêkirina şer û aloziyan re, ew bijîşkên Ereb ên ku li herêmê kar dikir, yekser dest ji karên xwe berda û bêyî ku pirsa rewşa nexweşan bikin berê xwe da herêmên Ereban.

Vê yekê jî di warê xizmetguzariya bijîşkî de valahiyeke mezin çêkir."

Tîma bijîşkî di nava wan 5 rojên mana xwe de xwe gihandine hejmareke zêde ya nexweşan.

“Me 15 emeliyatên pêwîst pêk anîn”

Dr. Zanko Mihemed got, "Me di wan 5 rojan de li kamp û navendên bicihbûna koçberan 2,500 nexweş dîtin û 15 emeliyatên pêwîst pêk anîn.

Me dît ku di nava kampan de nexweşiyên demsalî belav bûne û di heman demê de hinek nexweşiyên giran jî hebûn ku pêdiviya wan bi çavdêriya taybet hebû."

Dr. Zanko eşkere kir ku tîmeke din li Başûrê Kurdistanê berhevkirina alîkariyên bijîşkî didomîne û got:

"Hevdemî hebûna me ya li wê derê, hewlên me yên li Başûrê Kurdistanê jî berdewam bûn.

Di nava 24 demjimêran de me karî bi bihayê 35 milyon dînaran derman di nav bijîşkan de kom bikin û ew barê dermanan niha ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketiye."

Dr. Zanko Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser pêdiviyên herî lezgîn ên kerta tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê û got, "Ji bilî dermanên giştî, pêdiviyeke zêde bi corên din ên dermanan heye, wekî dermanên nexweşiyên çerm.

Her wiha kêmasiyeke cidî di warê amûrên bijîşkî yên pêşketî de heye, wekî amûrên pişkinîna xwînê, MRI û CT Scan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst